Polîsan li navçeya Bazîda Agiriyê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê Gonul Ozturk, Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdûllah Ekelîk û rêveberê HDP’ê yê navçeyê yê berê Bahattîn Ozturk binçav kirin. Polîsan piştî serdegirtina malan bi ser avahiya Rêxistina HDP’a Bazîdê de girtin.
Lêgerîna li avahiya HDP’ê berdewam dike.