Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dikin û nakin nayên ser rêya rast

Dibêjin “Gayek navê garanekî xera dike”. Ev mînak pir li malbatan tê. Wexta lawekî malê karê xerab dike û dibe bela serê dê û bavê xwe, hingî em dikarin vê hevokê bêjin. Dikin nakin ev law nayê ser rêya rast. Çi jê re dikin û çi jê re pêşkêş dikin, her ew law li ser xeta xwe dimîne û guh li kesekî nade. Îca pirsgirêka mezin ew e ku rêjeyeke mezin ji kesên derdorê hêvî û baweriyên xwe bi vî lawî girê didin û tim parastina wî dikin. Ha ev halê me kurdan e!

Derdê me ne ew e ku em anha agahiyan bidin û we bi hinek mijaran razî bikin, derdê me ew e ku em rastiyê hîn bibin û mejiyê xwe bi wê bixemilînin. Me qala wî lawê xerab kir, gelo dema birayê wî jê re bêje “Keko tu li ser rêya şaş î!” ev şaştî ye? Ez ne bawer im, divê her tişt li ser maseyê be. Divê em bibînin. Veşartin û çavgirtin nema bi kêrî me tê, mane vaye hatine me qir bikin!

Çîroka hersê lîderên mala Barzanî ev e. Tu dibêjî alîkariyê didin dewleta tirk ku axa Kurdistanê dagir bike, hinek serê xwe derdixin û dibêjin, “Wa, ew pêşengên kurdan in”. Baş e bila pêşengên kurdan bin, lê pêşengekî çawa? Çi ji bo gelê xwe dike? Çi xistiye bêrîka wan de? Mane divê em van tiştan zanibin?

Niha em karin serdana serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê, ji êrişên li dijî Kurdistanê qut bikin? Mesele ev e, em nema karin çavê xwe bigirin. Em nema karin vê mijarê daqurtînin. Em ji êrîşê wêdetir, bi van tiştan dêşin.

Îro deverên Zap, Avaşîn û Metîna di bin bombeyan de hiştine. Bi her awayî êrîş dikin. Niha ji her kesî heye Tirkiyê ji axa xwe êrîş dike, na keko, mesele ne wiha ye. Tirkiyê ji hindirê axa başûrê Kurdistanê êrîşî wan dike. Cilên pêşmergeyan li xwe dikin û êrîş dikin. Wê yek derkeve û bêje dîsa têkiliya PDK’ê bi vê mijarê tune ye. Çawa tune ye, mane ji bargehên wan xwe kom dikin û bi ser Gerîla ve diçin. Nema tê veşartin. Diyar e PDK’ê jî nema vedişêre û ji bo wê nema xem e. Vaye bankên cîhanî bi pereyên xwe tije kirine, ma xema wan Çiyayên Kurdistanê ye? Yan koçberkirina kurdan e? Yan jî kuştina xwezaya bedew a Kurdistanê ye.

Wê dîsa jî bêjin, ev siyaset e. Siyaseta çi? Xelk siyasetê dikin ku axa welatê wan neyê dagirkirin. Ê vaye ew pêşkêş dikin. Siyaset ew e ku rojekê serokê dewleta tirk bêje, “Herêma Kurdistanê” ne ku bêje bakurê Iraqê. Siyaset ew e di dema tu werî pêşwzîkirin ala te hildin. Ev siyaset e!

Ev tişt ji Şengalê ne dûr in. Îro Hewlêr, Bexda û Enqere dîsa li hev kirine. Berê me digot 4 welatan Kurdistan dagir kiriye, îro em bêjin çend? Ma xweş e em bêjin bûne 5 hêz? Bi me giran e. Bi me zor e. Ji bo me birînek e.

Axir, îro dîsa gerîla weke her carê bêyî li tu dewletekê vegere, parastina wan çiyayan dikin. Li tiştekî napirsin û di heman demê de dibêjin em naxwazin bi xweşk û birayê xwe re şer bikin. Em naxwazin kurd kurdan bikujin. Lê birayê wan jî xwarinê ji ser wan qut dikin. Wan dorpêç dikin û destê xwe xistine destê dagirkerên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û hîn deverên din!

Nûçeyên Têkildar