Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êrîşên li ser Şengalê qonaxeke nû ya Peymana 9’ê Cotmehê ye

Êzdîn Şengalî

Êrîşên dawî yên li Şengalê ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê ye û bi polîtîkayên dewleta tirk û PDK’ê ve girêdayî ye. Heya ev plana şer û tasfiyeyê neyê şikestin xeteriya êrîşên li ser Şengalê berdewam e.

Li Şengalê ev 2 hefte ye ku rewşa awarte heye û carna ev rewş digihije asta şer û pevçûnên giran carna jî bi hin hevdîtin û diyalogan pevçûn disekine. Niha gelek hêz û alî rewşa Şengalê li gor xwe dinirxînin, agahiyên rast û derew bi zanebûn tevlihev dikin. Ji ber vê lazim e pêşketinên dawî em bi kurtî bibîrxin.

Destpêka vê aloziya dawî 18’ê nîsanê ye ku artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî hêzeke mezin derbasî komelgeha Dîgurê kir û xwest Asayîşa Êzîdxanê dest ji noqteyên xwe berde. Di encama dorpêçkirin û êrîşên artêşê de şer û pevçûn derket, ev pevçûn li deverên cuda yên Şengalê belav bû. Wate, aloziya dawî ya li Şengalê bi êrîşa li ser Asayîşa Êzîdxanê destpêkir. Mijara Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên esasî ya Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, PDK û hikumeta Kazimî de ye. Ya din jî, rojek beriya van êrîşan dewleta tirk a dagirker li hemberî qadên gerîla dest bi tevgereke nû ya dagirkirinê kiribû.

Li hemberî polîtîkaya dorpêçkirin û teslîmgirtinê, hêzên parastina Şengalê li ber xwe dan û şer di 18 û 19’ê nîsanê de berdewam kir. Piştî ku xeteriya şerekî berfireh û demdirêj derkete holê hin alî ketin nav tevgerê û hewl dan zemîna diyalog û hevdîtinan ava bikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê jî rê li ber van hevdîtinan vekirin û ji 20’ê nîsanê pê ve pêvajoya diyalog û hevdîtinan destpêkir. Di vê çarçoweyê de hem li Bexdayê hem jî li Şengalê çend hevdîtin hatin kirin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî di 24’ê nîsanê de tevî hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê peyama xwe ya çareseriyê û her wiha helwesta xwe ya berxwedanê aşkera kir. Meclisê diyar kir ku ew amade ne bi dewleta federal a Iraqê re pirsgirêkan çareser bikin û her wiha destnîşan kir ku ji bo zemîna çareseriyê pêş bikeve lazim e rê li ber polîtîkayên dewleta tirk û PDK’ê were girtin. Lê di roja ev daxuyanî hat dayîn de artêşa Iraqê hêzeke mezin a leşkerî tevî karwaneke ji tank, obus û çekên giran derbasî Şengalê kir.

Ev rêzehevdîtin heya 30’ê nîsanê ji bi awayên cuda berdewam kirin lê encamek ku rê li ber çareseriyê vebike derneket. Ji ber ku tiştê di hevdîtinê de li ser Şengalê dihate ferzkirin di esas de qebûlkirina Peymana 9’ê Cotmehê bû. Ji xwe di 30’ê nîsanê de şandeyeke leşkerî ku Fermandeyê Giştî Ebdulemîr Yarallah jî di nav de bû hatibû Şengalê.

Di vê pêvajoyê de PDK û dewleta tirk jî di nav tevgerê de bûn û zext li artêşa Iraqê dikirin ku li Şengalê li hemberî Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê dest bi şerekî mezin bike. Nûnerê PDK’ê di Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Tilet bi daxuyaniyeke fermî bang li hikumeta Iraqê kiribû ku li dijî Şengalê hêza çekdarî bikarbîne. Her wiha Qaîd Ameliyatê Mûsilê ku di bin bandora dewleta tirk û PDK’ê de ye, bi hewldanên provokatîf polîtîkayên şer germ dikir.

Di hemû hevdîtinan de, di esas de Peymana 9’ê Cormehê li Rêveberiya Xweser a Şengalê hate ferzkirin, li hemberî vê ferzkirinê jî Şengal helwesta xwe ya berxwedanê nîşan da. Bi navê ‘hêz û çekdarên neyasayî’ xwestin hêzên parastina Şengalê bi rê û rêbazên cuda tune bihesibînin. Ji xwe Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Rojavayê Nînovayê vê polîtîkayê wiha dikir rojev: ‘Nabe ji bilî hêzên fermî tu hêzeke din a çekdar li sînorê qeza Şingalê bimîne.’

Ji bo vê polîtîkayê bixin meriyete û îradeya Şengalê bişkînin herî dawî êvara 30’ê nîsanê artêşa hikûmeta Kazimî dest bi tevgereke nû kir û di 1’ê Gulanê de li nahiya Sinûnê û Dîgurê veguherî şerekî giran. Ev şer û pevçûn ji aliyê raya giştî va hate şopandin lê lazim e were gotin ku artêşa Iraqê wekî bi dewleteke dijmin re bikeve şer, bi tank, çekên giran û helîkopteran êrîşeke giran pêşxist. Ev şer ji saetên sibehê ve heya berêvarê bi dijwarî berdewam kir û ji êvarê ve ye şer û pevçûn sekiniye lê ew xeterî heye ku car din artêşa Iraqê êrîşên li ser Şengalê berdewam bike. Ji xwe herî dawî li ser navê Qeymeqamiya Mûsilê daxuyaniyek hate dayîn ku digot; “Li gor peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, nabe tu komên çekdar li sînorê qeza Şengalê bimînin û tedbîrên niha yên artêşa Iraqê yên li Şengalê di çarçoveya wê peymanê de ye.”

Niha di çarçoweya geşedanên 2 hefteyên dawî de lazim e çend xalên esasî werin destnîşankirin; Êrîşen dawî yên li ser Şengalê ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê ye ku civaka êzidî vê peymanê wekî ‘fermana nû’ binav dike.

Êrîş her çiqas li ser Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê xuya bike jî di esasê xwe de bi giştî li hemberî pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.

Civaka êzidî piştî fermana 2014’an bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser xwe ji hemû êrîşan parastin, jiyaneke ewle û aram ji xwe re ava kirin. Eger ev êrîş biserkevin û hêzên parastina cewherî yên Şengalê were tunekirin wê civaka êzidî bi fermanên nû re rû bi rû bimîne.

Di nav Iraqê de hin aliyên ku dixwazin rê li ber diyalog û hevdîtinan vebin hene. Lê di heman demê de di serî de hikûmeta Kazimî û PDK gelek alî jî hene dixwazin ji qeyrana siyasî ya Iraqê sûd wergirin û fermana li ser êzidiyan temam bikin.

Qasî hêzên ku êrîşî Şengalê dikin, hêzên navneteweyî yên piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê dikin jî ji van êrîşan berpirsyar in.

Wekî encam, her çiqas di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de hincetên cuda bikin rojev jî êrîşên li ser Şengalê bi plan û biryareke stratejik têne meşandin. Her çiqas hewldanên çareseriya rewşa heyî berdewam bike jî xeteriya êrîş, şer û pevçûnan berdewam e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar