Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ax Kurmê Darê!

Wisa diyar e kurdan, ji vî ‘kurmê darê’ gelek kişandine, lewma bi nalîn û axîn bibîr tînin. Lewma dapîr û bapîrên kurdan wisa ev gotin rêz kirin e: Kurmê Darê Ne Ji Darê Be Dar Nayê Xwarê!

Dibe ku di dîroka hemû gelan de biwêj û gotinên pêşiyên wan ên wisa hebin. Lê pêşbîniyên xurt hene ku ev ‘kurmê darê’ an jî bi gotina zelaltir “xeyanet”a di nava kurdan de zêdetir be. Lewma gelê kurd heta niha negihiştiye azadiya xwe û hîn jî di bin nîrê zilma dagirker û mêtingeran de dinale!

Em werin ser mijara rojane û dibe ku xiyaneta kurdan a vê dema dawî ya herî mezin û qirêjtir jî ev be: Wêneyên herdu kabiran ê Mesrûr Berzanî û Hakan Fîdan.

Li gel kê an jê kê ew anîbûn ba hev û bi hev re li ser qirkirin û tunekirina rûmet û destketiyên kurdan plan û proje çê dikirin? Bêgûman tê zanîn an hat bîra we, ji ber ku ji mêj ve ev karê xiyanetî tê meşandin û fermandarê wan; Receb Tayib Erdogan e! Dujminê sondxwarî, qirker, xwînwar û xwînrijê vê serdeme ye!

Vê dewleta faşîst a tirkan, ji despêka damezrandina xwe ve, ku li ser tunekirina gelan û bi taybetî ji li ser qirkirin û asimilekirina gelê kurd hatiye ava kirin, ev dujminkariya xwe ya li himberî gelê Kurdistanê bênavber daye meşandin. Lê li goreyî tê xuyakirin, R.Erdogan, ji kujerên berî xwe jî sûd girtiye, belê hemû derbas kiriye û ji hemû zalimên berî xwe zalimtir û xwînrijtir e.

Ewqas zêde diçe ku, li gel hemû serpêhatiyên berî xwe, li gel hemû çekên herî modern, dest bi karanîna çekên kîmyewî û xazên jahrî jî kir li dijî şervanên azadiyê gerila û gelê Kurdistanê, lê nikaribû bi serkeve. Ji ber ku îrade/vîna gel û gerilayên berxwedêr û leheng, bi cangoriyên qehremanî, ew êrîşên zalimane û wahşî hemû bêker û pûç kirin.

Hema mirov dikarê bêje bi tenê di destê vê dewletê û hevalbendên wan de, bikaranîna xiyaneta kurda mabû! An jî bi gotinek din çarenûsa wan, man û nemana wan maye di destê xiyanetê de û niha vêna jî pêktîne.

Pirê caran mirov dibêje xiyaneta PDK an jî Malbata Berzanî û li gel wan jî niha Hakan Fidanê Erdîşî-Wanî jî aşkere bû. Raste herdu alî jî, bi nasnameya kurd dijîn. Erê malbat an jî êl û eşîra H.Fidan dibe ku baş nayê nasîn, lê ya Malbata Berzanî pir nasyar e.

Lewma divê li ser vê mijarê kêm be jî hinek şîrove were kirin. Ji bo ku bila mafê partî, malbat û êlên wan zêde neyên xwarin û hemû bi hev re weke hev xayîn neyên jimartin. Jiber ku kesên wisa, weke heta niha hatine dîtin bi giranî û bi giştî, bi tinê xwe diparêzin.

Dema ku cih li wan teng dibin, êdî kesî nas nakin û naparêzin, bi tenê li rizgariya xwe digerin, mirovên wan, partî, xizim û malbatên wan çi were serê wan ji wan re ne xem e. Kesên wisa, jixwe diyar e di jiyan û kiryariya wan de, ne civakparêz in, ne gel û netew û welatparêz in, belê takakesî ne, vîna xwe firotine bi pereyan, êdî pîvanên mirovahiyê; exlaq, wijdan, nirx û rûmet li ba wan nîne  bi tenê xweparêz in!

Di çapemeniyê de li ser van kesên Berzanî gelek nûçeyên gendelî û diziyê derketin. Hate dîtin ku xwedanê çendîn milyar dolar in; piranî jî mal û milk li derveyî Kurdistanê girêdane. Erê yên weke H.Fidan, hîn xwedanê çendîn mal û milke ne diyar e, ji ber niha serokê saziya agahiya Tirkiyê MÎT’ê ye, dizî û talanê xwe dikare veşêre. Lê dema ji kar hat girtin, wê gavê ên wî jî aşkere dibin.

Belê hema ji niha ve, bi gelek kesên milyon û milyar dolar revandine, bazirganiya madeyên hişbir û hwd.re fotoyên wî jî li gel wan, daketin çapemenî û medyayê! Bi kurtayî êdî di vê dema teknolojiyê û dijîtalê de kes nikarin xwe, demdirêj veşêrin.

Di encamê de, şervan û rêber û bi giştî gelê Kurdistanê yê berxwedêr, heta niha çawa karibûn li hember ewqas êrîşên dagirkeran xwe ragirin û wan vala derxînin, ew ê li himber vê xiyaneta kirêt û qirêj jî karibin xwe ragirin û bi serkevin.

Kurt û cewherî, divê vê carê ‘kurmên darê’ herin xwarê!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar