Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KON-MED’ê bang li hemû kesan kir ku di 23’ê nîsanê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan

KON-MED'ê bang li gel kir ku 23'ê nîsanê bi ruhê seferberiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê dakevin qadan û bernameya çalakiyan aşkera kir.

KON-MED’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo çalakiyên ku wê 23’ê nîsanê werin lidarxistin banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger li ber çavê hemû cîhanê bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê Kurdistanê dagir dike û êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne. Ji aliyê me hemûyan ve bi zelalî tê zanîn û tê dîtin ku ev êrîşa ku bi armanca pêşîgirtina li têkoşîna azadiya Kurdistanê tê kirin li ser destkeftî û paşeroja tevahî gelê Kurd e. Dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê, tevî ku bi hemû rêbazên qirêj êrîşî têkoşîna azadiya Kurd dike jî nikare ti encamekê bi dest bixe. Dewleta Tirk a dagirker, hikumeta AKP-MHP’ê bi van rêbazan wê negihîje ti cihî. Hikûmeta faşîst rêbazên şer ên ji bo ji holê rakirina qeyrana di nava xwe de bi kar tîne, ji bo xwe weke erk dibîne. Bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê re berê xwe dane Rojava û Şengalê, li Bakurê Kurdistanê bi sedan Kurdistanî destgîr kirin û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de dîl tên girtin, bi êşkence û rêbazên dijmirovahî tên qetilkirin. Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku li Rojhilata Navîn dest pê kir, li her derê belav bû û ji her derê dengên pevçûnan tên. Yên ku îro ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê hêsir dibarînin, li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê û qetlîaman bêdeng dimînin, durûtiyê dikin. Di serî de dewleta Elman hemû dewletên ku bêdeng man û dagirkerî pejirandin, hevkarê van êrîşan in.”

‘Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin’

KON-MED’ê bi berdewamî ev tişt ragihand: “Şervanên azadiyê yên Kurd bi berxwedana xwe ya destanî li dijî van êrîşên qirkirin û îmhayê parastina hemû gelê Kurdistanê û destkeftiyên wan dikin. Em Kurdên li Elmanyayê dijîn, em bi têkoşîna hevpar û bi ruhê yekîtiya netewî ve li dijî  dewleta Tirk a faşîst û îxaneta PDK’ê bisekinin û bi daketina qadan ya bi dirûşmeya ‘Kurdistanê biparêzin’ em dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Weke KON-MED divê em di serî de gelê me, rewşenbîr, hunermend, sazî û partiyên me bi ruhê yekîtiya netewî li dijî dewleta Tirk a qirker, erka xwe ya welatparêziyê bi cih bînin. Bêdengbûn û temaşekirin tenê xizmeta polîtîkayên dagirkerî û qetlîamê yên dijmin dike. Li ser vê bingehê em KON-MED bang li hemû gelê xwe yê li Elmanyayê dijîn û hemû dostên xwe yên li dijî şer in dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlê çalakiyên ku wê 23’ê Nîsanê werin lidarxistin bibin.”

Bernameya çalakiyan

Agahiyên li ser çalakiyên KON-MED’ê yên di 23’ê nîsanê de bi pêşengiya federasyonan hatin lidarxistin wiha ne:

“Dusseldorf, DGB Haûs Saet: 14:00

Hambûrg, Sternschanze Bahnhof Saet: 15:00

Hannover, Opernplatz Saet: 14:00

Dresden, HBF Saet: 14:00

Leîpzîg, Eîsenbahnstraße Saet: 18:00

Frankfûrt, Gallûswarte (Meşa Ciwanan) Saet: 13:00

Stuttgart, Lautenschlager Straße, Saet: 15:00

Freîbûrg, Platz der alten Synagog Saet: 18:00

Munîh, Zenettîplatz Saet: 19:00.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar