Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

We 1200 maske girtin, kurdan jî maskeya we parçe kir!

Ez ê bi çîrokekê dest bi vê gotarê bikim. Rojekê mirovekî paye, birêkûpêk û bedew hat gel fîlozofê Yûnanî Suqrat. Dibêjin çaxa mirov lê dinêre, ji bedewbûna wî fedî dike û di dilê xwe dibêje, çi mivovekî qenc û paqij. Lê Suqrat wiha jê re got : “Bipeyve da ku ez te nas bikim”. Weke fîlozof jê re bêje, ewqas tiştên ku her kes dibîne ji bo min ne girîng in, ya girîng axaftin û karê te ye.

Me ev çîrok nivîsî da ku em qala wî endamê ewlehiyê yê hêzên PDK’ê bikin. Li pêşiya kamereyan dibêje me ewqas çekên PKK’ê girtin!. Ew endamê ku kumekî reş û bi aliyekî ser serê wî, çend stêrk li ser milê wî, pêlavek dirêj û boyaxkirî li lingî wî, cilekî ûtîkirî li bejna wî û weke dîkekî sînga xwe hildaye û dimeşe. Îca wexta ku dibêje ez kurd im, tu dibêjî, wey li minê çi qasî kurd bûne xwedî hêz. Êdî tu kes nema dikare bi vê heybetê. Lê me jî fêm kir ku ev heybet bi kêrî kesekî nehat, hew dijminên wî jê sûd girtin.

Dezgehên ragihandinê yên Hewlêrê roja 26’ê nîsanê bi hev re nûçeyên lezgîn derbas kirin. Di nûçeyê de wiha tê gotin “Hêzên dijterora herêma Kurdistanê planeke PKK’ê pûç kir” Her kesî got ka çi bûye? Çi plan e? Û PKK’ê çima wê êrişî Başûr bike?. Axir çîrok hat fêmkirin ku ew çekên diçûn ber destê PKK’ê da ku şerê dagirkeriyê bike û parastina axa Kurdistanê bike, girtine. Lê belê mijar ne tenê çekên teqîner e, di nava wan 1200 maskeyên li dijî Gazên Jehrî jî hebûn. Mane HPG’ê gotibû dewleta tirk gazên jehrî li dijî me bi kar tîne û bi rêya wan maskeyan xwe diparêzin. Di nava wê daxuyaniya xwe de, dijminatî bi rojavayê Kurdistanê re jî kir. Idia kir ku “Wê PKK’ê bi piştgiriya YPG’ê êrişî başûrê Kurdistanê bike”, gelo ji van xalan çi tê fêmkirin?
– PDK’ê peyam şand ji dewleta tirk re ku ez ê bi her awayî bi te re hevkar im. Ez nahêlim çek jî bighêjin destê wan û êdî tu di şkeft û tunelan de bikuje! Gazê berdi ser wan yekî ji wan nehêlin!

– PDK’ê ji koalîsyona navdewletî re jî name şandiye û dibêje “YPG’ê ya ku tu çekan didêyê ku şerê DAIŞ’ê bike, niha van çekan dişîne vir û wê êrîşî me bike”. Di heman demê de weke bihaneyekê dide dewleta tirk ku êrişî rojavayê Kurdistanê bike, çimkî weke gotinên Erdogan dubare kir.

Berî niha jî HPG’ê aşkere kiribû ku dewleta tirk ji aliyê başûrê Kurdistanê ve êrişî me dike û ji pişt ve li me dixîne. Li wan deveran jî hêzên PDK’ê hene. Vê carê ne tenê rê ji bo dewleta tirk vekirin, lê vê carê rê da qirkirina kurdan.

Baş e, niha gerîla bê maske ne, kî berpirsiyarê şehîdxistina wan ciwanên kurd e?!

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar