Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi beşdariya nûnerên saziyên Şengalê li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş civiya û rewşa siyasî ya Iraqê, Şengalê û cîhanê nirxand.
Di civînê de nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî û ji herêmên ku ereb dijîn jî nûnerên meclisên gel amade bûn.
Di dawiya civînê de meclisê bi amadebûna nûnerên xwe daxuyanî da û helwesta xwe ya li dijî êrîşên artêşa Iraqê ya di demên dawî de aşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber ya Şengalê Azad Hisên ve hat xwendin.
Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye:
“Di demên dawî de hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn li hemberî gel û baweriyan car din polîtîkayên şer têne meşandin. Şerê Ukrayna-Rûsyayê nîşan da ku hemû mirovahî di esas de di bin xeteriya şer, koçberî, mirin û birîndariyê ye. Li Rojhilata Navîn jî roj nîne bêşer û pevçûn derbas bibe. Herî dawî dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata Barzaniyan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. Armanc û hedefa dewleta tirk û PDK’ê ya ji van êrîşan tê zanîn. Dixwazin hêza azadiya gelan, hêza parastina gelan tune bikin û pîlanên xwe yên dagirkirina herêmê bimeşînin.
Hemwextê êrîşên li ser qadên gerîla, di 18’ê nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî berê xwe da Şengalê û dest bi dorgirtina noqteyên Asayîşa Êzîdxanê kir. Artêşê, ji hêzên parastina Şengalê xwest ku dest ji noqteyên xwe berdin û teslîmî artêşê bikin. Di encama dorgirtin û êrîşên artêşa Iraqê de jî li gelek deverên Şengalê şer qewimî. Beriya her tiştî em dixwazin bêjin ku eger şerekî dijwar û berfireh çênebûye, ev ji ber helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê ye. Ji ber ku artêşa Iraqê ji bo şerekî dijwar û demdirêj destpê bike çi ji dest hate kiriye, lê ji ber ku em xwe li ber gelên Iraqê berpirsyar dibînin me heya niha rê nedaye vî şerî giran.
Niha gelek kes dipirse û meraq dike, gelo artêşa Iraqê çima êrîşê Şengalê dike? Gelo yên ku dixwazin ev şer destpê bike û dewam bike kî ne? Eger şerek destpê bike ev dikeve xizmeta kîjan hêzan? Gelo ev şerê Iraqê ye an jî parçeyek şerê dewleta tirk a dagirker û PDK ye? Em wekî Meclisa Xweser a Şengalê li bersiva van pirsan digerin û dixwazin dewleta Iraqê jî bersiveke rast bide van pirsan û helwesta xwe zelal bike.
Di fermana 2014’an de tu hêz berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka êzidî û Şengalê bi cih neanî. Artêşa Iraqê pişta xwe da civaka me û ji Şengalê reviya. PDK’ê bi îxaneteke mezin li ser Şengalê bazarî kirin. Dewleta tirk a dagirker bi destê DAÎŞ’ê xwest koka me biqedîne. Lê bi piştevaniya gerîlayên PKK’ê û ciwanên me, me hebûna xwe, ola xwe, çiyayê xwe parast û me xwe gihand van rojan. Me Çiyayê Şengalê parast lê di rastiyê de me hemû Iraqê parast. DAÎŞ’ê hemû Nînovayê da ber xwe û fetih kir, lê Çiyayê Şengalê rê neda DAÎŞ’ê. Ev rastî ji tarîxê heya roja me dewam kiriye û îro jî rastî neguheriye. Parastina Şengalê, parastina Nînovayê ye. Parastina Nînovayê parastina hemû Iraqê ye.
Herkes baş dizane ku piştî artêşa Iraqê ji Şengalê reviya, yekem car me ala Iraqê li Şengalê bilind kir û parast. Sazî û dezgehên hikumetê bi hevkarî û piştgiriya me vegeriyan Şengalê. Tiştê ku em dixwazin bêjin ev e; me di fermanê de hem hebûna xwe parast hem jî hebûna Iraqê parast. Îro çi dibe sedem ku artêşa Iraqê berê çekên xwe dide ser zarokên êzidiyan, zarokên Şengalê. Rast e, em dizanin şûrê osmaniyan her li ser serê me bûye û em dizanin PDK dixwaze destketiyên civaka me tune bike. Lê em dipirsin, piştî DAÎŞ, dewleta tirk û PDK’ê wê artêşa Iraqê jî bi êzidiyan re şer bike? Wê dewleta Iraqê jî bibe parçeyek ji dîroka fermanên êzidiyan? Ev pirseke dîrokî ye ku em ji Iraqê dipirsin û bersiva vê pirsê dixwazin.
Em baş dizanin ku ev êrîşên dawî berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Yên ev peyman îmza kiribûn ev êrîşên dawî dimeşînin, artêşa Iraqê dişînin ser gelê me. Hevkarên vê peymanê ne ku sînorê rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi dîwaran qut dikin. Em dixwazin car din bînin bîra herkesî, di fermanê de bi sedhezaran êzidî ji vê sînorê derbas bûn û xwe gihandin cihên ewle. Her kes dizane ku çeteyên DAÎŞ’ê ne ji sînorên Roajva belkû ji nava xaka Iraqê êrîşî ser me kirin û gelê me di komkujiyê re hate derbaskirin. Bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê ji vê sînorê hatin û xwe gihandin hawara me. Eger civaka me ji fermanê xwe rizgar kiribe, ji ber sînorê rojavayê Kurdistanê û Şengalê ye.
Niha hûn vî sînorî bi dîwar û sîman digirin. Em baş dizanin ku ev te çi wateyê? Dijminên êzidiyan ji me re dibêjin ku ‘Yan hûnê teslîmê me bibin, yan jî em ê fermanên nû bînin serê we’. Em baş dizanin ku ev polîtîkaya dorgirtin û teslîmgirtinê ye. Lê em ji dîroka xwe piştrast in; Em ser didin lê sir nadin, em li ber xwe didin lê teslîm nabin.
Em ji vir bang li hêzên siyasî yên Iraqê, gel û baweriyên Iraqê, rayedarên Iraqê dikin. Hikumeta Iraqê wekî hevkarê dewleta tirk û PDK’ê, dijminatiya civaka êzidî û Şengalê dike. Ev plan û siyaset Iraqê ber bi parçebûnê ve dibe. Ev plana osmaniya nû ye ku dixwazin Nînovayê bikin parezgeha Komara Tirkiyeyê. Ev parçeyek ji plana Mîsak-i Mîllî ya dewleta tirk e. Ew kes û aliyên ku her roj behsa siyada Iraqê dikin vê rastiyê nabînin gelo? Dewleta tirk û PDK dixwazin Şengalê jî, Nînovayê jî, Kerkûkê jî ji Iraqê qut bikin. Ma ev rastî nayê dîtin?
Em wekî civaka êzidî, wekî gelên Şengalê di ferqa van pîlanan de ne. Em ê li hemberî vê pîlanê bi hemû hêz û baweriya xwe li ber xwe bisekinin. Em ji vir bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê dikin, li dijî vê pîlana dewleta tirk, PDK û hikûmeta Iraqê derkevin. Artêşa Iraqê artêşa dewletê ye, ne artêşa hizb û aliyan e. Lazim e ev artêş bi ser Şengalê de bi ser civaka êzidî de neyê şandin.
Me berê jî got, em niha jî dibêjin. Ji bo ku rewşa Şengalê di çarçoweya dewleta federal a Iraqê de, li gor destûra bingehîn çareser bibe em ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne. Di van rojên dawî de çiqas hevdîtin hatine kirin lê tu encamekî erênî derneketiya pêş. Hevdîtinên ku wê ji nehe û şûnde jî dewam bikin, em wek civaka êzidî li bendê ne ku wê rêz li daxwazên me bêne girtin, eger rêz li daxwaza mafê me yê rewa neyê girtin, ji rûdana her bûyerekê li herêmê hikûmeta Iraqê berpirsiyare. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku li hemberî pîlana dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi hev re bisekinin. Em van hêzan ji mesela Şengalê dûr bixin û li rêyên çareseriyê bigerin. Û em bawer in, çareseriya li Şengalê wê siyade, yekitî û hebûna Iraqê xurt bike. Ji bo vê jî lazim e artêş vegere ser erka xwe ya esasî, parastina sînorên Iraqê, parastina hebûna Iraqê bike.
Lazim e dest ji polîtîkayên dorgirtin, gef, zext û êrîşan berdin. Eger na, em ji vê derê car din ji bo hemû gelê xwe, gelên Iraqê û cîhanê radigihînin. Tu kes nikare bi gef, zext û êrîşan îradeya me teslîm bigire. Tu kes nikare çavê me bitirsîne û paş de gav bi me bide avêtin. Me 73 ferman dîtine, me ji bo parastina bîr û baweriya xwe bi dehhezaran şehîd dane. Me di pêşengiya egîd û mêrxasan de pişta DAÎŞ’ê û dewleta tirk şikandiye. Em girêdayî dîroka xwe ya berxwedanê ne, em girêdayî xewn û xeyalên Mam Zekî, Mam Beşîr, Ş.Seit, Ş.Zerdeşt, Ş.Dijwar in. Me carekî soza Şengala xweser û azad daye û em vê sozê naxwin.
Em hêvî dikin ku dewleta Iraqê îradeya azad a Şengalê esas bigire û pê re çareseriyê pêş bixe lê eger hikumeta Kazimî bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi ser me ve were, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Destketiyên Şengalê, destketiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û xwîna şehîdan ava bûne. Çi dibe bila bibe em dest ji destketiyên gelê xwe bernadin. Lazim e hêzên siyasî yên Iraqê rê li ber vê polîtîkaya şer a hikumeta Iraqê bigirin, eger negirin û rê li ber şerekî were vekirin ew ê di berpisyariya wan de be.
Herî dawî em bang li hemû civaka êzidî dikin ku bi tifaq û yekitî bersiva van êrîşan bidin. Bi taybet civaka êzidî ya li Ewropayê lazim e ji bo Şengalê di asta seferberiyê de bikevin nav liv û tevgerê. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku li ber pîlanên PDK’ê û dewleta tirk bisekinin, piştgiriya xwe ya ji bo Şengalê bi her awayî nîşan bidin. Em bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî û hemû mirovahiyê dikin, lazim e ew jî bikevin tevgerê, statuya Şengalê nas bikin û li dijî fermanên nû bisekinin. Em soz didin ku wê yekitî, tifaq û berxwedana gelê me Şengala xweser û azad mîsoger bike.”
Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Êzîdxana azad” û “Bimire Xiyanet“ bi dawî bû.