Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Li her qadê şer bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û got, “Bi têkoşîna hevpar û yekbûyî ya gel û gerîla wê ev êrîş jî bêne têkbirin.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Her cara ku rayedarên PDK’ê diçin Tirkiyeyê, dewleta tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi êrîşê dike. Lewma tesadûfî nîne ku piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Tayyîp Erdogan û Şêwirmendê MÎT’ê re, dewleta tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşê kir. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi piştgiriya PDK’ê dixwze têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bike.

Gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye ji PDK’ê dixwaze dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta tirk berde, lê belê PDK hîn bêhtir xwe dike parçeyek ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk. Bi vî rengî li şûna ku guh bide dengê gelê kurd, daxwaza dewleta tirk bi cih tîne. Ev yek jî gelê kurd û dostên gelê kurd aciz dike, hêrs dike.

PDK ji bo têkiliya xwe ya bi dewleta tirk re veşêre hîn jî amûrên propagandayê bi kar tîne, lê belê pratîka heyî radixe pêş çavan ku êrîş bi planeke hevpar têne kirin. Dewleta tirk ji qadên ku PDK lê serwer e êrîşî qadên gerîla dike ku ev yek jî vê rastiyê nîşan dide.

Bêyî ku PDK temînata ewlehiyê nede, nepêkane ku hêzên leşkerî yên faşîzma AKP-MHP’ê ji Bamernî, Amediyê, Dêrelok û Şêladizê êrîşî gerîla bikin. PDK destûrê dide artêşa tirk ku ji van deveran êrîş bike û bi vî rengî piştgiriyê dide hewldana ji bo dorpêçkirina gerîla. Wekî din, li gelek deveran bi êrîşên dewleta tirk re hemwext, hêzên leşkerî yên taybet ên PDK’ê jî ketin nava liv û tevgerê. Hewl didin ku qadên gerîla dorpêç bikin, têkiliya navbera hêzên gerîla bibirin, li hin qadên gerîla bi cih bibin û bi vî rengî bikin ku dewleta tirk encamê bi dest bixe. Ev rastî ji aliyê tevahiya gelê kurd, xelkê me yê ku têkiliya xwe bi PDK’ê re heye û derdorên siyasî ve tê dîtin. Ji ber ku PDK bi vê polîtîkaya xwe ji bo dema navîn û dema dirêj, dibe şirîkê rewşa neyînî ya ku zerarê dide gelê Kurdistanê.

Divê gelê Başûr rabe ser piyan

Ev êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, ne tenê li dijî tevgera me ya azadiyê û gerîlayên wê yên fedaî ne. Ev êrîş ew êrîş e ku dewleta tirk dixwaze li bakurê Kurdistanê îradeyê bişikîne, polîtîkaya qirkirinê mezin bike û dema ku konjonkturê dest da hingî destketiyên li başûrê Kurdistanê bi temamî ji holê rabike. Rayedarên dewleta tirk ji xwe her gavê vê armanca xwe tînin ziman. Eger ev gotin tenê weke gotinên ji bo polîtîkaya navxweyî bê nirxandin, ev yek wê encamên giran bi xwe re bîne û bibe xefleteke dîrokî. Ji xwe armanca dewleta tirk a ji van êrîşan ew e ku qadên stratejîk ên li ser cografya Kurdistanê serwer in bi dest bixe.

Di serî de gelê başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, divê tevahiya gelê Kurdistanê, saziyên demokratîk û hêzên siyasî hemû li dijî van êrîşan rabin ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze li seranserê Kurdistanê serwer be û Kurdistanê bike qada ji bo belavbûna netewebûna tirk. Gelê me yê başûrê Kurdistanê li dijî êrîşa 2008’an a li ser Zapê li Bamernî, Kadîşe, Amediyê, Dêrelok û Şêladizê rabû ser piya û rê neda liv û tevgera artêşa tirk a li vê qadê, bi vî rengî tevkariyeke girîng li têkçûna artêşa tirk a li Zapê kir. Îro jî divê gelê me yê başûrê Kurdistanê bi taybetî li van qadan rabe ser piyan û wezîfeya xwe ya welatparêziyê ya dîrokî bi cih bîne.

Bêguman çawa ku gerîla 40 salan têkoşiya, çawa ku sala 2021’ê derseke dîrokî da artêşa tirk wê li hemberî vê êrîşê jî şerekî mezin bike. Keç û xortên gelê kurd, ewladên vî gelî wê li dijî armancên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta tirk bi rengê fedaî li ber xwe bidin. Lê belê ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê kurd li her parçeyên Kurdistanê bê misogerkirin, divê ev êrîşên dewleta tirk bên şikandin ku di dijminatiya li Kurdan de serkêşiyê dike. Ji bo vê jî divê li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me helwesteke welê nîşan bide ku bi berxwedana gerîla re bibe yek.

Li qadê şer bikin

Bêguman eger dewleta tirk dibêje ku li ku dibe bila bibe ez ê êrîşî destketiyên kurdan bikim; divê em jî li her derê li dijî dewleta tirk têbikoşin, bi ser her avahiya mêtinger qirker ve biçin. Eger dewleta tirk şer tenê li cihekî nameşîne, divê em jî li her derê şer bikin.

Dewleta tirk destûra ji bo van êrîşan ji Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) werdigire. Dewleta tirk demên dawî hewl dide ku têkiliyên xwe yên bi Ewropa û DYA’yê re, di encama bazara li ser kurdan de bi pêş ve bibe. Destûra DYA û Ewropayê ya li van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk nîşan dide ku çima li pêşberî van êrîşan bêdeng dimînin. Li Ukraynayê li ber dagirkeriyê radibin, lê belê destûrê didin êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk ku ev yek bi gotina herî sivik durûtî ye. Eger di mijara dagirkeriya li Ukraynayê de ji dil bin, divê tavilê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rabin. Divê bixwazin ku ji herêmên dagirkirî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava xwe vekişînin. Eger vê helwestê nîşan nedin, hingî wê bibin şirîkê polîtîkaya qirker û dijminatiya li kurdan a dewleta tirk ku çekên kîmyewî û gazên qedexekirî di êrîşan de bi kar tîne.

Dewleta tirk dewleta herî dagirker, herî qirker û herî zalim a dîrokê ye, lê li gel vê rastiya xwe jî di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de xwe weke hawariyê aştiyê nîşan dide û hewl dide cîhanê bixapîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xwe bêguneh nîşan dide û ji aliyekî ve hewl dide sûdê ji vî şerî werbigire, li aliyê din jî bi vî rûyê xwe hewl dide êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê binixumîne.

Zilm û qirkirinê ji nedîtî ve tên

Hêzên mîna DYA û Ewropa, dema ku li cihekî cuda dagirkerî dibe, gazên qedexekirî têne bikaranîn û mirov ji warê xwe têne koçberkirin van weke sûc û qirkirinê dibînin, lê belê dema ku êrîş li ser kurdan tê kirin, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî ji nedîtî ve tên. Lewma mebesta wan ji berjewendiyên siyasî tê wateya jinedîtîhatina zilm û qirkirina gelan.

Ji ber vê yekê divê gelên li Ewropayê, hêzên demokratîk, gelê DYA’yê û hêzên wê yên demokratîk vê rastiyê bibînin û li ber têkiliyên qirêj ên hikûmetên xwe yên bi dewleta tirk rabin.

Dewleta Iraqê jî berpirsê van êrîşan e. Ji dêvila ku divê li hemberî dagirkeriya başûrê Kurdistanê derkeve, êrîşî civaka êzidî ya mazlûm dike, ev jî diyar dike ku Iraq bûye hêsîrê ber destê Tirkiye û PDK’ê. Şefê faşîst ê dewleta tirk Tayyip Erdogan dibêje em li başûrê Kurdistanê li ser vê derê serwer in, ev der di bin kontrola me de ye. Wisa xuya dike ku Iraq û PDK’ê, qadên Rêkanî û Nêrvehî jî tê de qadeke berfireh pêşkêşî tirkiyeyê kirine û firotine. Divê gelê Iraq û başûrê Kurdistanê hesap bipirsin ku çima ev ax pêşkêşî Tirkiyeyê hatiye kirin.

Hikûmeta faşîst a AKP û MHP’ê plansaziya êrîş û dagirkeriyeke gelekî berfireh kirine. Bi vê êrîşê re hemû destketiyên gelê kurd kirine hedef, ji bo dema nêz jî dixwazin hilbijartinê bikin û dîsa bibin desthilatdar. Bi vî awayî li gorî hesabê wan ew ê kurdan qir bikin û bigihêjin armanca xwe.

Divê gelê kurd û dostên gelê kurd şev û roj li her derê rabin ser xwe û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê geş bikin. Divê ev têkoşîn bi Kurdistanê re sînordar nemîne, divê gelên cîran, gelên dinyayê û tevî hêzên demokrasiyê vê têkoşînê geş bikin.

Bi têkoşîna yekpare û hevkar a gerîla û gelê kurd wê ev êrîş were şikandin. Wê deriyên Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk heta dawiyê vebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar