Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tirkiye têkçûna xwe vedişêre

Artêşa tirk bi piştgiriya îstixbarî û leşkerî ya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî gerîla şerê hewayî û bejayî da destpêkirin. Di 10’ê sibata 2021’ê de li Garê şerekî pir mezin dabû destpêkirin. Lê li şûna ku 13 leşker û polîsên xwe yên bi salan di destê PKK’ê de bûn rizgar bike, di bombebaranê de leşker û polîsên xwe kuştin. Piştî şerê 4 rojan ku çekên kîmyewî bikar anî, encam bi dest nexist û piştî têk çû, di 14’ê sibata 2021’ê de hêza xwe paşve kişand. Li şûna leşker û polîsên xwe yên di destê PKK’ê de bi salan e bi saxî dihatin parastin, di êrîşa hewayî de kuştin û cenazeyên wan anîn. Lê medya tirk ev yek nedît.

Piştî têkçûna 10’ê sibatê, di şeva 23’ê nîsana 2021’an de serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û serokê Amerîkayê Jeo Biden hevdîtin kirin. Di heman şevê de artêşa tirk li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrîşeke berfireh kir. Armanc ji vê êrîşê ew bû ku di demeke kurt de hêzên gerîla ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derxînin û gava herî girîng a êrîşa Komploya Navneteweyî bi ser bixînin. Lê salekê şer dewam kir û encam bi dest nexist.

Li gorî daneyên Navenda Ragihanidinê ya HPG’ê di sala 2021’ê de Tirkiyeyê 2025 caran bi balafirên şer, 426 caran bi obus û hawanan û 367 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kir. Li dijî van êrîşan gerîla jî 742 çalakî li dar xist. Di şer de 861 leşkeran û 298 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ev dane nîşan dide ku di sala 2021’ê de şerekî pir dijwar rûdaye. Lê çapemeniya hawiz a girêdayî AKP’ê qet qala vî şerî nekir. Qet gala leşker û tîmên taybet ên di şer de hatin kuştin, nekir.

Tirkiye ji 25’ê gulana 1983’yan heta niha zêdeyî 50 caran li dijî PKK’ê operasyonên dersinor pêk anî. Çapemeniya hawiz ku di ferman û xizmeta AKP’ê de ye, heta 2020’an der barê operasyonê de kêlî bi kêlî agahî didan. Her operasyon dikir maneştên rojnameyan. Her operasyon wekî nûçeyên Flash û DEQEYA DAWÎ parve dikir. Zêde pesnê operasyonan dida. Lê bi taybetî piştî di 10’ê sibatê de li Garê têk çûn û 13 leşker û polîsên xwe yên di destê PKK’ê de di şêr de kuşt êdî hikûmetê çapemenî sansur kir. Ji 23’ê nîsana 2021’ê heta niha şerekî veşarî dimeşîne. Şerê xwe ji gelê xwe vedişêre. Têkçûna xwe ji gelê xwe vedişêre.

Me di şerê li dijî Efrînê de dît ku çawa kêlî bi kêlî weşana zindî dikir. Hemû qelemşor û leşkerên teqawît kêlî bi kêlî analîz dikirin. Di şerê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de jî bi heman rengî propagandek pir mezin kirin. Her çend li dijî gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcê şer kirin jî, pesnê artêşê dan û ser sûcê şer veşartin. Kuştina zarokan, bombebarana Nexweşxaneya Efrînê û bombebaran bajarê Efrîn û Serêkaniyê ji raya giştî veşartin. Lê ev rastî nehat veşartin û hemû cîhan bû şahidê sûcê şer.

Niha jî şer li Zap, Metîna û Avaşîn dijwar bûye. Şer 10 roj li pey xwe hişt. HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a hefteyekê aşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di navbera 17 û 24`ê nîsanê de, gerîla 152 çalakî kirine. Di çalakiyan de 218 leşker hatin kuştin. Artêşê di şer de 7 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Lê li gorî Wezareta Parastinê heta niha tenê 5 leşker hatine kuştin. Heta ku Wezareta Parastinê daxuyaniyê nede, çapemeniya hawiz yek nûçeyê jî der barê operasyonê de nade. Em dibînin ku çapemenî li gorî fermana Wezirê Parastinê nûçeyan çêdike û rastiya sansur dike. Heqîqetê ji gel vedişêre.

Gerîla her çalakiyekê li dar dixe hemûyan bi dîmen dike belge û diweşîne.  Heta niha bi dehan maşîneyên zirxî îmha kirin û dîmenê wan parve kirin. Bi dehan qaleqol û qereqol rûxandin û dîmenê wan parve kirin. Dîsa bi dehan leşker kuştin û dîmenê wan parve kirin. Herî dawî dîmenê êrîşa bi roket a li dijî 7 leşkeran parve kir. Di dîmen de tê dîtin ku 7 leşker li tenişta hev rawestiya ne û dibin hedefa guleya roketê. Dema gerîla roketê davêje, dengê hevalê tenişta wî tê. Hete 3’an dijiminê û guleya roketê ku li hewa doj dibe, di nava 7 leşkeran de diteqe. Gelo hemû dinya alem bi çavê çapemeniya tirk li cîhanê dinerin? Çapemeniya hawiz wisa ji xwe bawer dikin ku dema rastiyekê veşêrin dê ew rastî ronî nebe. Dê tu kes wê rastiyê aşkere neke. Lê ew rastiyê sansur bikin jî û nekin jî êdî dema dîmenek li ser medya dijîtal hat parvekirin xwe digîne milyonan kesan. Cîhan bi çavê xwe li rastiyan dinere. Lê çapemeniya hawiz rastiyan ji gelê xwe vedişêrin. Têkçûna artêşê ji gelê xwe vedişêrin. Lê rastî tu carî winda nabin.

Nûçeyên Têkildar