Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa Iraqê êrişeke giran dibe ser Şengalê

Artêşa Iraqê ji gelek aliyan ve bi tank, top û çekên giran êrişî Şengalê dike. Xelkê Şengalê jî li derdora Meclîsên Gel dicivin û li ber êrişan radibin.

Artêşa Iraqê bi serkêşiya Fermandariya Operasyonên Mûsilê ku tê gotin di bin bandora dewleta tirk û PDK’ê de ye, ji doh ve êrişî Şengalê dike.

Hêzên çekdar ên hikumeta Kazimî ku li Sinûnê û Dugirê doh êrişî bendên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê û YBŞ’ê kirin, îro êrişên xwe giran kirin. Artêşa Iraqê bi gelek wesayitên zirxî, tank, top û çekên êrişan êrişê dibe ser Şengalê.

Artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzidxanê û YBŞ/YJŞ’ê dike. Li Dugirê bi tankan bombe li dibistanê hate barandin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, artêşa Iraqê ji aliyê gundê Tirbika ve ku girêdayî Rabîaye, hêzek mezin ber bi Sinunê ve dibe û dixwaze ji wir ve bikeve nava Şengalê.

Di heman demê de ji aliyê Hardan ve jî hêzek mezin xistiye nava liv û tevgerê. Li herêma Dugirê jî hêzek zêde ya Iraqê hatiye komkirin. Li vê herêmê artêşê, bi roketan êrişî hêzên Asayîşa Êzidxanê kirin. Li wir şerek giran rû dide.

Li hemberî êrişan berxwedana hêzên parastina Şengalê jî dewam dike. Di vê navberê de li ser tevahî Şengalê helîkopterên leşkerî di van kêliyan de difirin. Ji navenda Şengalê heta Dugirê, Sinûnê, Xanesorê, Medîban û gelek herêmên din helîkopter li ser qadê difirin.

Şêniyên Şengalê jî li derdora Meclîsên Gel ên gund û navçeyên xwe li hev kom dibin û li dijî êrişan nerazîbûna xwe nîşan didin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar