Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan û olîgarkên wî bi rêya şer hukma xwe didomînin

Beriya AKP’ê desthilatdarên dewletê esasen du rê bikardianiyan. Yek ji vana şerê li hember gelê kurd bû. Hemû hukumetên bi aqlê dewleta tirk tevdigeriyan, tenê şer gûr dikirin. Yê din jî daxwazên sermayedaran bû. Çi hukumet li dijî maldaran helwest nedigirt, her yek bi gor dilê xwe maldarên xwe çêdikir.

Ji bo her du rê jî nijadperestî bikardianiyan. Dijminatiya kurda ji bo mezinkirina nijadperestiyê rêya herî hêsa bû. Ji bilî dijminatiya kurda, dijminatiya gel û baweriyên din jî dihate bikaranîn.

Piştî 1983’an gelek hukumet gûherîn, lê van xususiyetên dewletê negûherî. Hema her hukumet, bi aqlê faşîstên 12’ê Îlonê tevgeriyan. Ev jî alozî kurtir kir, bêkarî û xizanî mezin kir. Bi vê yekê ve girêdayî, maldar an jî mafya û çeteyên li dora desthilatdaran kombûne jî her çû zêdetir bûn. Ev maldaran beşekî biçûk ya civakê bûn, lê hisabên mal û milk û pereyên xwe nedizaniyan.

Dewlet her carê ku ji ber van siyasetên qirêj diket tengasiyê, hinekan ji gel re dikir hêvî û hukumetan digûherand. Lê aqlê dewletê li ciyê xwe dima, nedigûheriya. Turgut Ozal, Suleyman Demîrel, Tansu Çîller û yên din bi vî awayî bûn hukumet. Welê bû ku Bulent Ecevîtê nedikarî bû binê xwe bigre, carek din ji gel re kirin hêvî. Tiştê dihat jiyîn, tam komedî bû. Lê dewlet di nav vê komediyê de karê xwe bi rêve dibir. Ango, şer gûr dikir, olîgarkên xwe xurt dikir.

Ev cûre rêvebirî di sala 2002’yan de heyama xwe temam kir. Tirkiye heman salê ket nava aloziyeke mezin a aboriyê. Di şevekî de perê tirka li hember pereyên biyanî sedî sed, sedî du sed bêqîmet bû. Hukumet mecbûr ma biryara hilbijartinê girt.

Yê Erdoganê faşîstê roja me anî ser hukum, ev alozî bû. Ew Erdoganê ku xwe û hevalê xwe wekî dekomratên lîberal dide nasîn, ne tenê ji aloziya aborî sûd wergirt. Her weha ji benda sedî deh ya hilbijartinê ku ji bo kurd nekevin parlamentoyê hatibû qebûlkirin derfet dît û hukumetê tena serê xwe damezrand. Wê heyamê sermayedarên navnetewî jî piştgiriyek xurt dan Erdoganê.

Erdogan berêve xwe di nav dewletê de qaîm kir. Dema van gavan avêt, ew jî sermayedarên xwe çêkir. Dehan kesên heya wê demê nedihat naskirin, ango çi kesên di bazara dîn de ji xwe re cîh çêkiribûn, çi jî nijadperest û neteweperestbûn, li derdora xwe kom kir. Ev kesên li dora Erdogan kombûn, hem xwe, hem jî Erdogan xurt kirin. Yên vana xurt dikir jî hebûna şer bû. Erdogan bi heman gavê desthilatdarên beriya xwe tevdigeriya, ji alîkî ve şer gûr dikir, ji alîkî ve jî xizanî û bêkarî bikardianiya, zor û zilma li ser civakê zêde dikir.

Di sala 2015’an de dawî li hukma Erdogan jî hat. Lê ji ber ku ji bo dewletê çi alternatîf tûne bû, yên dawî li hukma Erdogan anîbûn tevgera azadîxwazên Kurdistanê û demokrat, çepgir û sosyalîstên Tirkiyê bûn, dewlet careke din icaze da ku desthilatdarî bi rêya Erdogan bimeşînin. Sîstema takekesî ya faşîst, piştî vê heyamê hate xurtkirin. Ev derfetek nû bû ji bo Erdogan.

Erdogan di vê heyamê de olîgarkên xwe zêdetir xurt kir. Ji bilî sektora çapemenî û avadaniyê, sektora şer jî ji van olîgarkên xwe re pêşkeş kir. Ji birayê zavayê xwe re bi navê Bayraktar karxanayê herî mezin ya şer damezrand. Îro ev karxane ji gelek dewletan re çekên şer û balafirên keşfê difroşe. Ango ne tenê li Kurdistanê, li gelek dewletên cîhanê jî şer gûr dike. Ethem Sancarê neteweperestê faşîst, bi Qetariyan re kir şîrik û karxaneyên herî mezin ya tankên şer, ango BMC’ê pê da damezrandin.

Erdogan her ku şer gûr dikir, olîgarkên wî jî mezin dibûn. Baronên herî mezin a şer jî Erdogan bi xwe bû.

Erdogan, di warê avadanî û çapemeniyê de jî heman tişt pêkanî. Ew karsazên ku wekî ‘Çeteyên 5 Qolî’ tên zanîn, ango holdîngên bi navê Kolîn, Cengîz, Lîmak, Kalyon û Makyol, di heyamek gelek kurt de mal û milkên xwe sed, du sed qat zêde kirin. Her ku ji wan re bac derdiketin, Erdogan bacên wan jî tune dikir. Hemû avahiyên dewletê bi awayekî garantîkirî bi wan dida çêkirin, bi vî awayî dewletê jî bi 40-50 salan ji ‘Çeteyên 5 Qolî’ re deyîndar dikir.

Tiştek din jî aşkere bû, Erdogan êdî wekî destpêka xwe ne lîberal û demokrat e. Ew êdî bi rûyê xwe yê eslî, wekî faşîstekî xûnavî di qadê de ye. Ev yeka jî tenê bi rêya şer dest xistiye. Îro jî parezvaniya wî ya şer ji bo vê yekê ye. Her ku şer gûr dibe, Erdoganê baronê herî mezin ya şer û olîgarkên wî mal û milkên xwe sedan qat zêde dikin, gel jî bi sedan qat xizan dibin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar