Sala 2015’an ji bo gelên ermen, suryanî û êzidî dîroka komkujî, qirkirin û êşa giran a sirgûnkirinê ye. Sala 1915’an gelê ermen hate qetilkirin û sirgûnkirin. Nêzî milyonek û 500 hezar mirov hatin qetilkirin. Gelê ermen ê qedîm weke netewe tune kirin. Ermenên ji ber qirkirinê man jî di nava gelên din de hatin helandin an jî sirgûnkirin. Ermenên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatin sirgûnkirin, ji ber tirsa ji komkujiyê neçar man nasnameya xwe veşêrin û bi vî rengî jiyan, heliyan.
Ji Dêra Zorê heta Helebê, ji Kobanê heta Til Temirê, ji Dirbêsiyê heta Dêrikê bi hezaran ermen Şoreşa Rojava ji bo xwe weke ronahiyekê dîtin û dest bi qala ermenbûna xwe kirin. Îro jî bi rêxistinên meclis û leşkerî li her qada şoreşê bi rengekî çalak cih digirin û hewl didin bi nasnameya xwe jiyana xwe dewam bikin.
Meclisa civakî ya ermenî
Li Qada Şoreşê ya Rojava li Dêra Zorê, Hesekê û Qamişloyê sê meclisên ermen hene. Meclisên ku salên 2020 û 2021’ê hatin avakirin, ji aliyekî ve hewl didin ermenên nasnameya xwe winda kirine tespît bikin û li hev bicivîne, li aliyê din jî li ser ziman, dîrok û çanda ermenan kar dikin.
Meclisên ku ji dema damezrandinê ve gelek karên serketî kirine, gelek tevlibûn li wan çêdike. Yekane şertê tevlibûnê jî xizmeta ji bo gelê ermen e.
Meclisa Civakî ya Ermenî di bin sîwanê xwe de her sibeh dersên zimanê ermenî û dîroka Ermenistanê dide. Mehên havînê jî dersa zimanê ermenî dide zarokan. Karên li ser şano, govend, stran, helbest û çandê jî hene.
Rêveberê meclisê qala zor û zehmetiyan karên xwe kir:”Meclisê di dema damezrandinê de gelekî zor û zehmetî kişand. Pirsgirêka herî mezin jî ew bû ku armanca meclisê nekarîbû bide fêhmkirin. Bandoreke cidiya îdeolojîk û burokratîk a rejîmê heye. Hîn jî feraseteke welê heye ku xwe weke karmendên ji rejîmê re dixebitin dibînin. Her wiha ji aliyê me ve jî di kar de hin kêmasî hene. Li Dêra Zorê astengiya herî mezin a li pêşiya karên me qutnebûna ji mejiyê rejîmê ye. Bandora wê ji her alî ve heye. Ji bo şikandina vî mejî û koletiyê kar têne kirin.”
Manûşa Pîtrûsya, Dîkran Erdemyan û Sarîn Krîkol diyar kirin ku bi tevlîbûna li nava meclisê re wan nasname, ziman û dîroka xwe nas kirin û gotin, “Ji bo me firsendeke dîrokî bû. Em dîrok, ziman û çanda xwe ya li ber tunebûnê bû hîn dibin. Hesteke mezin e. Bêguman ev hemû bi Şoreşa Rojava re pêk hatin.”
Tabûra destpêkê ya ermen
Di salvegera 104’an a qirkirina ermenan de Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan hate avakirin. Tabûr yek ji pêkhateyên çalak ê parastin û Şoreşa Rojava ye. Tabûra ku kete sala xwe ya çaran, bi rengekî çalak tev li eniyên mîna Serêkaniyê û Til Temirê dibe. Di nava tabûrê de li gel perwerdeyên leşkerî her wiha perwerdeyên li ser ziman, dîrok û çanda ermenî jî perwerde têne dayin. Armanc ew e ku tabûr bê mezinkirin, bibe tûgay û kar tê kirin ku Tabûra Ermen a Jinan a Xweser jî bê avakirin.
Ji rêveberên tabûrê Nûbar Melkonyan got, “Tabûra Ermen a Nûbar Ozanyan ji bo parastina Rojava li eniyê cih digire. Di pêngava Serêkaniyê de amade bû. Herî dawî di êrişa DAÎŞ’ê ya li Hesekê de tevî HSD’ê herêm parast. Weke pêkhateyeke Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê îro li eniyê ye. Tevî karên xwe yê leşkerî karên zîreet û çandiniyê jî dike.”
Melkonyan li ser ermenên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê jinûve koçber bûne wiha axivî: “Ermen ji wan gelan e ku herî zêde bi sirgûn û koçberiyê zane. Piştî dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ermenan cara duyemîn ji neçarî koç kirin. Ermenên çûn Hesekê, Reqa, Heleb û Ermenistanê, bi gotineke din hewl da ku jiyana xwe ji sifirê ji nû ve ava bikin. Malên xwe, zeviyên xwe, dibistan, dêr, goristanên xwe, dikan û karê xwe li pey xwe hiştin, bîranînên xwe xistin dilê xwe û çûn.”
Têkiliya bi ermenên li derve re
Li ser têkiliya bi saziyên ermen ên li derve re Melkonyan got, “Bi taybetî me li Ermenistan, Beyrûd, Heleb û hinekî li Ewropayê bandor kir. Lê belê me hîn nekariye vê yekê veguherînin rêxistiniyê. Ji bo vê jî divê em hîn bêhtir bixebitin.”
Melkonyan qala salvegera 107’an a komkujiyê kir û got, “Em sala 107’an li gorî salên beriya wê di nava atmosfereke hîn girantir de pêşwazî dikin. Qerebax ji aliyê olîgarkên Azerbaycanê ve ku pişta xwe didin dewleta tirk a îttîhatperest-Kemalîst hate dagirkirin. Bi giraniya civakî û manewî ya vê dagirkeriyê em sala 107’an a qirkirinê pêşwazî dikin.”
Li ser sedema nenaskirina qirkirinê ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî Melkonyan got, “Qirkirina ermenan rastiyeke ku ji aliyê kesî ve nikare bê înkarkirin. Çiqasî hewl bidin veşêrin jî zû yan jî dereng ev rastî wê derkeve pêşiya wan. Ji ber têkiliyên aborî, polîtîk û dîplomatîk ên bi dewleta tirk re hin dewlet qirkirinê nas nakin. rastiya berjewendiyan dike ku înkar, nedîtin û qebûlnekirin çêbibe. Ji bilî vê nikare bê vegotin.
Ne bi dewletan lê belê bi gelên herêmê û gelên cîhanê re em ê kar bikin û bi vî rengî bidin qebûlkirin. Karê me bi vî rengî hene, lê belê kêm e û têrê nake.”