Bêrîvan Tûnç
Roj diçe, şev diçe dem derbas dibe. Nizanim ji ku destpê bikim, behsa kijan qehramanê bikim, ciwaniya di çavê kijan çav xezalê de bi hestên herî bedew birêjim li ser rupela spî, gelo ma wê bikarim ew çiroska di wan çavan de bînim ser ziman, ma dema min qala wê çiroskê kir, hesudî di dilê kijan xwînxwaran de zindî nabe. Tirsa min jî,ji wê ye. Di tirsim dema binim ser ziman hesudên vê serdemê bikevin li pey wê çiroska di çavên çav xezalan û bigire vemirîne wan çiroskan.
Jin û berxwedanî, jin û şer, jin û têkoşîn. Çi peyvên li hev tên. Dema tu wan sê tipan li kêleka kijan peyvê bi cih bikî ahangiyek derdikeve pêş, ji xwe ger ew peyvên ku tu peyva jin li kêleka wê bi cih dikî di hundirê xwe de li dijî zilmê serî rakirinê bi hewinê be, ew ahengî û xweşiktî hê pêtir derdikeve pêş. Ji bo wê her ku ez peyva jin li kêleka peyvekê bi hîç dikim hesten serhildanê di hundirê min de zindî dibe, ji ber jin bi xwe serî rakirineke. Ji navê wê diyare serhildan di hundirê her jineke de heye bi taybet ji di nava dilê jinên kurd de ev hestê serhildan û şerkirinê ji destpêka dîrokê heya niha bi têpên zêrin qehremaniya jinan di rûpelên tijî berxwedan de nivîsandiye.
Yek ji wan navên bi tipên zêrin li rûpelên dirokê de hatin nivisin Zarife ye, ku bi sekna xwe ya şerker ji serhildana Dêrsimê heya niha bûye sembol ji bo jinên kurd û ji hezaran Zerifeyên vê serdemê re bû rênasa berxwedanê. Berxwedan û şerkirin miraskê ji Zarifeya şerker ji me re mayî ye, ku îro bi hezaran Zarifeyên şerker li çiyayên Kurdistanê vê mirasê bi layîqî hildigirin.
Di dîrokê de ji jinên kurd li dijî îxanetê şer kiriye, heya dawiya xwîna xwe li ber xwe daye, di roja îro de ji cardin jinên kurd li serê çiyayên azad di nava cenga Gurzê Gerîla de kêlî bi kêlî destanên qehramantiyê dinivîse. Dîrok îro ji şahidiyê van qehramanên azadiyê dike ka wê çawa di meydanê de hespê azadiyê dibezine. Ka çawa tililiyên azadiyê di çiya û nawalên Zap, Avaşîn û Kurêjaro de deng vede û jiyan li xwînxwarane dike dojeh. Ma gelo pênûsa kijan nivîskarê ewqas bi quwete ku bi kare çend rûper li ser van qehreman binivîse, ma ger gotinek bêjî ya din nivco namîne.
Erê kezîzer û çavxezalên welatê rojê di van kêliyan de li çiyayên azad şerê azadiyê dimeşînin. Li nava bajaran de ji jinên ku dixwaze di nava vê şerê man û nemanê de cih bigire li reza pêş de li ser linga ye û mil dide milê gerîlayê xwe. Lê hin em gelek kêm dimin. Ji bo ku di vê şerê man û nemane de em ser bikevin îro pêwîstî bi her kesê heye bi taybet ji divê jin bi hestê şerker yê ku di hundirê dilê wê de difirê re li ser dijmin de biçe û ne tenê çiyayên azad, her kolan û kuçeyê bajarê lê jiyan dike, bike dojeh li dijmin. Ji ber şer ne tenê li çiya tê kirin, ji ber dijmin ne tenê li dijî gerila şer dike, îro çawa ku dijmin bi hemû hêza xwe û hefkarên xwe yên xwe firoşe û bi dek û dolaban li ser me de tê, divê helwesta mêjî diyarker be. Divê em jin di wê ferq û zanabûnê de bin ku bi sekin û berxwedaniya xwe ya di nava bajaran de wê serkeftina vê şerê misoger bikin. Ji ber îro ji bilî berxwedanê û şerkirinê tu rêyên din ji bo me nîne.