Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo ku di roja duşemê de hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê jî dan.
Ocalan, di sala 2019’an de “Nexşerê” jî li parastina xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) şandibû zêde kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hinceta “Nexşerêyê”, di 23’yê îlona 2020’an de hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehan qedexe kiribû. Her wiha piştî serlêdanên parêzeran derket holê ku di çileya 2021’an de dîsa cezayê disiplînê li Ocalan hatiye birîn.
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê cotmeha 2021’an de li Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan jî serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.
Ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qutkirin.