Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

TEV-DEM: Parastina Şengal û nirxên wê berpirsyartiyeke dîrokî

Artêşa Iraqê di êvara 1’ê gulanê de bi hêzeke mezin êrîşî bajarokên Şengalê kir. Bi êrîşa artêşa Iraqê re hêzên ewlekariya Şengalê YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê jî neçar man ku bersiv bidin, li herêmê şerekî dijwar qewimî. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê bal kişand ser êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û diyar kir ku parastina Şengalê, erkekî dîrokî ye.

TEV-DEM’ê diyar kir ku bi biryara hikûmeta Kazimî re artêşa Iraqê sewqiyatên leşkerî yên mezin, çekên giran ên weke panzer, obûs, helîkopter, balafirên bêmirov ên bi çek ên Tirkiyeyê şandine Şengalê û wiha got: “Di encamê de bi YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê re şer derket. Ev êrîşên Iraqê di çarçoveya lihevkirinên ewlehî û siyasî yên bi dewleta tirk a dagirker a faşîst re û hevkariyeke rasterast a ji aliyê PDK’ê ve têne kirin. Armanca ji van êrîşan ew e ku vîna civaka êzdî bişikînin. Her wiha dixwazin civaka êzdî ji projeyên siyasî, aborî, civakî û çandî ya Iraqê dûr bixin.”

Dixwazin civaka êzdî kir bikin

Bi domdarî TEV-DEM’ê daxuyand ku hikûmeta Erdogan jî bi heman reng û mebestê êrîşên xwe yên li ser gelê kurd zêde kirine û wiha domand: “Artêşa Iraqê bi êrîşên artêşa tirk a dagirker re hemwext êrişî Şengalê kir. Ev êrîşên hevbeş, li dijî vîna gelên me ye ku ji bo hemû mirovahiyê têkoşiyan, li ber xwe dan û li dijî rêxistinên herî mezin ên terorê şer kirin. Dixwazin gelê me yê êzdî bêhtir qir bikin û li dijî jin û zarokên êzdî sûcên xwe zêdetir bikin. Dibe ku fermaneke din jî li dijî civaka me ya êzdî were kirin ku civak û ola herî kevnar a herêmê tune bikin. Ev şerekî pir xetere û sîstematîk e.”

Parastina Şengalê erka her kesê ye

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha bi dawî bû: “Tevî hemû hewldan û hevdîtinên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê yên bi aliyên siyasî û derdorên olî yên Iraqê re jî, hikûmeta Kazimî ya derqanûnî dixwaze beriya bidawîbûna desthilatiya xwe, dixwaze bi mejiyê Baasî ve civaka êzdî qir bike. Banga me ji bo hemû hêzên siyasî, neteweyî, kurdistanî, gelê kurd, rêxistinên hiqûqî, sivîl, saziyên êzdî di serî de Meclisa Rûhanî ya Êzdî û Bavê Şêx ew e ku vê xetereyê bibînin û li gorî wê helwest nîşan bidin. Divê hemû kes bikeve nava seferberiyê. Divê em hêza xwe ya xweser ji bo parastina êzdiyan kom bikin. Parastina Şengal û nirxên wê berpirsyartiyeke dîrokî ye û deynê stûyê me tevan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar