Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyekê bersiv da îdiaya Asayîşa PDK’ê û wiha got: “Hewl didin bi van nûçeyan Şoreşa Rojava hedef nîşan bidin û zirarê bidin xebatên dîplomatîk. Ew amûrên leşkerî yên li Duhokê hatine desteserkirin yên me nînin û PDK hewl dide hevkariya xwe bi vî rengî veşêre.”

Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 26’ê nîsanê de dîmenek parve kir û îdia kir ku gelek alavên teqemeniyê, maske û alavên cuda dema ji hêla Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji bo gerîlayên HPG’ê dihatin şandin, li Duhokê ji hêla hêzên wan ve hatine desteserkirin. Li ser van îdiayên Asayîşa PDK’ê, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd îro bi daxuyaniyekê bersiv da.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di serî de îdiayên Asayîşa PDK’ê bi bîr xist û wiha got: “Li gorî îdiayên Asayîşa PDK’ê; hinek amûrên leşkerî ji hêla hêzên me ve hatine şandin û wan jî li Duhokê desteser kirine. Tu têkiliyeke me bi wan amûrên leşkerî vê ku li Duhokê hatine desteserkirin, nîne. Her wiha îdia dikin ku ji berpirsiyarên YPG’ê Rodî Hisên ev amûr şandine. Di nava YPG’ê de kesekî bi vî navî nîne. Îdiayên ku PDK dike rast nînin. PDK bi rêya van nûçeyên derew, hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re binixûmîne û dagirkeriya wan rewa nîşan bide.”

 ‘PDK hewl dide bertekan beralî bike’

Nûrî Mehmûd diyar kir ku di demekî ku Tirkiye êrişî başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike de belavkirina îdiayên bi vî rengî rê li ber fikaran vedike û wiha bi dawî kir: “Bi van nûçeyan hewl didin Şoreşa Rojava û gelê Rojava bikin hedef û zirarê bidin têkiliyên dîplomatîk. PDK bi van nûçeyan hewl dide bertekên gelê kurd ên li dijî wê derketin jî beralî bike. Divê gelê me baweriya xwe bi van nûçeyan neyîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar