Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, diyar kir ku bi şerê topyekûn tê xwestin ku hêviya kurdan bê şikandin û wiha got: "Ji bo ku têk neçin bi hemû hêza xwe êrişî kurdan dikin, lê wê encam negirin."

Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin, di roja 9’an de berdewam dike. Li herêmê şerekî dijwar diqewime û ji ber tevlîbûna wê ya şer bertekên li dijî PDK’ê jî zêde dibin. Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, derbarê êrişên li herêmê de ji Ajansa Mezopotamyayê MA’yê re axivî û diyar kir ku çawa ku di sala 1915’an de dest bi Qirkirina Ermeniyan kirin, dibêjin ku wê Pirsgirêka Kurd jî wisa biqedînin û got ku israra dewletê jî delîla vê yekê ye.

Kartal, diyar kir ku êriş biryar û polîtîkaya kevneşop a dewletê ye û wiha got: “Êriş tenê bi AKP-MHP’ê ne bi sînor e. Erdogan, ‘Bi Lozanê dewleta me parçe bû. Neheqî li Tirkiyeyê hat kirin, Em vê telafî bikin’. Ji ber vê ev polîtîkayeke dewletê ye. Divê herkes vê wiha fêm bike. Têkbirina kurdan a DAIŞ’ê ya sala 2014’an û Şoreşa Rojava dewleta kûr a tirk xist nav krîzeke mezin. Hemû pêkhateyên dewletê ketin vê krîzê. Piştre xwe kirin yek li dijî kurdan dest pêvajoyeke nû kirin. Ji bo pêşî li vê pêvajoyê bigirin her tiştî kirin. Di vî warî de tenê AKP-MHP nûnerên wan in. Divê ev weke stratejiyeke dewletê bê fêmkirin. Têkçûna van jî wê tenê nebe têkçûna AKP-MHP’ê wê bibe têkçûna hêzên ku rêveberiya dewleta kûr di destê xwe de digirin. Ji bo vê êrişî kurdan dikin û dixwazin bi şer encam bigirin. Gotina ‘Em ê şerê herî mezin ê dîroka xwe bikin’ nîşan dide ku ji bo têkneçin wê bi hemû hêza xwe êriş dikin.”

 ‘Tekoşînê vîna faşîzmê şikand’

Derbarê encama vê hewldanê de Kartal, got ku kurd tek neçûne û û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku bi serkevin jî herî dawî dixwazin di ser PKK’ê de hêviya kurdan bişikînin û bi hemû hêza êrişeke nû bi pêş dixin. Lewre PKK hêviya dawîn a gelê kurd e. Dixwazin nirxan kurdan ji holê rakin û kurdan tune bikin. Lê vîna têkoşînê ku Rêber Apo û PKK’ê afirandiye hem vîna dewletê hem jî vîna faşîzmê şikandiye. Di êrişa Tirkiyeyê de hêzên herêmî û kurewî jî hene. Ji ber şerê Ûkrayna û Rûsyayê dixwazin gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê di ser PDK-Tirkiyeyê de veguhezînin Ewropayê. Di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Îsraîl, Îngilistan, Amerîka û NATO’ê PDK’ê û Tirkiyeyê li hev hatin civandin û tê xwestin ku pergaleke nû li Iraqê bê avakirin. Ji bo vê planê dixwazin konsepteke nû bidine destpêkirin. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji ber ku zorê dide Tirkiyeyê, bi armanca ku vê berteref bikin û têk bibin bi PDK’ê re polîtîkayeke nû diafirînin.”

 ‘PDK her li dijber cih girtiye’

Kartal, bi lêv kir ku têkiliya PDK’ê ya bi neyarên kurdan re ne nû ye û di dîrokê de timik li cem hêzên ku xwestine kurdan tune bikin cih girtiye û derbarê mijarê de ev tişt got: “Dema kuştina hêzên azadîxwaz ên Rojhilata xwe radestî Îranê kir. PDK’ê hevkariya Saddam Huseyîn kir û li dijî siyaseta kurd şer kir. Bi salan e li dijî PKK’ê bi dewleta tirk re tevdigere û di xizmeta wan de siyaset dike. Bi heman zihniyetê lî dijî pêngava şoreşê ya li Rojava derket holê ye. Bi ENKS’a ku hevkarê wê ye û bi Tirkiyeyê re heman polîtîka berdewam dike. Ji ber vê jî li her çar parçeyên Kurdistanê PDK siyaseteke ku xizmeta hêzen dagirker dike dimeşîne. Lê îro rewş hinek cuda bûye. Berê PDK’ê vê îxanetê bi awayekî şermok dikir, êdî îxaneta wê li her parçeyan jî tê dîtin. Li dijî refarandûma 2017’an, di encama kampanya ku Recep Tayyîp Erdogan meşand, bi tevlîbûna îstixbaratên Tehran, Tirkiye, Iraq û Şamê biryareke wiha hat girtin, ‘Wê PKK bê tunekirin û piştre jî başûrê Kurdistanê bê tunekirin’. Wê PDK jî bê tunekirin, lê çavê wan wisa kor bûye vê rastiyê nabînin.”

 ‘Bi Ocalan re diyalxê çêkin’

Di berdewamê de Kartal, destnîşan kir ku ku wê encama êrişa Tirkiyeyê di siyaseta derve û hundir de çêbibin û wiha axivî: “Siyaseta ku li dora CHP’ê teşe digire ne alternatîfa desthilata AKP-MHP’ê ye. Şerê ku dewlet ferz dike bi hemû gelên Tirkiyeyê dide windakirin. Li dijî vî şerî divê hemû beşên civakê li dijî şer helwest bigirin. Bi têkçûna faşîzmê wê ne tenê gelê kurd gelên Tirkiyeyê jî qezenc bikin. Bi çareseriyeke demokratîk a Pirsgirêka Kurd ne tenê polîtîkaya Tirkiye wê polîtîkaya tevahiya herêmê biguhere. Weke pêvajyên beriya niha wê di vê pêvajoyê de jî dewlet encam negire. Divê dewlet terka vê polîtîkayê bike û em bang dikin ku di demeke kurt de bi Rêber Apo re diyaloxê çêkin. Lewre Rêber Apo, bi awayekî zelal got ku ew dikare di nav hefteyekê pêvajoyê biguherîne û ji bo çareseriyê encam bigire û gel û PKK jê bawer dike. Em jî ji Rêber Apo bawer in û bi vê perspektîfê bang dikin.

 Banga seferberiya bi ruhê Kobanê

Kartal, di serî gelê kurd bang li hêzên demokrasiyê kir û ev tişt got: “Tirkiye niha li dijî PKK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê raya giştî ya navneteweyî di mijara gaza kîmyewî de zextê bike û di vî warî de divê her bi ruhê pêvajoya Kobanê seferber bibe. Di vê pêvajoyê de ya wê faşîzm têk biçe ya jî bedelên giran bide razandin. Vê têkoşînê di sala 1973’yan de Rêber Apo bi Newrozê da destpêkirin; niha di sala 50’yî de ye. Di sala 2022’yan de em dikarin têkçûna faşîzmê û azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ev di destê me de ye. Bi vê vînê divê têbikoşin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar