Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta pirsên ANF’ê bersivand. Avesta tecrîda ku dewleta tirk a dagirker li ser Rêber Apo dike, operasyona dagirker a ku di 17’ê nîsanê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû destpêkirin, berxwedana gerîlayan û êrîşên li ser Şengalê nirxand.
Ev ji salekê zêdetir e agahî ji Rêber Apo nayê stendin. Bakurê Kurdistanê di serî de li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi milyonan kes li qadên Newrozê û pîrozbahiyên 4’ê nîsanê azadiya Rêber Apo xwestin. Ligel vê daxwaza milyonan hûn polîtîkaya tecrîdê çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî berxwedan û helwesta pîroz û dîrokî ya ku Rêber Apo li Îmraliyê dike, silav dikim. Di şexsê Rêber Apo de li ser gel û tevgera azadiyê konsepteke nû ya qirkirin û tasfiyeyê xistine dewrê. Mêtingeriya faşîst a tirk tecrîda li ser Rêber Apo girantir kiriye û dibêje qey ew ê karibe îradeya tevgera me û ya gelê me bişkîne. Şefê dîktator ê faşîst Erdogan di demên berê de jî li ser Rêber Apo hinek gotin kiribû, ev jî diyar dike ku li ser Rêber Apo zext û ferzkirinên gelekî cîdî dikin. Ji operasyona qirkirinê ya li ser Zapê diyar dibe ku ji van ferzkirinan tu encam bi dest nexistine. Ji gotinên şefê faşîst diyar dibe li ser Îmraliyê konsepteke nû ya şer xistine dewrê. Li ser navê cezayên dîsîplînê bi kirinên taybet tecrîdê girantir dikin û tolê distînin.
Beriya Newrozê hinek gotinên spekulatîf kirin û hewl dan gelê me di 8’ê Adarê û Newrozê de xwedî li Rêbertî dernekevin. Ligel van tiştan jî jin û ciwanên Kurdistanê di serî de, gelê me tevî dostên xwe bi awayekî xurt tev li Newrozê bûn û li dora Rêbertî bûn xeleq. Newroz û 4’ê nîsana 2022’yan bûye referandûma herî xurt a salên dawîn a herî girseyî, dînamîk û xwedîlêderketina Rêbertî. Milyon kes tev li meşa azadiyê ya Rêbertî ya sala 50’emîn bûn, diyar kirin ku ew tecrîda Îmraliyê qebûl nakin û wê azadiya Rêber Apo neyê taloqkirin. Li hemberî vê îradeya xurt a gelê me dewleta tirk a dagirker û mêtinger dîn bûye. Divê çalakî bi mîtîngên 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê nîsanê yên ku lûtkeya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ sînordar nemîne, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were divê çalakî bidominin
Di 17’ê nîsanê de dewleta tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dagirker da destpêkirin. Di heman demê de li bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên hewayî zêdetir kiriye. Armanca zêdekirina van êrîşan çi ye?
Faşîzma AKP û MHP’ê dema di şexsê Rêber Apo de nekarî encamekê bistîne di 17’ê nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de li Zap, Rojava û Şengalê dest bi operasyonên nû yên ji bo qirkirinê kir. Li bakurê Kurdistanê îradeya gelê me ya di Newrozê de nedîtine, bi awayekî zêd bi êrîşên qirkirina siyasî bi sedan mirovên me girtine û li ser qadên gerîlayan ev êrîş dane destpêkirin. Êrîşa li ser Zapê dagirkeriyeke ji bo qirkirinê ye. Wekî ku Fermandariya Biryargeha me ya Navendî jî diyar kir, operasyona Zapê ne êrîşeke ji rêzê û basît e. Sûd ji rewşa konjokturel a navneteweyî hatiye stendin û bi teslîmiyeta Barzaniyan (Bav, kur, birazê) ev plan hatiye kirin. Ev konsept xwe dispêre pêkanîna xeyalên Neoosmaniyan a şefê faşîst Erdogan û Bahçelî. Bi vê re dixwazin sînorên Mîsak-i Mîllî ava bikin. Desthilatdarî ya ku 7 sal in li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe û hatiye asta hilweşandinê, careke din têkiliyên firsend û berjewendiyê yên navneteweyî bi kar aniye, rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê û avantaja endambûna NATO’yê bi kar anîne û bazariyan dikin.
Li ser esasê ku şerê Rûsya- Ukraynayê têxin bin berjwendiya xwe, têkiliyên bi DYA û YE re dîsa sereast bikin, têkiliyên bi Rûsyayê re di hevsengê de bihêlin, hemû nirxên Tirkiyeyê pêşkêş dikin û dixwazin vî şerî mezintir bikin. Mirov bala xwe bidiyê ev hefteyek e bi çekên parastinê yên NATO’yê êrîşî Zapê dikin. Li pêş çavê dinyayê ev êrîşa dagirker tê kirin lê dîsa jî wekî ku êrîşeke wisa ya qirkirinê tune, DYA, Ewropa, NATO û welatên din naxwazin vî tiştî bibînin. Ev jî diyar dike ku ji bo TC li ba wan be û wekî di dîrokê de careke din dixwazin hebûna gelê kurd û têkoşîna wê ya azadiyê bikin qurban. Faşîzma AKP û MHP’ê bi vê operasyonê re dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Diyar e ku pêdiviya wan bi serfiraziyê heye. Bi vê êrîşê re dixwazin derban li gerîlayên azadiyê bixînin, îradeya wê ya siyasî dîl bigirin, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bikin. Heke bi ser bikevin wê dest bi xebatên hilbijartinê bikin. Ji ber ku ji xeynî serfiraziyên wisa sixte yên ji bo dema din, tu hêzeke di tuneye ku faşîzma AKP û MHP’ê karibe li ser xwe be. Em îsal dikevin sala sedemîn a Lozanê. Bi peymana Lozanê re erdnîgariya gelê kurd a ku bûye çar parçe bi helwesta Rêber Apo û avabûna PKK’ê re sînor bêwate kiriye û netewebûna gelê kurd li ser bingeha demokratîk, azad û zanistî geş bûye. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi paradîgmaya modernîteya demokratîk, îradeyeke hevpar a gelan pêk tê. Erdoganê faşîst ji ber ku li hemberî vî tiştî têkçûna xwe dîtiye, Lozan kêm dîtiye. Ji bo ku gelê kurd qir bike, konseptên şer mezin dike û dixwaze têxe pratîkê. Di sedsaleke din a Lozanê de dixwaze kurdên îxanetkar jî deynin ba xwe û encamê bistîne. Lê naxwazin bibînin ku kurd ne kurdên sed sal berê ne û êdî gelê kurd nîv sedsal e li ser bingeha têkoşîna hebûnê têdikoşin. Têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan a ku li ser xeta Rêber Apo û pêşengtiya PKK’ê tê kirin, bûye çavkaniya îlhamê ya gelên dinyayê. Newroza sala 50’emîn jî bûye bergîdaniya herî şênber a vî tiştî.
Gerîlayên azadiyê li Zapê bersiveke xurt dide hêzên dagirker û çalakiyên xurt li dar dixe. Ev jî diyar dike ku wê artêşa tirk a dagirker derbeke giran bixwe. Gelo dûmahîka destana sala 2008’an tê nivîsandin. Derbarê berxwedana gerîlayan hûn dixwazin çi bibêjin?
Di şexsê heval Zîlan, Rojgirav, Agir û Mizgîn ên ku li Zapê qehremanî li ber xwe dan û şehîd bûn, hevalê li Zapê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez gerîlayên azadiyê yên HPG û YJA Starê yên Apoyî ji dil silav dikim. Ji ber ku ji niha ve serfiraziyeke dîrokî bi dest xistine, li ser navê rêveberiya me ez wan pîroz dikim. Bi rastî jî li Kurêjahro, Şikefta Birîndara û Çiyayê Reş derbên giran li mêtingeriya faşîst a tirk xistine. Bedena xwe kirin çeper û pêla pêşîn a êrîşê şikandin. Ji niha ve dijmin ketiye şoka têkçûna duyemîn a Zapê. Di sibata 2008’an de jî dema li hemberî Zapê operasyonek hatibû kirin, dijmin têk çûbû û neçar mabû bireve. Serokê Artêşa Giştî ya wê demê generalê faşîst Yaşar Buyukanit wê demê gotibû ‘Me bi hêsanî hêza xwe vekişand’ û neçar mabû li têkçûna xwe mikur werin. Erdoganê faşîst duh jî gotibû ‘Wê ev operasyon piçekî bidome’ û li xwe mikur hatibû ku wê têk biçin. Gerîlayên azadiyê yên gelê kurd bi ruhê Apoyî û tarza lêdanê, bi taktîkên gerîlatiya modern nahêle dijmin bêhnê jî bistîne. Hêza me ya gerîlayên Zapê xwedî ceribandin û tecrubeyeke mezin e. Li Kurêjahro tîmên gerîlayên azad ên jin, pêşengtiyê ji şer re dikin. Em bi wan serbilind in. Li ser xeta Egîd û Bêrîtanê bi tîmên gerok ên gerîlatiya modernîteya demokratîk mezin dikin û Kurdistanê diparêzin. Wê berxwedana Zapê pêvajoyê diyar bike. Serfiraziya gerîlayan a li Garê, bi berxwedana Zendûra, Mam Reşo, Werxelê û Avaşînê bû lûtke. Di bin fermandariya heval Cûmalî Çorûm de destanek hate nivîsandin. Di salvegera yekemîn de wê berxwedana li Zapê serfiraziyê teqeztir bike.
Dewleta tirk a faşîst di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê de piştgiriya herî xurt ji PDK’ê werdigire. Hevkariya PDK û dewleta tirk gefeke mezin li paşeroja gelê kurd dixwe. Hûn dixwazin li ser vê polîtîkaya hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re çi bêjin?
Ji aliyê fermandarên HPG’ê ve jî hate destnîşankirin ku ev şer şerekî stratejîk e, şerê man û nemanê ye. PDK a ku heta niha bi rengekî veşartî piştgirî dida dijmin, niha yekser tev li operasyona Zapê bûye û plansaziya êrîşê jî bi hev re daniye. Rêveberên PDK’ê gelek caran çûn ber lingê dîktatorê faşîst Erdogan û aşkere kirin ku wê li dijî tevgera azadiyê bi wan re tevbigerin. Dewleta tirk ku bi saya têkoşîna PKK û Rêber Apo niha hebûna wan qebûl dike û pê re têkiliyê datîne, aşkere ye ku dema tevgera me tasfiye kir piştî rojekê çaw êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike wê êrîşî PDK’ê jî bike. Em vê mêtingeriya faşîst a tirk ji dîroka wê û ji dijminatiya li kurdan baş nas dikin. Artêşa tirk ku bi rojane nikare leşkeran bi dilê xwe deyne Zapê, ji zûdeyî hesabê wê kirine ku wê bi hêsanî qesrên Barzaniyan bi dest bixe. Gelê me yê Başûr divê zanibe ku destketiyên bi berdêlên giran hatine bidestxistin, ji aliyê xanedaniya Barzaniyan ve li ser bingeha berjewendiyên wan pêşkêşî mêtingeriya tirk a faşîst têne kirin. Barzaniyan encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê di dema nêz de ji ber gefên êrîşê yên Erdogan ê faşîst paşve kişand û piştre teslîmî wan bû. Herî baş ew zanin ku eger tevgera me bê têkbirin wê nikaribin mehekê jî li ser piyan bimînin. Malbata Barzanî ji ber ku maskeya wan a kurdîtiya sexte ya li ser rûyê wan hate xistin, di vê astê de bi rengekî bêperwa dijminatiyê li Rêber Apo û tevgera azadiyê dike. Ji ber ku rûyê wan ê rastî aşkere kiriye. Bi salan xwe weke qaşo xwediyê Kurdistanê dîtin û çavkaniyên Kurdistanê hemû ji bo xurtkirina eşîr û xanedaniya xwe bi kar anîn. Yên ku îro teslîmî Erdogan bûne teqez pêşmergeyên ewladên welatparêz ên gelê me yê Başûr nîne. Yên ku teslîmî Erdogan bûne hêzên taybet ên Barzaniyan e û tevna wan a îstîxbaratê ye.
Mêtingeriya tirk ji Zaxo heta Hewlêrê hemû qadên Barzanî lê ne ji xwe dagir kiriye. Dagirkeriya ku hatiye kirin jî ne tenê bi îstîxbarat û leşkerî ye, di heman demê de dagirkeriya çandî, aborî û siyasî ye. Mêtingeriya tirk bi hêza xwe ya nerm temamiya başûrê Kurdistanê kontrol kiriye. Ji mutbexê heta sînemayê ji rêbaza jiyana çandî heta muzîkê hemû kiriye tirk. Malbata Barzanî asîmîlasyonê li Kurdistanê ferz dike. Van hemûyan datîne aliyekî û ji bo sûcê xwe binixumîne hewl dide kirasekî li xiyaneta xwe bike. Herêmên ku tevgera azadiyê lê ye weke yên xwe dibînin û bi mejiyê yên ku Kurdistan parçe kirine tevdigere. Bi gotina ‘PKK çima li Zapê ye, çima li Avaşînê ye’ hewl dide hincetekê ji sekna xwe ya teslîmkar re peyda bike. PKK yekane tevgera azadiyê ya tevahiya Kurdistanê û gelan e. Hebûna PKK’ê ji bo gelê başûrê Kurdistanê ne metirsî ye, pênasekirina metirsiyê dereweke mezin e, bêwijdanî ye. Li tu nirxên exlaqî û mirovahî nayê. Eger ne ji têkoşîn û berxwedana 50 salî ya PKK’ê bûya, polîtîkaya hevkariyê ya malbata Barzanî ku gelek caran gelê başûr anî ber komkujiyê, wê zûdeyî bi ser ketibûya. Divê gelê me bi vê zanibe. Rûyê rastî yê PDK’ê ji aliyê gelê me yê başûr ve di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengal, Mexmûr û Kerkûkê kir careke din dît û gel Qendîl weke nûnerê xwe dît û di asta fermî de ji tevgera me xwest ku dest li rewşê werde. Ne ji têkoşîna şoreşgerî ya tevgera me bûya, bi peymana PDK’ê ya bi DAÎŞ’ê re di civîna Urdunê de kir, wê îro tevahiya başûrê Kurdistanê di destê dagirkeriya DAÎŞ’ê de bûya. Li gel vê rastiya ku ji aliyê her kesî ve tê dîtin, nêzîkatiya ku hebûna PKK’ê ya li Başûr weke sedema êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk nîşan dide tê wê wateyê ku henekê xwe bi mejiyê gelê me û raya giştî dike. PDK divê beriya her tiştî hesabê komkujî û qirkirina li Şengalê bide ku sala 2014’an radestî DAÎŞ’ê kir. Divê hesabê vê pratîka xwe bide. Vê datîne aliyekî û bêyî ku li ber xwe bikeve dijminatiyê li PKK’ê dike, ku PKK’ê li Şengalê gel û êzidî ji fermanê rizgar kir. Eger îro PDK û Barzanî bi temamî teslîmî Erdogan û Bahçelî bûne, sedema vê yekê ew e ku PKK ji sala 2014’an û vir ve cihê xwe di dilê gelê me yê başûrê Kurdistanê de girtiye û yekane hêz e ku gelê me pê piştrast e. Ji ber ku rastiya wê derkete holê, kes êdî bi kurdîtiya sexte naxape. Rêveberên PDK’ê li şûna ku vê rewşê bibîne, lêborînê ji gelê me bixwaze û ji xiyanetê vegere, mixabin careke din serkêşî ji êrîşa qirkirinê ya faşîzma dewleta tirk re kir ku 17’ê nîsanê li ser Zapê dest bi êrîşê kir. Kontrayên dewleta tirk bi kincên pêşmergeyan derbasî qadên êrîşê dike, qadên berxwedana gerîla dorpêç dike û bi vî rengî refê xwe bêhtir aşkere dike. Ev operasyon wê di heman demê de li gel Erdogan û Bahçelî yên faşîst dawî li Barzaniyan jî bîne. Hêzên tarî di nava vî şerî de xwe li hev girtine. Di serî de gelê me yê li Başûr divê vê rastiyê baş bibîne û helwestê nîşan bide. Her wiha partiyên ku li Başûr siyasetê dikin, tevgerên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl, hawirdorparêzên ekolojîst, rewşenbîr, hunermend, kesayetên serbixwe, rûspî, lîderên eşîran, her kesên ku dilê xwe ji bo azadiya Kurdistanê lê dide, bang li hemûyan dikim ku helwestê li dijî PDK’ê nîşan bidin û Kurdistanê biparêzin.”
Gelê kurd divê çawa bersivê bide xiyaneta PDK’ê û êrîşên rejîma faşîst a tirk? Divê bi taybetî helwesta ciwanên kurd çawa be?
Îro gerîlayê azadiyê yê li Zapê li ber xwe dide, li ser navê hemû mirovahiyê rûmet û azadiya diparêze. Weke her serdemê gelê me jî berxwedana gerîlayên me yên leheng hembêz kiriye. Gelê me ji kêliya yekem ve bi pêşengiya ciwanên kurd û jinên leheng ên li 4 parçeyên Kurdistanê û derveyî welat daketin qadan û cihê xwe di eniya tevgera azadiyê û gerîla de girt. Bi taybetî yekîneyên parastina gel a şoreşger li Bûrsa û Stenbolê li dijî hêzên faşîst çalakî li dar xistin û peyama civakbûyînê ligel Zapê dan. Civakîkirina têkoşîna gerîlayên azadiyê bi pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî pêkan e. Ez di wê baweriyê de me ku ciwan û jinên Kurdistanê ku qadên Newrozê tije kirin, wê di vê serdemê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her cih û qad qadeke parastina medyayê ye, divê bi hişmendiya Zapê were destgirtin û li cihê lê ye bikeve tevgerê. Bi taybetî jî ciwanên leheng ên Kurdistanê divê rola xwe ya dîroka bilîze. Di van çalakiyan de dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê û her kesê destekê dide wê bên hedef girtin.
Pêwîst e li dijî konsepta tunekirina tevahî bi berxwedan û çalakiyan bê bersivandin û her yekîne xwe weke tîmeke gerîla ya li Zapê bibîne. Tevgerên ciwanên şoreşger ên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê divê bi awayekî aktîf beşdarî pêngava serketinê ya “Êdî dema azadiyê ye, werin cenga azadiyê” bibin. Tevgera jinên azad a Kurdistanê divê bi pêngava ‘parastina jin û civakê’ bi tevlibûna meşa serketinê ya 50’î sal ya Rêbertiyê û rola xwe ya dîrokî bilîze. Dem dema ciwanên Apoyî ye. Divê tu ferdên kurd, dostên gelê kurd, hêzên tifaqa demokrasiyê li derveyî vê pêvajoyê nemînin. Divê zanibin ku ev şer û êrîşa li hember wan e, li gorî wê helwesta xwe nîşan bidin. Di vê navberê de divê li vê têkoşînê temaşe nekin xwedî lê derkev in. Ez bang li hemû gelê me, di serî de ciwan û jinan dikim ku vê berxwedana pîroz bilind bikin û serketinê misoger bikin.
Di 18’ê nîsanê de di navbera artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya Şengalê de şer derketibû û piştre şer derketibû ser hêzên YBŞ’ê jî. Çi planên dewleta Iraqê yên li ser Şengalê hene? Divê helwesta gelê Şengalê çawa be?
Gelê Şengalê û civaka êzidî bi fedakirina bi sedan zarokên xwe yên qehreman ên li dijî DAIŞ’ê, bi îradeya xwe ya azad û demokratîk li xaka xwe sîstemek ava kirin. Ji sala 2014’an heta 2017’an, tevî hemû bêderfetiyan, sînorên Iraqê li hember DAIŞ’ê parastin, Şengal û derdora wê rizgar kirin. Piştî ku PDK di sala 2017’an de cara duyemîn ji Şengalê reviyan, hin hêzên çekdar ên artêşa Iraqê xwestin li ser sînor bi cih bibin. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê li ser esasê diyalogê piştgirî dan û xeta parastinê ya hevpar ava kirin. Di sala 2014’an de dema DAIŞ’ê êrîş kir, piştî ku Iraq û PDK’ê Şengal terikandin, tevgera azadiyê pêngaveke dîrokî avêt û helwesteke şoreşgerî nîşan da û bi dehan şehîd dan nehişt ku gelê êzidî bi temamî were qetilkirin. Piştî ku civaka êzidî îradeya xwe ya rêveberî û parastinê bi dest xist, tevgera azadiyê hêzên xwe ji Şengalê vekişand. Ji wê rojê û vir ve, mêtingerên faşîst a tirk û hevkarê wê PDK, tasfiyekirina Şengalê xistine nava konsepta giştî ya qirkirinê û dixwazin vîna rêxistinbûyî ji hev belav bikin. Di 3’ê adara 2017’an de çeteyên PDK Roj (rêxistineke kontra ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî kurdan hatiye perwerdekirin) êrîşî navçeya Xanesor a Şengalê kirin. Eger nêzîkatiya aqilê hevpar û berxwedana rêveberiya xweseriya Şengalê û fermandariya HPG-YJA STAR ya wê demê nebûya, wê bi sedan mirov bihatana qetilkirin. Li ber çavê hemû cîhanê, jin û ciwanên êzidî yên ku bi saya şervanên azadiyê ji êrîşên hovane yên DAIŞ’ê rizgar bûn, weke mertalên zindî li pêşiya PDK’ê rawestiyan û pêşî li êrîşê girtin. Rojnameger Nûjiyan Erhan û endama rêxistina ciwanan Naze Naîf Kaval jî di nav de komek rêheval şehîd bûn. Ji wê demê û vir ve gelek caran hewl dane Şengalê ji hewayî û bejayî bi dest bixin. Bi qetilkirina fermandar û pêşengan xwestin gel ji Şengalê û xaka wan dûrbixin û wê berxwedanê bitepisînin. Dema ev hemû didomin, hikûmeta Iraqê erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî civaka êzidî pêk neanî, li hemberî kesên ku êrîş pêk anîn, helwesteke zelal nîşan neda. Bêhelwesta hikûmeta Iraqê cesaretê da hêzên dagirker û gav bi gav êrîşên xwe li ser hemû civakê belav kir. Di encama planên komara tirk û PDK’ê û pêkanînên wan de, li ser xeta çûnûhatinê ya di navbera civaka Şengal û Rêveberiya Xweser a Rojava, ku bûye lûleya nefesê, dîwar tên lêkirin û têl tên kişandin. Bêguman ev siyaset di serî de zirarê dide gel û civaka Iraqê.
Li Iraqê gelek civak, bawerî û çandên cuda bi hev re dijîn. Destûra Iraqê ku piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003’an de hatiye çêkirin, li navçe û parêzgehên ku her civakek bi nirxên xwe yên çandî û reseniya xwe tê de ye, rêveberiya xweser û berevaniyê di çarçoveya yekitiya axa Iraqê de pêşbînî dike. Ma ji civakeke ku 73 (li gorî çavkaniyên nivîskî) ferman derbaz kiriye mafekî rewatir heye ku bijî û bawerî û çanda xwe biparêze? Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêza xweparastinê bi civaka êzidî û gelên din ên Şengalê re, bi taybet gelê ereb parçeyek ji Iraqê ye, bi hev re pêş ketiye. Bi tu awayî ne xeternak e. Ew mafên xwe yên destûrî bi kar tînin. Bi qasî ku em dizanin dewlet û gelê Iraqê bi neyînî li vê pêkhatinê nanêre. Yê ku vê yekê wekî xetere dibîne û teqez tasfiyekirina wê dixe rojeva xwe û di konsepta qirkirinê de cih digire, serokê faşîst Erdogan û rêveberiya PDK’ê ye. Weke mînak diyar e ku blokên beton, têl û mînên dîwarên li ser sînor hatine çêkirin ji aliyê komara tirk ve hatiye temînkirin û wan bi xwe jî çêkiriye.
Di 18’ê nîsanê de hinek yekîneyên leşkerî yên girêdayî artêşa Iraqê sewqî Şengalê hatin kirin û xwestin çeperên hêzên parastinê yên YBŞ û YJŞ’ê desteser bikin. Di vî şerî de heval Faraşîn Şengalî ya endama YJŞ’ê şehîd bû, ji her du aliyan ve jî birîndarî çêbûn. Tevgera me diyar kir ku ev êrîş ne rast in û divê were sekinandin. Bi qasî ku em ji ser çapemeniyê dişopînin şer sekiniye lê alozî didome, pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Çareserî ne ev e ku civaka êzidî were pelçiqandin û destkeftî werin tasfiyekirin. Tiştekî wisa wê herî zêde xisarê bide gel û civaka Iraqê. Divê dev ji vî tiştî were berdan. Divê bi diyalogê pirsgirêk were çareserkirin. Divê hebûna gelê Şengalê û êzidiyan qebûl bikin, xweseriya wan di mîsogeriya makeqanûnê de were pêkanîn. Berxwedana gelê Şengalê gelekî watedar e. Ez vê berxwedanê silav dikim û pîroz dikim. Ji kêlîka pêşîn û vir ve li dora çeperên hêzên parastinê bûn xeleq û divê were zanîn ev helwesteke xurt e. Divê her kes baş bi vî tiştî bizanibe, jin û civaka êzidî naxwaze careke din rewşa di sala 2014’an de bijî. Heta ku jinek û mirovek bimîne jî wê ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşîna xwe bidomîne. Wê ciwanên êzidî û hemû ferdên civaka wê ji bo ku careke din ferman neyê serê wan wê destûrê nedin ku rêxistibûn û saziyê wan werin belavkirin. Tu hêz nikare li ser civaka êzidî bide qebûlkirin ku bila îradeya wan were belavkirin, teslîm bibin û vegerina serdema beriya sala 2014’an. Pergala jiyana hevpar a ku gelên êzidî û ereb li Êzidxanê ava kirine, Iraq di serî de ji bo hemû civakên biçûk tên dîtin û li hemberî baweriya wan bêhurmetî tê kirin, dibe çavkaniya îlhamê. TCya faşîst û PDK ji yekitî û hevkariya gelan ditirse. Feraseta tekparêz û îxanetkar vî tiştî ji bo xwe wekî xetere dibîne û armanca sereke jî ev e. Ez bang li civaka me ya êzidî ya li her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Ermenistan û Rûsyayê dikim ku ji bo bidestxistina statuya xweseriya Şengalê li her qadê têkoşîna xwe geş bikin û li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Bi taybetî bang li Şengaliyên li kampên başûrê Kurdistanê dikim ku bila vegerin ser axa xwe û di nav refên têkoşînê de cih bigirin.