Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dostaya Pûtîn û R.Erdogan dawî lê tê!?

Li goreyî daxwiyaniya Wezîrê Derve M.Çavuşoglu ya roja 22.4.2022’yan, diyar dibe ku têkilî-dostayiya wan a li gel Rusyayê ber bi têkçûnê ve diçe.

Di daxwiyaniya xwe de Çavuşoğlu got; “me trafika hawayî ya frokeyên Rûsya û Suriyeyê qedexe kiriye, piştî meha Adaraê, êdî frokeyên sivilan jî, ew ê nikaribin leşkeran(amûrên leşkerî) bibin Suriyeyê û hwd.”!

Berî nuha trafika geştiyan jî qedexe kiribûn, xwedêgiravî li goreyî peymana Montroyê tevgerya bûn! Na xêr, ev tê wateya ku DYA, ji Tirkiyeyê re gotiye “êdî bes e, têkoliyên xwe ji Rusyayê qût bikin (dawiyê li dostaya xwe û Pûtin bînin!)”!

Her wiha di gelek axaftinên xwe de Çavuşoglu, bêhêvîbûna xwe nîşan dida, ji ew gotinên xwe yên berê yên ji bo aştiyê û navbênkariya Tirkiyeyê paş ve gav avêtî ye, dihat xuya kirin.

Jixwe li goreyî rewşa giştî û konjoktora cîhanî jî êdî rawestana şerê Rûsya û Ukraynayê, di demek nêz de nayê xuya kirin. Jiber ku ên şer dixwazin serdestir in û hewldanek mezin û berfireh heye jibo dewam kirina şer. Alîkarî li pey hev; him leşkerî him jî aborî û piralî jibo Ukraynayê tên şandin!

Weke gelek caran hatibû gotin, bêgûman bi her awayî şereki wisa di asta cîhanî de bandora xwe li ser hemû cîhanê heye, hilbet li ser Kurdistanê jî ew ê bandora xwe hebe.

Tê zanîn ku bi taybetii têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê û Rusya di vê serdema dawî de zêde bûn. Li hinek deveran siyasetek hevpar didan meşandin lê bi piranî hatin dijberî hev. Mirov dikare bêje bi tinê li dijî tevgêra doza Kurdistanê, zêde nakokiyên wan nebû lê li pir welatan siyaseta dijberî hev dan meşandin.

Her çendîn bi navê “dostayê”, gelek caran li hev rûdiniştin, weke civînên bi nav û deng ên ASTANA û SOÇÎ li darxistibin jî wisa diyar e nuha hemû têk çûn an têk diçin. Weke mînak li Qerebax û li Libya û hwd.dijberî û nakokiyên wan hebûn, nuha ew ê dijwartir bibin van nakokiyan, lê ya yekser têkildarî doza gelê Kurdistanê ye ew ê hîn zêdetir xerab bibin, hilbet ev alozî bi giranî ew ê li Rojava û Suriyeyê pêkbê.

Jiber ku li vê herêmê, dewletên bi çavê stratejî lê dinerîn û wisa tevdigeriyan û  tevdigerin DYA û Rûsya ne. Piştî vê biryara Tirkiyê ya qedexeya firokeyên Rûsyayê, ew ê bandorêk mezin li ser hevsengî/tewazina Rûsya û DYA’yê ya li vê herêmê bike.

Hilbet tê gotin ku Pûtin vê yekê ji R.Erdogan re nahêle, ew ê weke çîroka xistina firoka xwe bîne serê wî lê ew ê li bende derfetê û fersendê be.

Di encamê de, nirov bibêje “ew ‘dostaya’ Pûtin û Receb têk çû”, ne şaş e. Jiber ku dihat zanîn, dema ku DYA (NATO), kengî bixwaze, Tirkiye naçar e li goreyî peymanê wan bimeşe û wisa diyar e êdî ew DEM hatiye. Hema çend roj piştî daxwiyaniya biryara qedexeya Çavuşoglu, DYA wezîrên bergirî yên 40 dewletan li hev civand û bi lezgînî biryar stand in; jibo piştgiriya herî xurt a leşkerî bigihinin Ukraynayê!

Ev êrîşên ji berê mezintir ên R.Erdogan dibe ser Başûr û Rojava, bi germ bûna vê qonaxa nuh a şerê Rûsya û Ukraynayê ve girêdayî ye. Tirkiye, dixwaze vê aloziya bi mij û dûman, ji xwe re weke derfet û şens bi kar bîne.

Hilbet diyar e her alî, ne bi tinê li goreyî vê qonaxê, belê bi taybetî vê qonaxê, bi giştî jî li goreyî vî şerê cîhanê yê 3’yan amadekariyên xwe dikin.

Bê gûman divê Tevgêra Azadiya Kurdistanê jî di vê çarçovê de amadekariyên xwe bike.

Aliyekî giring ê vê cengê jî qasî siyaset û kiryarên xeter û metirsiyê,  ewqas jî derfetên erênî ku sûd jê were girtin jî hene û ew ê derkevin holê. Ji ber ku ew peymanên navbêna gelek dewletan û hêzan xera dibin, bi vêna ve girêdayî gelek dewletên xwedanê hêzên giran lawaz jî dikevin.

Belê, jibo sûd girtinê û afirandina derfetan ji vê rewşa mijara gotinê ye; pir hostayî, hişmendî, hişyarî û rêxistinî divê! Her wiha divê di serdemên wisa de, mirov reşbîni û bêhêvî nebin, berovajî, divê hîn pirtir xweşbînî û hêvîdar bin!

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar