Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ber bi hilbijartinan ve diçe. Ev hilbijartin hem ji bo desthilatiya AKP-MHP’ê, hem ji bo muxalefetê, hem jî ji bo siyaseta kurdan, hilbijartineke dîrokî ye. An pêşwext an jî di dema xwe de, bi her awayî hilbijartinên 2023’yan, di sed saliya Tirkiyeyê de dê dergeheke siyasî ya nû ji bo hemû aliyên siyasî veke. An deriyekî nû, an jî kûrkirin, mayîndekirin û sazûmankirina pergala Erdogan…
Rewşa îro ya Tirkiyeyê, stratejî û hemleyên siyasî yên hemû aliyên siyasî, bi temamî li ser hesab û encam û rengvedana hilbijartinan teşe digire. Qeder û siberoja Tirkiyeyê, çarenûsa Erdogan û desthilatiya heyî, bi gelek aliyan ve girêdayî encamên hilbijartinan e. Ji bo wê jî, şîfreyên siyaseta rojane ya Tirkiyeyê, stratejiyên hilbijartinê jî aşkera dike.
Pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û îdarî yên Tirkiyeyê, bi gelek aliyan ve bandora xwe hem li ser pêvajoya hilbijartinê hem jî encamên hilbijartinê dike. Nemaze jî rewşa aborî ya îro, fitîla gelek pirsgirêkên siyasî jî di nav xwe de dihewîne. Hem ji bo kamûflekirin û veşartina van krîzan hem jî ji bo bihêzkirina pergala otorîter, mijara herî giring û fonksiyonel rewşa kurdan e. Ew rewş jî ji her aliyê ve li ser nêzikatiya dewletê ya sedsalan û Konsepta 2015’an hatiye avakirin ku armanca wê hilweşandina hêza siyasî ya kurdan e.
Tirkiye bi serpereştiya Erdogan û hevkarê wî Bahçelî, piştî Konsepta 2015’an hemû hêz, çavkanî û derfetên xwe ji bo têkbirina îradeya kurdan seferber kir. Hemû budceya xwe ji bo şerê li dijî kurdan dabîn kir û di encama wê de îro civaka Tirkiyeyê di nav xizanî û belengaziyê de hatiye hiştin. Şerê ku li Bakur, Başûr û Rojhilat li dijî kurdan tê meşandin, maliyeteke mezin li pergala aboriyê ya Tirkiyeyê derxistiye holê. Xizanî pêl bi pêl mezin dibe, nerazîbûnên civakî, aciziyên derbarê desthilatiyê de her roj zêdetir dibin.
Ji ber ku Erdogan û Bahçelî hemû alav û derfetên dewletê xistine bin hikm û serweriya xwe û pergaleke zordest û otorîter ava kirine loma jî çalakiyên demokratîk, sivîl û nûmayîşên civakî hatine qedexekirin. Ji bo wê jî nerazîbûnên civakî, rexne û helwesta li dijî vê pergalê dê herî zêde di hilbijartinan de olan bide û encaman derxe holê. Kesên ku derketina wan a kolanan, mafên wan ên çalakî û protestoyan hatine qedexe û astengkirin, dê helwesta xwe di sindoqan de nîşan bidin.
Di hilbijartinan de stratejiya herî mezin a Erdogan gurkirina êrişên li ser siyaseta kurdan e. Hem li Başûr, hem li Rojava û hem jî li Bakur, dorpêçkirina kurdan e. Li aliyekî êrîşên li ser Rojava, dagirkeriya li Başûr û li aliyê din doza girtina HDP’ê, bingeha vê stratejiyê ye. Ji bo wê jî bi hemû amûrên desthilatiyê vê stratejiyê didomîne. Teknîk û teknolojiyê temamî ji bo vê armanca xwe bi kar tîne. Erdogan xilasiya xwe, kamûflekirina têkçûna pergala îro, di şerê li dijî kurdan de dibîne. Ji bo wê ew serkeftina xwe, di têkçûna kurdan de dibîne û hemû stratejiyên xwe li ser vî esasî ava dike.
Di vê stratejiyê de armanca sereke bi her awayî krîmînalîzekirin û reşkirina siyaseta kurdan an îradeya kurdan e. Hemû hêz, alî û îradeyên ku kurdan temsîl dikin, di vê stratejiyê de wek hedef in. Bi vî awayî xeta sereke ya dewletê careke din tê avakirin. Civakê ditirsînin û muxalefetê dixin bin bandora xwe. Ji ber reşkirin û tometbarkirina siyaseta kurdan, muxalefetê li gorî stratejiya xwe dîzayn dikin. Sînorê muxalefetiyê li ser nêzikatiya kurdan tê diyarkirin. Kî nêzikî kurdan, siyaset û nûnerên kurdan bibe, ew jî tên krîmînalîzekirin û reşkirin. Ji bo wê jî muxalefeta Tirkiyeyê herçend îro wek muxalefet bê binavkirin jî di esasê de girêdayî vê peymana veşartî ya dewletê ye ku têkbirina îradeya kurdan ji xwe re dike armanc. Lê ew peyman êdî hêdî hêdî wan jî dadiqurtîne.
Sala 2022’yan, ji bo hilbijartinên 2023’yan saleke gelek giring e. Ji bo wê jî Erdogan dixwaze vê havînê serkeftinekê li dijî kurdan îlan bike û wisa biçe hilbijartinên 2023’yan. Bi gurkirina hîsteriya neteweparêziyê, dixwaze desthilatiya xwe qayîmtir bike, pirsgirêkên aborî, siyasî û îdarî veşêre. Êrîşên dagirkeriyê yên îro li Rojava, Başûr û Şengalê, girêdayî vê nêzikatiyê ne. Doza girtinê ya li dijî HDP’ê, zextên li ser siyaseta demokratîk, êrişên li ser rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedaran, dorpêçkirina civakê parçeyê vê stratejiyê ne.
Hilbijartinên 2023’yan, ji bo pergala Erdogan hilbijartina man û nemanê ye. Ew krîza ku reh û bingeha wê digihêje sedsalan, herçend îro ji bo kurdan gelek sext û dijwar be jî, fersendên dîrokî jî di nav xwe de dihewîne. Bihêzkirina têkoşînê, pûçkirina stratejî û nêzikatiya Erdogan û pêkanîna yekîtiya têkoşînê, dê encamên siyasî jî bi xwe re bîne. Ji bo wê jî sala 2022’yan, havîna îsal dê ji gelek aliyan ve bandora xwe li ser hilbijartina 2023’yan û stratejiya Erdogan bike.