Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KOMAW: Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Iraqê ya li ser Şengalê her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Iraqê da.

KOMAW’ê diyar kir ku civaka êzdî bi 74 caran rastî qirkirinan hatiye û wiha got: “Lê dîsa jî civaka êzdî têk neçû. Di êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de YPG û HPG bi hawara gelê me yê Şengalê ve çû û êzdiyan ji qirkirinê rizgar kirin. Bi ser rizgarkirina Şengalê re 8 sal derbas bûn. Civaka êzdî ji perwerde heta aboriyê xwe ji gelek aliyan ve birêxistin kir û pergala xwe ya xweseriya demokratîk ava kir.”

Bi domdarî KOMAW’ê destnîşan kir ku rêveberiyên dewletên dagirker û paşverû yên li herêmê, jiyana civakî ya hevpar, aştiyane, demokratîk û azad a gelê êzdî ranagirin û ev tişt parve kirin: “Kazimî, Erdogan û hevkarê wan PDK serkêşiyê van hêzên paşverû dikin. Ji bo temamkirina karê nîvcomayî yê DAÎŞ’ê, van hêzan di şeva 1’ê gulanê de bi rengekî komî dest bi êrîşê kirin. Di şexsê civaka êzdî de êrîşî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê û destkeftiyên wan tê kirin. Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin ku li gel gelê me yê êzdî cih bigirin û bi her awayî piştgiriyê bidin. Banga me ji bo saziyên mirovî yên cîhanê ew e ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurdistanê û xwedî li mafê jiyana azad a gelê kurd derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar