Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

YPJ: Em şerê azadî û parastina axê dikin

Konferansa 3’emîn a YPJ’ê ya bi tevlîbûna 400 delegeyan ku bi dirûşma ‘YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye ‘ li Hesekê hatibû lidarxistin, bi encamnameyekê dawî bû.

Konferansa 3`emîn a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi dirûşma ‘YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye’ hate lidarxistin û 2 rojan dewam kir, îro bi encamnameyekê bi dawî bû.

400 delege, fermandarên YPJ’ê, endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî beşdarî konferansa 3’emîn a YPJ’ê bûn.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed encamname xwend.

Di destpêka encamnameya de 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê li jinên karker, li hemû karker û têkoşerên azadiyê pîroz kir, her wiha Cejna Remezanê li alema Îslamê hate pîrozkirin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin, “Careke din em vê konferansa xwe li tevahî şehîdên şoreşê û li Rêber Apo ku azadiya jinan xiste navenda têkoşîna xwe pîroz dikin û soza misogerkirina azadî û serketinê didin. Wek şopdarên jinên kedkar ên cîhanê ku di oxira azadiyê de bedelên giranbiha dane, îro em şerê azadiyê û parastina axê didin meşandin. Bi vê wesîlê konferansa me bi dirûşma ‘YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye’ karên xwe yên 3 salan bi awayekî berfireh nirxandin.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin, YPJ ku îlhama xwe ji mîrateya giranbiha ya gerîlayên jin digre, îro li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bûye hêza parastina jinan û di oxira parastina welat û axê de bi sedan destanên lehengiyê hatin nivîsandin.

Her wiha hate diyarkirin ku jinên enternasyonal ku îlhama xwe ji şoreşa Rojava girtiye, beşdarî nava refên YPJ’ê bûn.

Di encamnameyê de işaret bi şert û mercên heyî hate kirin û wiha hate gotin: “Her çendî ji ber şert û mercên heyî konferansa me dereng hate lidarxistin û di roja îro de jî gef û êrişên giran hene, lê ji bo em bikarin van êrişan têk bibin û xwe jê re amade bikin, ev konferans xwedî girîngiyek dîrokî bû. Di konferansa me de derbarê rewşa siyasî, rêxistinî û pratîkî nirxandin û perspektîfên girîng derketin holê.”

Têkildarî êrişên îmha û înkarkirinê yên li dijî tevahî jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên jî wiha hate gotin, “Hevalên me yên qedirbilind tevlî karwanên şehîdan dibin û hovîtiyeke mezin li gelê me tê kirin. Îro em di navenda şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe digirin û wek hêzeke diyarker rol dilîzin. Ji bo em karibin herêma xwe ji dagirkeriyê biparêzin û statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê bê naskirin, her wiha yekbûneke xurt bi tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re ava bikin, pêdiviya me bi xweparastinê heye. Parastina li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên dagirker jî ancax bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pêkan e. Li hemberî me dijminekî ku hewl dide me bixe nava pençên xwe yên qirkirinê heye. Ji bo wê ancax em jî bi feraseteke rast a parastinê dikarin bersiva êrişan bidin.”

YPJ`ê di dewama encamnameyê de diyar kir ku di konferansê de gelek analîz û perspektîfên xurt derketin, her wiha aliyên xwe yên kêm tespît kirin û ji bo derbaskirina wan perspektîfeke xurt derkete holê.

Hate xuyakirin ku di çarçoveya pêngava ji nû ve avakirinê de wan pergala YPJ’ê di ber çavan re derbas kir û li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî amadekirina hêzê û pêre jî amadekirina civakê û tevahî jinan xiste navenda nîqaş û nirxandinên xwe.

Di dewama encamnameyê de ev tişt hate parvekirin: “Wek artêşeke jinan a profesyonel di çarçoveya biryara me ya ji nû ve avakirinê de, li hemberî teknolojiya dijmin a pêşketî xweparastin, her wiha li hemberî polîtîkayên qirêj ên şerê taybet bi rengekî herî baş xwebirêxistinkirin wê bibe bingeha serkeftinê. Li gorî vê bi şêwazê tîmên bitevger ên profesyonel xwe bi rêxistin kirin, wê azadiya tevahî jinan û parastina axê teqez bike.

Li Efrîn, Serêkaniyê û li Girê Spî Rojane bi dehan êriş û konseptên nijadperestiyê pêk tên. Hêzên dagirker dest dirêjî mêjî û bedena jinan dikin, xaka me talan dikin û gelê me di komkujiyan re derbas dikin. Her wiha bi gelek rêbazên cûda êrişên xwe yên hewayî li ser xaka me, li ser çeperên şervanên me didin meşandin. Lê careke din em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin. Şehîdên me rêya tekoşîn û zaferê nîşanî me didin. Ji bo wê çiqas êriş bikin jî, em ê zêdetir xurt bibin û her awayî hewldanên dagirkeriyê têk bibin. Her şervaneke YPJ’ê di roja îro de di xeta fermandariya şehîd Sosin de, fedaîbûna şehîd awaz û bi fedekariya şehîd Dilar, Ronahî û Kobanî de bi wêrekiyeke mezin li dijî êrişên dagirkeriyê tekoşîna azadiyê didin meşandin.

Ji bo em karibin teknîk û taktîkên dijmin têk bibin, xakên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û azadiya jinan misoger bikin; konferansa me ev mijar tevahî bi israr û biryardariyeke xurt xiste bin biryaran. Li ser vê bingehê em careke din konferansa xwe ya YPJ’ê ku bi dirûşma ‘YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye’ li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan û li tevahî jin û gelên welatparêz û têkoşer pîroz dikin û em soza azadî û serketinê didin hemû jinan û mirovahiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar