Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyoneke nû kiribû. Di çarçoveya êrîşê de li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Êrîş, bi hevkariya PDK’ê tê kirin û parçeyeke polîtîkayên Osmaniya nû ne. Bertekên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê yên li dijî vê operasyonê her ku diçe zêdetir dibin.
Piştî têkçûna xwe ya di 10’ê sibata 2021’an a li Gareyê, AKP’ê di 23’yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi alîkariya PDK’ê dest bi operasyonê kiribû û xwestibû xwe li wir bicih bike. Lê tevî ewqas amadekariyên mezin, derfetên şer û bikaranîna çekên kîmyewî jî nekarîbû encamekî jê bigire. Piştî hevdîtinên AKP-PDK’ê yên li Enqereyê, Tirkiyeyê vêcarê di 17’ê nîsana îsal de li dijî herêmê dest bi operasyoneke nû ya bi navê “Pence-nifte” kir. Têkildarî operasyonê û geşedanên li herêmê, rojnameger Erdogan Altan axivî.
Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser bûyera li Zînî Wertê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: “Di esasê xwe de PDK’ê planên li Zînî Wertê red nekirin. Tenê ji ber bertekên li Iraqê, Îran, YNK, gel û hwd. neçar ma ku van planan veşêre. Tevî vê yekê jî agahiyên îstîxbarî dan Tirkiyeyê û li gelek noqteyan leşker û endamên MÎT’ê bi cih kirin. Li deverên ku HPG’î lê bûn, li ser gel polîtîkaya çewisandinê meşand û nehişt çapemenî bikeve van herêman. Heman rewş di operasyona Gareyê de ku bi fiyaskoyê bi encam bûbû de jî dom kir. Tevî bertekên gelê kurd û dostên wan jî, piştgiriya xwe ya di operasyona 23’yê nîsana 2021’an a li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê domandin. Ji ber ku TSK’ê di çarçoveya plana xwe de hewl dide ji hêla bejahî ve seranserî van herêman têxe bin kontrola xwe. Lê di hefteya yekemîn a operasyonê de serfermandarên TSK’ê li xwe mikûr hatin û gotin; ‘firokeyên me nekarîn tekerên xwe jî deynin erdê.’ Bi van gotinan têkçûna xwe ya mezin anîn ziman.”
‘Armanc dagirkirin e’
Erdogan Altan, diyar kir ku Tirkiyeyê bi mebesta dagirkirina tevahiya Herêma Kurdistanê dest bi plana xwe kiriye û wiha berdewam kir: “Tirkiyeyê hewl da vê plana xwe bi alîkariya hêzên taybet ên PDK’ê temam bike. Ji ewil xwestin herêma Behdînanê têxin dorpêçê û çend merheleyên vê hebûn. A yekemîn; herêma Şêxan, Etruş, Bergare û Akrê, ya duyemîn; herêma Zinî Wertê û Sîdekanê, ya sêyemîn; herêma Bamerne, Amediye û Barzanê, ya çaremîn; ji hev qutkirina xeta Behdînan- Qendîlê û ya pêncemîn jî bi dorpêçkirina Gareyê re li gel Qendîlê, dagirkirina tevahiya herêmê bû. Lê ji ber bersivên HPG’ê, encamek bi dest nexistin. Li ser sînor encamek bi dest nexistin lewma ji navendên Zaxo, Amediye û Duhokê ve dest bi êrîşan kirin. Lê PDK’ê xwe li bêdengiya danî û bi vê yekê re raste rast nîşan da ku tev li êrîşê bûye. Heta Tirkiyeyê ev xet bêyî ku destûrê ji PDK’ê bixwaze bi kar anîn. Li ser xetên noqteyên hêzên taybet ên PDK’ê hewl da bikeve herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê. Tevî vê tevgerê û êrîşan jî, hêzên TSK’ê her tim derb xwarin û nekarîn pêş bikevin. Êrîşên bombebaranê yên balafirên şer, ÎHA û SÎHA’yan li ser îstîxbarata PDK’ê berdewam kirin. Li gel ewqas teknîk, êrîşên hewayî û bi kar anîna çekên kîmyewî jî nekarîn bi ser kevin. Hewl didin weke operasyoneke nû nîşan bidin û têkçûna xwe ya li dijî HPG’ê veşêrin. Lê di esasê xwe de operasyoneke nû nîne.”
‘PDK tenê ma’
Bi domdarî Altan qala mebesta hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re kir û wiha pê de çû: “‘Plana têkbirinê’ ya DYA û Tirkiyeyê ya ji bo PKK’ê, bingeha xwe ji Modêla Srî Lankayê digire. Dixwazin bi tevahî tesfiye bikin. Tirkiyeyê hema hema hemû derfetên xwe yên aboriyê ji bo vî şerî bi kar anîn. Bi rêxistina îstîxbarî ya PDK’ê anku bi Parastinê re noqte, qereqol û tevna sîxûrtiyê pêş xistin. PDK dixwaze herêmê bi tevahî têxe bin kontrola xwe û Tirkiyeyê, YNK’ê li qada ‘Kesk’ bi tevahî bêbandor bike, li Iraqê xwedî gotin be û polîtîkaya xwe ya desthilatdariyê bidomîne. Lê Tirkiyeyê nekarî pêş bikeve û PDK jî di asta gelê herêmê de teşhîr bû. Lewma PDK bi tenê ma ye.”
Plana nemzetiya serokkomartiyê
Di berdewamê de Altan got ku têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re derhî bûne û wiha derbirî: “PDK’ê hêzeke mezin winda kir. Niha jî hewl dide desthilatdarî û sermayeya xwe winda neke. Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwestin PDK namzetê serokomariyê nîşan bide û bi destê serokomar jî rêveberiya navendî ya Iraqê û hêzên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî beşdarî operasyonên xwe bike. Ji bo vê planê jî bi Îran, Iraq, dewletên din û bi hêzên şîe û sunî re hevdîtin kirin. Lê bi ser neketin.”
‘Têkçûna 4’emîn di rê de ye’
Rojnameger Altan bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya par di 23’yê nîsanê de hatiye destpêkirin û encamên wê wiha nirxand: “Di operasyonê de hemû çekên derveyî hiqûqa navneteweyî hatin bikaranîn. Lê dîsa jî nekarîn pêş bikevin. Ji ber windahiyên xwe, bersiva HPG’ê û êrîşên li ser noqteyên ku bi alîkariya PDK’ê hatibûn avakirin, neçar man ku ji Bamerne û li baregehên din xwe vekişînin. Ew bi xwe li xwe mikûr hatin. Encama operasyonê parve nekirin. Niha weke ku operasyoneke nû be nîşan didin. Di sala 97’an de bi beşdariya 200-250 hezar leşkeran, di şexsê Zapê de li herêmên Metîna û Avaşînê operasyona ‘Tevgera Çekûç’ kirin. Efserekî TSK’ê di qenala TRT’ê de Zap nîşan dida û digot; ‘em niha di dilê PKK’ê de ne.’ Çend roj piştre Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala di MED TV’yê de digot; ‘Gelo ketina Zapê zor e yan derketin?’ Lê efserên ku ew gotin kiribûn piştre li xwe mikûr hatin ku piştî windahî û xistina firokeyan xwe paşve kişandine. Di 21’ê sibata 2008’an de jî bi tevlibûna dehhezaran leşkeran li dijî Zapê operasyon dabûn destpêkirin. Serfermandarê Giştî Yaşar Buyukanit 9 roj piştre got; ‘weke derxistina mû ya ji nava dohn me xwe ji Zapê vekişand.’ Bi vê gotina xwe jî têkçûna xwe qebûl kir. Di êrîşa 3’yemîn a Zapê de ku di 23’yê nîsana par hate kirin de jî efserên Tirkiyeyê gotin; ‘firokeyên me nekarîn tekerên xwe jî deynin erdê.’ Bi van gotinan nîşan dan bê ka kî di vî şerî de têk çûye. Heke îdia bikin ku li dijî heman herêmê êrîş dayîne destpêkirin, wê demê ji bo Tirkiyeya ku di şexsê Zapê de 3 caran têk çûye, têkçûna 4’emîn jî nêz e.”
Hêzên paramîlîter
Têkildarî tevlikirina komên OSO û pêşmergeyên Roj de jî rojnameger Altan ev agahî dan: “Agahiyeke li ber dest nîne ku ev hêzên paramîlîter ên di operasyona derveyî sînor de cih girtibûn, paşve hatibin kişandin. Ev jî nîşan dide ku ev hêz bi TSK’ê re ne. Heta çend agahî hene ku efserên van hêzên paramîlîter li 172’yemîn Lîwaya Zirxî ya Şirnexê û li baregehên leşkerî yên navenda Amedê tên perwerdekirin.”
‘Beşdariya PDK’ê wek îxanet tê dîtin’
Altan, da zanîn ku xelkê herêmê beşdariya PDK’ê ya di şer de weke tevlibûna polîtîkaya tunekirina kurdan a Tirkiyeyê dinirxîne û ev tişt anî ziman: “Raste rast dibêjin; ‘Ya ku PDK dike, îxanet e.’ Berpirsyarê Hêzên Hevpar ên Pêşmergeyan got; ‘PDK’ê, li 300 mîtroyan nêzî noqteya kontrolê ya li Mexmûrê çeteyên DAÎŞ’ê berdan û hemû hêzên xwe li dijî gerîlayan seferber kirin. Gelo çi sûdekî vê hewldanê ji bo berjewendiyên kurdan heye?’ Ev daxuyanî ji xwe her tiştekî radixe ber çavan. Hem li herêmê û hem jî li gelek aliyên cîhanê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Gelek derdorên li Iraqê jî bertek nîşanî operasyonê dan. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî ev operasyon weke ‘gefeke vekirî ya li ser ewlekariya neteweyî ya Iraqê’ nirxand. Her wiha Hîzbûllaha Iraqê jî li dijî vê operasyonê banga çalakiyan kir. Bi kurt û kurmancî tevahiya herêmê li dijî vê operasyonê ye.”
‘Wek Tirkiyeyê tev digerin’
Altan, destnîşan kir ku TSK û MÎT ji hêla îstîxbarî, aborî û rêveberiyê de li Herêma Kurdistanê çawa bixwazin wisa tevdigerin û wiha dom kir: “Xelkê binçav dikin, beşdarî lêpirsînan dibin û kîjan gundî bixwazin vala dikin. PDK vê destûrê dide wan. Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî di hevdîtinên dawî de wekî waliyên Tirkiyeyê tevgeriyan. Gel wisa dinirxîne û dixwaze ku ev rewş bi dawî bibe. Di hevdîtina dawî ya Mesrûr Barzanî de Erdogan li serê dîwanê û Barzanî jî li hemberî Hakan Fîdan hatibû rûniştandin. Xelkê herêmê wisa dinirxîne ku Mesût Barzanî û çîna sermayedar a PDK’ê bi tenê ma ye.”
‘Dê encamekî bi dest nexin’
Têkildarî encamên îxtîmalî yên operasyona Tirkiyeyê jî Altan nêrîna xwe wiha parve kir: “Tirkiyeyê piştî sala 2016’an polîtîkayeke kûr xist meriyetê. Dixwaze di çarçoveya polîtîkaya osmaniya nû de destkeftiyên kurdan tune bike, êrîşî kurdan bike û bi dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî re Iraqê têxe bin kontrola xwe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xeyala osmanî li derveyî sînor operasyonan dike û dixwaze bi kûrkirina şer, plana tesfiyeyê serxîne. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de dîsa pêvajoya şer xistin meriyetê û dixwaze bi operasyonên derveyî sînor ve têkçûna xwe ya li hundir veşêrin. Têkçûna herî dawî ya li Gareyê bi operasyonên di 23’yê nîsana 2021’an de berdewam kir û dixwaze bi nêzbûna hilbijartinê re bi vê operasyonê tiştekî bi dest bixe. Ev operasyon, parçeyeke ji Plana Têkbirinê ye û hewl didin bi hevkariya PDK’ê li Rojhilata Navîn bibin hêzeke sereke. Gelek caran hewl dan bi operasyonên derveyî sînor û şerê bi kurdan re encamekî bi dest bixin. Dema em li pêvajoya 50 salên dawî dinihêrin, dibînin ku mimkin nîne ku tifaqa AKP-MHP’ê di operasyonên xwe yên bi hevkariya PDK’ê dike de bi ser keve.”