Gelê kurd bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê çend qonaxên esas û mezin ku hebûn, nasname û çanda kurdan li cîhanê da qebûlkirin derbas kir. Qonaxa niha qonaxa li cîhanê qebûlkirina pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Yek ji van qonaxan qonaxa naskirina xwe bû. Bi gava yekem a PKK’ê re weke ferd kurd hatibûn tunekirin û xaka li ser jî hatibû mêtingerkirin û dagirkirin. Bi gava yekem a Rêber Apo re destpêkê weke ferd xwe da nasîn û gel şiyarkirin bû.
Di encama têkoşîneke pir mezin û berdêlên giran ên 50 salî gelê kurd xwe jî nas kir û dijminê xwe jî naskir.
Qonaxa duyemîn jî qonaxa xwe rêxistinkirin û di warê leşkerî de xurtkirina têkoşînê bû. Hemwextî vê jî qonaxên perwerdehî, sazûmankirina civakî û ferdî jî dihate kirin. Ev qonax bûn qonaxên ku qedera kurdan a li dîrokê hatî danîn, ji nû ve bê nivîsîn û kurd bi resenî û navê xwe li ser dikar dîrokê qeder û dîroka xwe ya hatî reşkirin, ji nû ve bi xwînê bide nivîsîn bû.
Çalakiya leşkerî ya pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a bi pêşengtiya Fermandarê Mezin Mehsûm Korkmaz (Egîd) bû yek ji gavên yekem ku bi çekê xaka hatî dagirkirin, bê parastin û dijmin ji xaka Kurdistanê bê qewitandin. Vê gavê kir ku aliyê leşkerî yê nebe nabe, bê avakirin û li ser vî esasî li gel têkoşîna siyasî têkoşîneke çekdarî ya li ser esasê azadiya Kurdistanê bê meşandin.
Her bi vê ve girêdayî pêngava leşkerî kir ku têkoşîna azadiyê xurtir bimeşe û vebijêrkek din nema ku serî lê bê dayîn. Her wiha bû eniyeke ya ciwanên kurd xwe lê bigire û ji bo doza kurd têkoşîn bike. Qada leşkerî ne tenê bû qadeke leşkerî. Bû qadeke ya nasîna xwe, welat, perwerdehî û îdeolojîk a li ser xeta azadiya jinan û gelên bindest. Bi pêngava 1’ê Hezîranê PKK ji nû ve xwe ji hemû qirêjî û lewitînên dijmin ên li nava PKK’ê hatibû bicihkirin ji tesfiyê rizgar bû û xurt dubare li ser dika dîrokê bi gerîlatiyeke nû, îdeolojî û pradîgmaya nû derket holê.
Heta vir pêvajoyên li ser esasê xwe avakirin û têkoşîn xurtkirinê bû. Bi taybet yek ji qonaxên herî esas û êşên mezin hate kişandin pêvajoya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser rojavayê Kurdistanê bû. Vê qonaxê bi qasî berdêlên giran ên ji me girt, serketinên mezin jî da qezenckirin. Di encama berdêlên pir giran ên bi xwîn de, hebûna kurdan li tevahî cîhanê hate nasîn. Cara yekem li seranserî cîhanê kurd û şervanên kurdan bi reng û felsefeya xwe ewqas hatin nasîn û sempatî jêre hate nîşandan. Kobanê bû nasnameya nû ya kurd û şervanên kurdan, nasnameyeke netewî ya hesreta salan lê çêbû. Gerîla, şervan û pêşmerge bi hev re li çeperan bûn. Dîsa di asta civakî de jî Kurdistan li ser lingan bûn, têkoşîn dikir. Ev ji bo kurdan mîladek bû. Mîlada hebûna kurdan hatibû qebûlkirin. Kurd hatibûn nasîn li her derê. Êdî gavên zêdetir diviyabû bê kirin û ev têkoşîna nêzî 40 salî bû bênavber dihate kirin, divê êdî bigihaba heq û mafê xwe.
Ji xwe di wê pêvajoyê de taybet di 2015’an de dewleta tirk a li Kurdistanê û li çiya li ber gerîla ketibû, bi Rêber Apo re di nava civîn û muzakereyên çareseriyê de bû. Rêber Apo hem rê nîşan dida, hem jî pradîgmaya Netewa Demokratîk a li ser hîmê avakirina civakan amade dikir. Di demekê de ku her kes li benda çareseriyê û xalên dawî yên li hevkirinê dihate nîqaşkirin û di vê çarçoveyê de li Dolmabahçeyê bi tevlibûna şandeya HDP’ê û Tirkiye metna li ser lihevkirinê hate xwendin. Lê piştî demeke kin dîktator Erdogan ev yek red kir û maseya aştiyê û muzakereyê hilweşand.
Yek ji sedemê vê yekê ew bû ku Erdogan dawiya xwe dît. Rêber Apo jî tim bi tedbîr nêzî vê dibû, di vê navê de modela çareseriyê ya Konfederalîzma Demokratîk xiste nava civakê. Ev bû yek ji pêngavên herî stratejîk û wate ya têkoşîna Rêber Apo ya 50’î salî û gelê kurd.
Piştî nasîn û hebûna kurdan a li cîhanê divê êdî pradîgma demokratîk a Rêber Apo ya li ser esasê azadiya gelan û civakan jî bê qebûlkirin e. Têkoşîna Rêber Apo ya li Girava Îmralî tevî tecrîda giran û îzalasyonê tê kirin hemû ev e. Her wiha têkoşîna îro li çiyan li bajaran tê kirin, êdî dema pradîgmaya Rêber Apo li cîhanê bê nasîn û ketina meryetê ye.
Qonax û pêngavên borî hemû serketî derbas bûn, niha jî hemû hewldan û têkoşîna ji vê kêliyê û pêve bê kirin, çi li Kurdistan û derveyî welat, taybet li derveyî welat bê kirin, divê li ser vî esasî be. Şerê hebûn û nebûnê ev e. Têkoşîna 50’î salî pradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk e. Di vê pêvajoyê de ku şerek giran ê bi navê hebûn û nebûnê tê kirin a esasî şerê pradîgmayê ye.
Ji bo vê ye çalakî û hewldanên gelê kurd û taybet xebatên dîplomasî yên li derve ji bo qebûlkirin û xurtkirina pradîgmayê ya li nava gelan be. Ji bo wê ye ku ewqas êrîşên dijwar li ser gelê kurd tê kirin. Ewropa û NATO bi hevkariya dewleta tirk a dagirker ji bo pradîgmaya Rêber Apo belav nebe, cihê xwe li nava civakê neke, bi her cure rêbazên qirêj û çekên qedexe di serî de li çiya li ser gerîla, li zindanan li ser dîlên azadiyê û li nava bajaran jî li ser jin, ciwan û pêşengên gelê kurd dike.
Ji bo wê divê em li gorî vê binêrin, li gorî dirûşma demê ‘Dem dema azadiyê ye’ dem dema xurtkirina têkoşîn û li erk û berpirsyariyên xwe derketinê ye. Têkoşîn û berxwedana ji vê kêliyê û şûnde bê kirin, li ser vî esasî û bingehî bê kirin, teqez wê di serî de tecrîda li Îmralî dawî bibe Rêber Apo azad bibe, dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistan dawî bibe, xeta xiyanet û nokeran ji kokê rabe û serketin-azadî-aştiyeke mayînde ya li ser bingehê Pradîgmaya Konfederalîzmaya Demokratîk pêk were.