Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Avaşînê jî gerîla Hazim Elî El Nofel şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê, li herêma Zapê 3 leşkerên din hatin cezakirin, yek jî birîndar bû.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Êrişa dagirkeriyê ya dewleta tirk a dagirker, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi ruhê milîtaniya Apoyî ve hate pêşwazîkirin û li her qadê derbên giran li dagirkeran hate xistin. Tîmên me yên gerîla yên bi tevger ku li ser xeta fedaiyên me yên nemir dimeşin û derbên giran li dagirkeran dixin, taktîkên dema nû bi pratîkeke afirîner bi cih tînin û bersiva pêwîst didin êrîşên giran ên dagirkeran.

Di şerê giran de hevrêyê me yê Fedaî yê ji ewladê leheng û hêja yê gelê me yê ereb bi lehengî şer kir, derbên giran li dagirkeran xist û şehîd bû.

Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

22’ê nîsanê saet di 14:30’î de artêşa tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li qada berxwedanê ya Girê Karker bi balafiran 6 caran bombe kir û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana xurt a hêzên me re şer qewimî û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin. Heman rojê saet di 17:40 û 19:10’an de dagirkeran careke din xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, hêzên me jî bi rêbaza sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

22’ê nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Karker, Şikefta Birîndara û Girê Ortê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Li qadên berxwedanê şerê navbera hêzên me û dagirkeran bi rengekî giran dewam dike.

22’ê nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de artêşa tirk a dagirker xwest hêzên xwe bi helîkopteran li quntarên Çiyayêreş, Girê Rûbar û Girê Kovî deyne. Bi destwerdana hêzên me re şer qewimî û hîn jî dewam dike.

22’ê nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zelal nebû.

22’ê nîsanê saet di navbera 17:30-22:50’î de qadên Çemço û Şehîd Adil ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û balafirên şer hatin bombekirin.

Gerîlayek şehîd bû

Hevrêyê me Fedaî ku di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih digirt û li herêma Avaşînê hîn ji roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ve sînga xwe kir çeper û li refên herî pêş bersiv da dagirkeran, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Fedaî ku ewladê leheng û hêja yê gelê me yê ereb û, bi berxwedana xwe ya bi lehengî bi baweriya kûr a ji paradîgmaya neteweya demokratîk û îdeolojiya Apoyî têkoşiya û bû yek ji lehengên di berxwedana me de bû sembol.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Fedaî wiha ne:

Nasnav: Fedaî Kobanê

Nav paşnav: Hazim Elî El Nofel

Cihê jidayikbûnê: Cezaa

Dayik-Bav: Meryem-Elî

Dem û cihê şehadetê: 18’ê Nîsana 2022 / Avaşîn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar