Dewleta tirk di 17’ê nîsanê de careke din êrîş bir ser başûrê Kurdistanê. Ev êrîş ne sûrprîz bû. Beriya êrîşê planeke hevbeş ya dewleta tirk û PDK’ê hatibû aşkere kirin. Bi gor plana ku hatibû aşkerekirin, ew ê di 15’ê nîsanê de li gel hin provokasyonan liv û tevgereke leşkerî destpê bikira. Plan, bi du roj texirkirî destpêkir.
Dewleta tirk ev car zor daye ser herêma Zapê. Hem ji başûrê Zapê ango ji herêmên di bin kontrola PDK’ê de ne, hem jî ji bakûrê Zapê ji derdora Çelê êrîşên tund ser bi gerîllayên kurd ve dibin. Ji rêveçûyînên leşkerî dixwûye ku di êrîşan de para PDK’ê jî heye.
Dewleta tirk zêdetir baregeha li Bamernî bikartîne. Ji vê baregehê balafirên xwe yên bê mirov yên bi çek û bê çek radikin. Her weha leşkerên li vê baregehê bi helîkopteran ber bi herêma şer dikşînin. Ji bilî vê yekê tê gotin ku leşkerên tirk bi rêya bejayî jî ji alî PDK’ê ve ber bi herêmên şer tên kişandin. Her weha hêzên PDK’ê jî di nav liv û tevgerekî mezin de ne. Ew jî bi hêzên xwe yên taybet ber bi qadên şer diçin.
Berî êrîşên leşkerî destpê bike serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtînek pêkanî. Erdogan li hemberî Mesrûr Barzanî, serokê MÎT’ê Hakan Fîdan dabû rûniştandin. Di vê hevdîtînê de tu rê û rêbazên protokola fermî negirtibûn berçav. Li paş Erdogan tenê ala dewleta tirk hebû. Her weha Mesrûr Barzanî ne li kêleka Erdogan, bi tevî heyeta xwe li ber Erdogan hatibûn rêzkirin. Dîmena vê hevdîtînê di çapemeniya nêzî PDK’ê de jî hate weşandin, lê dû re dîmen hatin rakirin.
Li ser van dîmenan gelek gengeşî derket. Divê em bizanibin aliyê dewleta tirk van dîmenan bi zanebûn parvekirin. Peyamên wan aşkere bûn. Bi zelalî digotin, “rayedariya kurd ya bakûrê Iraqê di bin kontrola me de ne, em çi bixwazin ew ê wê bikin.” Lê ji bêdengiya PDK’yiyan diyar e ku aliyê dewleta tirk hindê jî ne heq nîne.
Niha hin alî îddîa dikin ku di van êrîşan de para PDK’ê tune ye. Bi gorî van aliyan Erdogan bi zanebûn beriya operasyonê hevdîtînek pêkaniye û daye çapemeniyê. Bi gorî van aliyan Erdogan bi van dîmenan xwestiye ku nakokiya navbera kurdan mezin bike. Ferzî mahal weha ye. Eger ev tiştên tên gotin rastbin, divê PDK’yî vê yekê qebûl nekin, bertek nîşan bidin. Gelo rayedariya PDK’ê, serokwezîr û serokkomarên herêma Kurdistanê heta niha bertekek nîşan dan? Çima bertekek nîşan nadin? Çima li dijî êrîşan dernakevin? Çima her careke be jî nabêjin, “Hûn nikarin li ser axa me êrîşî kurda bikin?”
Diyar e, rewş wekî ku hin alî îddîa dikin nîne. Dewleta tirk ne ku bi dîmenan peyam dide, dewleta tirk bi vê helwesta xwe aşkere dike ku êrîşan rasterast bi PDK’ê re organîze kirine. Her rêveçûyînên êrîşê, her liv û tevgerên leşkerî yên li başûrê Kurdistanê vê yekê zelal dike Mixabin, PDK hem dijberiya êrîşan nake, hem jî bi awayekî vekirî piştgiriya dewleta tirk dike.
Gelek sedemên vê hevkariyê hene. Lê sedema herî esasî ew e ku her du alî jî qedera xwe bi rengekî bi hev girêdane. Erdogan bi şer desthilatdariya xwe diparêze. PDK jî ji têkîliyên xwe yên Erdoganê sûd û hêz werdigre. Her weha her du alî pêkve piştî şerê Ukraynayê bi piştgiriya dewletên Rojavayê li pey bazarên nû ne. Dixwazin gaz û nefta Kurdistanê û Iraqê, bighînin Ewropayê. Tê dîtin ku sponsorê herî mezin a vê projeyê Îngîltere ye. Amerîka û dewletên din ya Ewropayê jî piştgiriya vê projeyê dikin.
Dema di siyasetê de berjewendiyên taybet derkevin pêş, tu ehlaq jî namîne. Di siyaseta bêehlaq de dikarin ji bo bermîlek neftê bi sedan însan bidin kûştin. Mixabin ev bêehlaqî niha careke din li Kurdistanê tê ceribandin. Divê gel hişyar be. Derfet nede vê siyaseta bêehlaq. Şervanên kurd heta niha vê derfeta nedan wan. Bi berdêleke giran axa Kurdistanê parastin. Ev car dora gel e. Divê gel bi bertekên xwe bibe hêza şervanên kurda. Tenê ev yek dikari pêşî li planên qirêj bigire.