Medenî Îlhan
Sibeheke pir zû bû û ev war bi bêdengiyekê xemilî bû. Li paş çiyan rojê xwe hêdî hêdî hildida jor. Hewa pir xweş bû, derdor bi awayek zelal xûya dikir. Xweşiktî û bi tenê bûn, hîsekî pir xurt yê li xwe nêz hatinê dide diyarkirin. Dema mirov li vê hîsê xwebûnê temaşe dike, heqîqet û bêqirêjiya xwe dibîne. Em diçin û derbaz dibin, lê ew dîsan dimîne; çiya, dar, xweza, av. Ew her dimînin li vir, em bi zeîftî, êş, nerehetiyên xwe ve diçin û derbaz dibin. Mirovan hertiştê xwe daye li jor meyzekirinê, serbilindiyê, xweşiktiyê tiştên ku ne aydê wane yê xwe dîtinê lê evane nikarin êşên mirovan daxin, xirabî û xemên wan ji holê ranake, xwedayan, xeyalan, dewletan ji holê ranake. Bi rastî ji ezezîtî heye? Yan jî komekî cureyên cuda yên şêwedana mirovan hene? Beriya hertiştî her yek ji me weke Rêbertî got gerdûneke biçûk, çand û civak e. Em cîhanin û cîhan jî em bi xwe ne. Bi destpêkirina kes ya dest ji cîhanê berdanê û pey hêrsê, zewqa xwe ketinê, xirabî, êş, şer, talankirin û feqîriyê destpê kir. Bi vê re jî em nikarin xwe ji derveyî tê xûya kirin, weke rastiya heyîna xwe cîhanê bidin xûya kirin.
Em ne tenê ew çanda ku têde hatine kole kirin de jiyan dikin, em koleyê hemû mirovahiya di nava feqîrî, êş, gengeşe, zalîmtî, qirêjiya ku tê jiyan kirin de jiyan dikin. Qet ne li xema me ye êşên mirovan li xwe barkirî. Em ne di ferqa êş û tundiya ji nifşekê derbazî nifşê din dikin dene jî. Em bi bêedaletî, şer û feqîriya civakî re eleqeder dibin, em dixwazin vêya bi rêya şer yan jî bi rêya forman bidin gûherandin. Li gel vê jî şer, feqîrî, pevçûn, xirabî, tecawiz, binpêkirin, talankirin ya di navbera mirovan de her ku diçe zêdetir dibe. Bi milyaran sale ev dubare dibe, em tundiyê, kînê, dîn, nîjatperestiyê qet çavdêrî nakin û paşguh dikin. Evane li pêş çavên me ne, weke çêkera civakî hene, rastiyekin, bi bandor û jiyanî ne. Em van berhevên veşartî paşxwe dihêlin û ber bi reforma derve re eleqeder dibin. Ev parçe kirin dibe sedema herî mezin yê hilweşîna mirovan.
Ya girîng ne ewe tu jiyanê ji hindirîn û ji derve de weke du parçan bigirî dest. Weke parçeyekê dîtina wê girînge. Wêdemê çalakî wateyek girîng digire, wê demê çalakî nabe qismî. Tişta erênî bi ya neyînî re têkiliya xwe tune dike û pey ya baş nakeve. Dema êş xilas dibe, başî weke pişkekê vedibe. Wê demê mirov wê xwe çawa ji vê xirabiyê, êşê, gengeşeyê xilas bike? Famkirina vê girêdayî hişê mirov e. Wê demê wê ev hişê me van hemûyan ji holê rake. Weke kû tehlîkeyek ferq kirîbe.
Fikirîn ne hişmendî ye. Jîrtî dikare fikirînê bide şixulandin, lê dema fikirînê ji bo berjewendiyên xwe hiş kontrol kir, qurnaz û xirab dibe. Mirin heye, êş heye û ewqas xirabiyên kû mirovan afirandî ji wisa. Ev guherîn tevgera heyîn û xirabûnê dîsan li derdora dem dane rûniştandin. Dem fikirîne û fikirîn heyberek yê demê derbasbûyî ye. Mirovahî va bi milyaran sale bûye koleyê vê demê. Bi vê re bêdawîtiyekê derdixin holê. Mirovê ku ji dil be di ferqa van şaştiyan deye. Rewşek yê xeyalkirin, wext, fikirîn neyî heye, lê ji bo em bigihijin vê rewşê divê em hemû pereyên ku xerc dikin ji holê rakin, bixin cihek ewqas kur de ku tu kes nebîne. Ji ber ku em çi ji yên paş xwe re bihêlin wê xwe bi wê mijul bikin. Bi vê re teqlît kirin derdikeve holê û pereyên sixte derdikeve. Ev pereyên sixte jî kesayeta li we hatiye barkirine. Ji bo em vana deynin aliyekê pêwîstî ne bi hêzekê, ne hewildan, ne xwedî vînekî xurt heye. Em li xwezayîbûna xwe vegerin û rast nêzîkatiyekê li beramberî xwe bidin nîşandan, em ê van pirsgirêkên xwe yên rojane bi awayek hêsan çareser bikin.