PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana şehîdgehan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kirin. Di serdanê de berxwedana gerîla hate silavkirin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Rêveberiya Sivîl û Xweser û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kirin.

Li goristanan malbatên şehîdan li ser giyanên ewladên xwe yên di oxira parastina herêmê ji êrişên DAÎŞ’ê û artêşa tirk a dagirker de canê xwe feda kiriye, ayetên Quranê xwendin.

Li bajarê Hesekê vê sibê şêniyên herêmê bi boneya cejnê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li rojavayê navçeyê ve çûn.

Li navçeya Til Temir jî welatiyan berê xwe da goristana şehîdan.

Li Şedadê şêniyên herêmê ber bi goristana şehîdan ve çûn, li wir şervanên QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist û ji fermandarên QSD`ê Zinarîn Hesen axivî û got: “Destpêkê em Cejna Remezanê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin û soza şopandina berxwedana wan şehîdên parastina xaka me kirin, didin. He wiha li gelê herêmê jî pîroz dikin û dibêjin heta rizgarkirina rêberê xwe û rakirina tola şehîdên xwe em ê tê bikoşin.”

Zinarîn Hesen îşaret pê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê ew ê bi gel û hêza xwe ya leşkerî li ber xwe bidin.

Li Minbic û Helebê jî serdana şehîdgehan kirin

Li bajarê Mibicê jî gel û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl, endamên saziyên sivîl berê xwe da goristana şehîdan.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, malbatên şehîdan, şervanên YPG/YPJ`ê û saziyên sivîl serdana Goristana Şehîdên Şêxemqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyf ya Helebê kir.

Li ser gorên şehîdan gul hatin danîn, hinekan ayetên Quranê xwendin, hinekan jî şêranî belav kir.

Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir, Cejna Remezanê li rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û hemû şervanên YPG/YPJ`ê pîroz kir.

Bekir destnîşan kir ku şehîd rêberên wan in û bi saya şehîdan ew îro di ewlehiyê de dijîn. Her wiha soz da ku ew ê hemû destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Li aliyekî din, şênî û endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî berê xwe da Qada Şehîd “Ebû Şiyar” a li taxa Seken Şebabî ya Helebê.

Li wê derê jî endamê Kombûna Olan şêx Elî El-Hesen Cejna Remezanê li dayik, bav, zarok û hevjînên şehîdan û hemû şervanên li eniyên şer pîroz kir û got: “Cejn Efrîn e, inşallah cejna bê em ê li Efrînê bin.”

Kantona Qamişlo

Vê sibê bi sedan pêkhateyên bajar û navçeyên kantona Qamişlo, malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser serdana gorên şehîdan kir.

Welatiyan serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo, Goristana Şehîd Xebat a li navçeya Dêrikê, Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê û Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantonê gelek tedbîrên ewlekariyê girtin û hêzên xwe li pêşiya tevahiya goristanan bi cih kirine. Li goristanan welatiyan cejna hev pîroz kir.

Reqa, Tebqa û Dêrazor

Piştî şêniyên bajarê Reqa, Tebqa û Dêrzorê nimêja cejnê kir, ber bi goristanên şehîdên ve çûn.

Piştî nimêjê şêniyên Reqayê ber bi goristana şehîdan a Reqayê ya li gundê El-Hikumiyê ve çûn. Şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê jî ber bi Goristana Şehîdên Sêvdar a li bajarokê El-Cidêdad ve çûn.

Li Tebqayê jî welatî ber bi goristana şehîdan a bajêr herikîn. Şêniyên rojavayê gundewarên Dêrazorê jî berê xwe da Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb.

Li goristanan endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, Partiya Sûriya Pêşerojê, QSD`ê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûpsiyên eşîran, Meclisa Malbatên Şehîdan silav li malbatên şehîdan kirin ku canê xwe di oxira parastina welat de daye.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi wesîleya cejnê serdana Goristanên Şehîdan kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê serê sibehê berê xwe dan Goristanên Şehîdan û li wir cejn pîroz kirin. Şêniyên ku kulîlk danîn ser gorên şehîdan, bi hêviya ku cejna bê li Efrînê pîroz bikin, cejn li hev pîroz kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî.

Sûreya Hebeş cejna Remezanê destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelên aştîxwaz û Misilmanan pîroz kir û got, “Cejna Remezanê cejna aştî û ewlehiyê ye. Her wiha cejna biratiya gelan e ku hemû gel li hev pîroz dikin. Mixabin dewleta Tirk bi navê ola Îslamî gelan dixapîne û Kurdan qir dike. Ji ber wê banga me li civaka Îslamê re ew e ku pêşî li Erdogan ê kujer bigirin.”

Di daxuyaniyê de ahte destnîşankirin ku gelê Kurd wê li hemberî siyaseta Erdogan bisekine û Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bike.

Xelkê Kobanê ji bo cejnê serdana şehîdgehê kir

Bi wesîleya cejna Remezanê şêniyên Kobanê serê sibehê berê xwe dan Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê. Xelkê Kobanê şehîdên şoreşê bi bîr anî û şekir belav kir, cejn li hev pîroz kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar