Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

Li gel ku dema biryara “qedexeya hevdîtina bi parêzeran re” ya ji bo 6 mehan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelas bûye jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdanên parêzeran a ji bo hevdîtinê red kirin.

Ev bû salek ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin agahî nayên girtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivîbû lê ev axaftin jî di niviyê de hatibû qutkirin. Ocalan, herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû.

Hemû hevdîtinên piştî van dîrokan ji hêla serdozgeriyê ve bêencam hatin hiştin. Hema hema ji bo hemû biryarên redkirina daxwaza hevdîtinê, hinceta cezayên disiplînê hatin nîşandan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 22’yê mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi Ocalan, Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Di serlêdana xwe de parêzeran xwestin ku ev rewşa agahî jê negirtinê bi dawî bibe û bi miwekîlên xwe re rû bi rû hevdîtinê bikin.

Lê belê dadgeriyê ev serlêdana parêzeran red kir û biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn weke hincet nîşan dan. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Lê li gel ku ev biryara “qedexeyê” ku weke hinceta “qedexeya hevdîtinê” dihat nîşandan bi dawî bûye jî, nehiştin ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Parêzeran di 26’ê nîsanê de ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin lê erênî yan jî neyînî tu bersivek jê re nehat dayîn.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re îro dê dîsa serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar