Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

YBŞ:Êrîşên PDK, Iraq û dewleta tirk ji hev qut nînin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşa artêşa Iraqê ya 18’ê nîsanê li hemberî xalên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê pêkanî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku heta niha jî hewldanên artêşa Iraqê yên provakatîf didomin.
Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Di roja 18’ê nîsanê di saetên piştî nîvro de artêşa Iraqê rasterast êrîşî noqteyek a Asayîşa Êzidxanê ku li gundê Digurê ye kirin. Li ser êrîşa artêşa Iraqê, hêza Asayîşa Êzidxanê mecburî bersivdayînê kirin. Ruxmê vê ya jî di destpêkê de hêzên Asayîşa Êzidxanê bersiv bi rengê hişyarî dan artêşa Iraqê û di vê şer ku li ser hêzên Asayîşa Êzidxanê hatiya kirin di hem ji hêzên Asayîşê û hem jî, ji gel me birîndar hene.
Piştî vê 19’ê nîsanê di saetên 02:00’an evarî de noqteyên ku hêzên me û artêşa Iraqê hevbeş digirtin de êrîşî hêzên me kirin û xwestin bî vê êrîşan ve hevalên me dîl bigrin. Li vir jî artêşa Iraqê xwest bi dîl girtina hevalên me ew cihên ku li hember çeteyên DAÎŞ’ê me bi xwîna xwe rizgar kirî ji destê me derxînin.
Rûxmê van hemû êrîşên artêşa Iraqê ku dixwest van destkeftiyê me ji destê me derxînin, hevalên me nexwestin werin provakasyonan. Heya niha li hember vê helwestê me, artêşa Iraqê dixwaze provakasyona li ser me berdewam bike.
Helwestê me yê heya niha yê çareseriyê û nehatina provakasyonan bû. Ji bo vê jî em vê êrîşa artêşa Iraqê ji êrîşên KDP û dewleta tirk ya qirker û dagirker qut nagirin dest. Ev êrîşên artêşa Iraqê ên ku têne kirin bi zextê KDP û dewleta tirk ya dagirker tên kirin. Bi van êrîşên ve dixwazin carek din koletiyê bi me û gele me bidin qebûl kirin. Dixwazin axa me dagir bikin. Civaka me di rewşa koletî de bihêlin. Beşek ên ku di nava Iraqê de ne vê fermana dewleta tirk û ya KDP’ê pêk tînin. Bi vê yeke jî dixwazin îrada me ya siyasî tune bikin û me vegerînin rewşa 2014’an. Em wek perçeyek ji Iraqê heya niha bi Iraqê re hevbeş cih girtiye. Em dikarin bi Iraqê re êrîşên li ser axa Iraqê çêdibin bertaraf bikin. Lê belê di vê rewşa dawî de di roja cejna gelê me de êrîşî me û civaka me kirin tê wateya tunekirina nirxên me.
Ji 9’ê Cotmeha 2020’an heya niha me xwest em bi hevre pirsgrêkên xwe çareser bikin û helwesta me jî bi vî rengî bû. Rûxmê van hemû helwestên me, dîsa jî xwestin bi vê êrîşê ve destkeftî û nirxên me bin pê bikin. Li hember van helwest û êrîşên artêşa Iraqê ku bi vî rengî êrîşî me dike, me jî mecburî bersivdayînê dike. Di van êrîşan de rêhevalekê me gihîşt şehadetê û 2 rêhevalê me jî birîndar bûnê.
Di van êrîşên dawî de ji bo ku pirsgirêk bê çareser kirin, me rêka diyalogê her tim vekirî hêla û em dîsa vê bîr û baweriyan de ne ku pirsgirêk çi dibe bila bibe encex bi rêya diyalogan wê çareser bibe. Em wek YBŞ’ê û YJŞ’ê heta niha ji bo rizgarkirin û parastina vê xakê, me bi sedan fermandar û şervanên qehreman dan. Me di şert û mercên herî zehmet de xaka xwe û gelê xwe parast. Me li hember çeteyên hovane yên DAÎŞ’ê şerekî bê hempa da meşandin û çeperên xwe heya niha ti carî berneda. Ji vê rojê pê ve jî emê li hember hemû cûreyên êrîşan li berxwe bidin. Soza ku me daye şehîdên xwe yên qehreman û gelê me yê welatparêz, emê ev xaka qadîm heya dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar