Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla yên bi tevger ên ku diçin çalakiyê

Tîmên gerîla yên bi tevger ên li Zapê ku diçin çalakiyê, dîmenê wan hate kişandin. Gerîla dibêjin, “Em diçin çalakiyê, em ê encameke baş bi dest bixin. Em ê dijmin têk bibin.”

Di destekî de kalaşnîkov, di destê din de jî kamûflaja li dijî balafirên bêmirov. Li piştêr jî barekî giran.

Dema ku ji nava tehtan derdikeve, rûyê wî dikene. Destmalek bi rengê leşkerî bi serê xwe ve girêdaye. Çenteyê li piştê jî bi kamûflajê ye.

Berê xwe daye cîhê çalakiyê. Dema ku jê tê pirsîn, “Tu yê tiştekî bêje?” destpêkê dibêje “Serkeftin.”

Baz yek ji endamê yekîneyên bi tevger ên li Zapê ye. Dibêje, “Em niha diçin çalakiyê. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyeke serkeftî pêk bînin.”

Li pey wî gerîla Şaho heye. Li serê wî jî kumekî bi rengê leşkerî, li pişt jî çente û kamûflaj. Di dest de jî çek, hildikişe. Rûyê wî jî bi ken e.

Li dijî dewleta tirk a ku bi hezaran leşker, helîkopter, balafirên şer û balafirên bêmirov dest bi dagirkeriyê kiriye, diçe çalakiyê.

Gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên 17’ê nîsanê dane destpêkirin, bênavber çalakiyan dikin.

Şaho dibêje, “Em diçin çalakiyê bikin, em ê encameke baş bi dest bixin. Em ê vî dijminî têk bibin.”

Piştî demeke kurt du gerîlayên jin têne dîtin. Barê wan jî bi heman rengî ye. Kincê gerîla li wan e. Dema ku jê tê pirsîn “Hevala Sara tu yê çi bêje?” bi rûkeniya her gerîlayî dibêje “Serkeftinê dixwazim.”

Bi hêviya ku tiştek bi hevalan neyê dibêje, “Em ê bi agahiyên xweş vegerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar