Dewleta tirk zindanan wekî şurê derdestkirinê li ser civakê dixebitîne. Ji bo gelê kurd û dijberên pergalê zindan dojehên li ser ruyê erdê.
Ji avabûna Komara Tirk heta îro zext û zorên li zindaniyan têne kirin bi dawî nebûne. Bêguman ev rewşa kembax li ser zindaniyên siyasî pir dijwartir tê meşandin. Eger girtî kurd be ev zext-zor û bêhiqûqî digihe asta herî jor. Mafê mirovan, hiqûq û pîvanên exlaqî yên navneteweyî nayê bîra wan û nas jî nakin.
Wehşeta di salên 1980’yan de li zindanên Amed, Mamak, Metrîs, Sagmalci û hwd. hê jî di bîra raya giştî de ye. Ev feraset û kiryarên dijî mirovî heta îro jî ji dijwariya xwe tiştek wenda nekiriye. Mixabin bi giştî civaka Tirkiyeyê, saziyên demokratîk, partî û cîhana mirovhez bertekên berketî û encamê biguherîne nişan nedaye. Tenê bertek û helwest ji çepgîran, hinek ronakbîran û kurdê azadîxwaz derketiye. Gelek caran ev jî qels maye.
Eger mirov gorî rewşa îro berî xwe bide zindanên Tirkiyeyê wî bîbîne ku tu başbûn tûne ye. Berevajî xiraptir bûye û her diçe kembaxtir dibe.
Ji ber ku rejîma yek zilamî bawerî aniye ku dê bi zilm û zorê bikare serî de kurdê azadîxwaz û hemû dijberên demokrat bîne rê de û derdest bike. Ber wê yekê, kî bertekeke biçuk jî nişan bide wî dişine zindanan.
Danayên Komala Mafê Mirovan destnişan dike ku, di meha adara 2022’de li zindanên Tirkiyeyê 314 hezar û 502 girtî hene. Li gorî şêniyên welatan û jimara girtiyan, di daneyên Ewropa de Tirkiye yekemin e. Li cîhanê jî duyemîn e.
Di zindanên Tirkiyê de van pênç salên dawî de ji ber zext û zorê û sedemên cuda 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Jimara girtiyên nexweş jî 1604 in. Ji vane 604 jî nexweşên giran in. Van rojên dawî de gelek nexweşan jiyana xwe ji dest da. Siyaseta li zindanan tê meşandin a darvekirineke veşartî ye.
Derheqê gelek nexweşên giran de bijîşk raporê didin û dibêjin vane nikarin di zindanê de bi serê xwe bijîn, belê qaşo Saziya Dadê ya Tipê, bi awayeke siyasî û bê hiqûqî raporên berevajî dide. Mînaka herî berbiçav kalemêrê kurd ê 83 salî M. Emîn Ozkan û parlementera berê Aysel Tûglûk e. Ev nêzîkbûna dijmirovî û ne hiqûqî dibe sedema girtî di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin. Ev jî politikaya qirkirinê ya bi aweyekê din a hikûmeta AKP’ê ye.
Di heman demê de gelek girtiyên siyasî cezayên wan diqede, belê dîsa lijneya rêveberî û şopandinê ya zindanan wan bernadin. Dibêjin vana li gorî pêvanên zindanê tevnegeriyane, serî netewandine û derdest nebûne. Bi keyfî wan dîsa di zindanê de digirin.
Rojên borî li gorî nûçeyên çapemeniyê, gardiyanan li Zîndana Silîvrî êriş birine ser 8 girtiyên adlî û bi pêkûtiyan Ferhan Yilmaz qetil kirin. Yên din jî teşwîqê întîharê kirin. Mixabin ev bûyerên wekî vê êdî bûyîne bûyerên ji rêzê.
Wekî din li zindanan hemû amûr û pêdiviyên jiyanê bi awayekê siyasî li ser girtiyan wekî amûrê desteserkirin û li xwe borînê bikartînine.
Avê qut dikin, ava germ kêm didin. Alavên hijyen an nadin an jî kêm dikin. Xwarinê kêm didin. Pirtûk û rojnameyan gorî mafê qanûnî nadin, bi keyfî tevdigerin. Dema ku nexweşan dibin nexweşxaneyan astengiyan çêdikin û hemû cureyên pêkûtî û heqaretê li wan dikin. Bi malbat û parêzeran re mafê hevdîtinê kêm an jî tune dikin. Di navbera qawîşan de karên civakî, werziş û hunerê asteng dikin. Kedên wêjeyî û berhem afrandinan de astengan derdixin. Girtiyan koçber dikin û ji malbatên wan dur dixin. Derûniya malbat û girtiyan xirab dikin. Mafê name şandinê, bi telefonê axiftinê kêm an jî asteng dikin. Gelek tiştên din yên neyêne aqilê mirovan li ser wan ferz dikin û diceribînin.
Ber hindê, tu carî berxwedana zindaniyan jî naqede. Gelek cureyên berxwedanê û grevên birçîbûnê di demên borî de hatine pêkanîn. Niha jî li Amedê, Wanê, Îzmîrê di zindanan de grêvên birçîbûnê hene. Pê ve girêdayî çalakiyên malbatên girtiyan berdewam e.
Rastî pêvajo giran û awerte ye. Hikûmeta AKP’ê zext û zorê li ser girtiyan zêde dike. Di heman demê de li ser civakê jî. Ji vê jî têr nabîn êrîşî Rojava û başurê Kurdistanê dikin. Artêşa Iraqê êrîşî Şengalê dike. Şer û êrîşkarî mezin û berfirih dibe. Dê ber bi ku ve biçe ne zelal e. Pêwîstî bi berxwedaneke demokratik a girseyî û berfireh heye. Hem li zindaniyan xwedî derketin hem ji li himberê şer bertek dayîn êdî bûye peywîreke lezgîn û berpirsariyeke mirovî. Roj roja yekitî, rêxistinbûn, berxwedan û dîplomasiyê ye…