PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bang li Bexdayê kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bang li hikumeta Bexdayê kir ku bila têkiliyê bi civaka êzidî re deyne, çek û şîdetê ji holê rake û wiha got: “Em tevgera azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoya demokratîk.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrişên dagirker ên dewleta tirk û aloziya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di pêvajoya ku wê dewleta Iraqê bi gelê êzidî re diyalogê deyne, divê çek û şîddetê li holê rake û diyalogê ji xwe re bike esas.”

Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta tirk a faşîst di 17’ê Nîsana 2022’an de di şerê qirkirinê yê li dijî gelê me de dest bi pêvajoyeke nû ya êrişê kir. Vê desthilatdariya faşîst tevî sûcên xwe yên dîrokî dor lê teng bûye, aboriya wê ji ber ku ji bo şerê li dijî kurdan tê xerckirin, bi diziyê tê rêvebirin, şefê faşîst Erdogan ketiye nav hewldana guherandina rojevê. Temenê vê rejîma faşîst ewqasî kin bûye ku bi van hewldanan nayê dirêjkirin. Ji ber vê kom û malbatên wekî KDP’ê bi kar tîne, dixwaze axa xwe berfireh bike, destkeftiyên gelê me tune bike û tu tiştekî Kurdistanî nehêle. Bi vî awayî êrişên rejîma faşîst didome, berxwedana gerîlayên azadiyê gelek hesaban xerab dike. Heke ev êrişên rejîma TC’ya faşîst wekî dijminatiya PKK’ê were binavkirin tê wateya ku ji dîrokê tiştek nehatiye fêmkirin û ev tişt derdikeve holê ku şirîkê van hesaban in. Dewleta tirk di warê dîrokî de dijminê kurdan e.”

Dixwazin xeyalên xwe yên osmaniyan pêk bînin

KCK’ê bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a faşîst di demên dawîn de êrişî gelê me yê Şengal û Êzidî dike. Gelê me yê Êzidî hê nû ji nav êrişên qirkirinê derketine. Bi hezaran jin û zarok bi fermana 73’an hatine dîlgirtin û aqûbeta wan ne diyar e. Piştî berxwedana civaka Êzidî ya ku DAÎŞ têk bir, ji bo ku careke din qirkirin û ferman pêk neyê, wan xwestine tevdîran çêbikin. Ji ber vê li ser federalîzmê sekinî ya ku ruhê makeqanûna Iraqê ye û modela rêveberiya xweser ava kirine. Vê hewldana gelê me yê Êzidî herî zêde KDP a ku Şengal teslîmî DAÎŞ’ê kiriye û dewleta tirk a ku berpirsê DAÎŞ’ê ye aciz kiriye. Gelê Êzidî di vî pêvajoyê de tevî Iraqê xwestiye diyalogê çêbike. Ev çend roj in di çapemeniyê de jî tê dîtin ku di navbera artêşa Iraqê û gelê Êzidî de alozî heye. Dema ku êrişên DAÎŞ’ê dest pê kir, me mudaxeleyî fermana 73’an kir. Me civaka Êzidî li hemberî van êrişan parast. Piştre hêzên parastina Êzidiyan YBŞ, YJŞ û Asayîş di serî de, bi piştgirî û alîkariya dewleta Iraqê li herêma Şengalê heta asteke girîng êrişên DAÎŞ’ê hatin şikandin. Civaka me yê Êzidî di vê pêvajoyê de li Şengalê xwerêveberiya xwe ava kirin. Di vê pêvajoyê de ji bo ku pêşiya êrişên li ser gelên Iraqê ya ji ser Şengalê were girtin, ev tişt hate kirin. Hêza parastina Êzidiyan a li Şengalê ji bo Iraqê ne problem e, çareserî ye.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de KCK’ê ev tişt anî ziman: “Tê fêmkirin ku di serdemeke wiha de ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başurê Kurdistan û Iraqê zêde bûne, planek heye ku dewleta Iraqê û Êzidiyan bi hev re rû bi rû bihêlin. Gelê Êzidî gelekî ku rastî qirkirinê hatiye. Divê Iraq bi hestiyartir û bi berpirsyarî nêzî Êzidiyan û vîna wan a siyasî bibe. Heta van demen dawî hêzên ku çek li hember Êzidiyan bikaranîn çeteyên DAIŞ, PDK û Tirkiye bû. Ji aliyê din ve divê dewleta Iraqê di pêvajoya diyalogê ya ku wê bi gelê Êzidî re pêk bîne de çek û tundiyê dûr bixe û diyalogê esasê bigire. Peymanên li dijî vîna Êzidiyan, lêkirina dîwarê Tirkan, bêhurmetiya li nirxên gel pirsgirêkan çareser nake. Bi wesayitên leşkerî çûna li ser gelê Êzidî û zarokên wan, ne diyalogê wê pevçûnê bi xwe re bîne holê. Divê ne gelê Êzidî û ne jî dewleta Iraqê bigihêje merheleyek wiha. Her wiha divê rêveberiya xweseriya Şengalê jî projeyên xwe yên çareseriyê bi hikûmet û rêveberiya Iraqê re parve bike û bi diyalogê çareser bike. Di vê mijarê de em dixwazin diyar bikin ku weke Tevgera Azadî ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoyên avaker ên demokratîk.”

Di dawiya daxuyaniya xwe KCK’ê wiha got: “Em weke tevger li dijî dewleta tirk a dagirker şerekî mezin dimeşînin. Ev şer ne tenê şerê azadiyê yê Kurdan e, di heman demê de berxwedana gelên herêmê ya ji bo azadî û aştiyê ye. Wê projeya Neo-Osmaniyan a dewleta Tirk li dîwarên gerîlayên Kurdistanê bikeve û parçe parçe bibe. Tevgera me wê van hesaban parçe bike, ji bo azadiya gelên li herêmê, ji bo îstîkrar û aramiyê wê li ber xwe bide. Em bang li civaka Iraqê û dewleta Tirk dikin ku bila xetereya planên dagirkeran fêm bikin û li hemberî van planman dengê xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar