Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kudistaniyên li Ewropa ji bo Şengalê daketin qadan 

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan li hemberî êrîş, dorpêçî û gefên hêzên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê daketin qadan êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin

Hannover

Li bajarê Hannover yê Almanyayê ligel provokasyonên polîsan jî êrîşên li ser Şengalê hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li ber Hannover Hauptbahnhofê bi beşdariya Meclisa Gel a Demokratîk a Hannover, Meclisa Êzidiyan Celle, ATÎK Hannover, Jin-Defend-Rojava û nûnerên NAV-YEK’ê hatin gel hev û piştre bi deqeyek rêzgirtinê dest bi mîtîngê kirin.

Polîsên alman bi awayekî keyfî hewl dan alên YPG’ê bi zorê kom bikin. Kurdistanî li hemberî vê hewldana polîsan derketin û 4 kurdistanî hatin binçavkirin.

Di mîtîngê de li ser navê girseyê Halîl Guler axivî û got: “Çi dibe bila bibe, bila gumana tu kesê nebe ku em ê li hemberî van êrîşan bi israr rawestin. Berxwedan peywîra me ye.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.

Darmstadt

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê jî komeke kurdistanî bi pêşengiya Meclisa Jinan a Roza li Luisenplatzê li hev civiyan, hevkariya Almanyayê ya li dijî êrîşên li ser Şengalê bi çalakiya bêdengiyê protesto kirin.

Lorient

Kurdistaniyên li Lorienta Fransayê dijîn û dostên wan di saet 19.00’an de li qada Place Arîstîde-Brîand li hev civiyan û êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê şermezar kirin.

Di çalakiyê de ji bo giyanên şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Piştre axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin: “Artêşa Iraqê li ser daxwaza dewleta tirk bi çekên giran û tanqan êrîşî Şengalê kir û bû hevparê polîtîkayên qetlîamên kurdan. Aşkera ye ku hewldana dagirkirina Şengalê bi êrîşên dewleta tirk a qirker û hevkariya xiyanetê ya PDK’ê re hevpar e. Bi armanca fermanek nû êrîş li êzidiyan tê kirin û li hemberî komkujî, êrîş, talan û xiyaneta ku ji bo gelê kurd tê xwestin bê domandin, peyama wê hate dayîn.“

Di axaftinên li ser navê dostên kurdan de jî ev peyam hate dayîn: “Em ê timî ligel têkoşîna azadiyê ya kurdan bin.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, ”Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

Rennes

Li bajarê Rennes ê Fransayê kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Şengalê protesto kirin. Girseya ku li qada Republique kom bû bi dirûşmeyên “Ji bo Kurdistanê bêdengiyê bişkêne“ “Em hemû PKK‘î ne”, “Em hemû YBŞ‘î ne” dest bi meşê kirin. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Meş heta qada şaredariyê berdewam kir.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Milano

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê ji bo protestokirina êrîşên dagirkirinê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên dewleta Iraqê yên bi ser Şengalê de li sê cihên cuda çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya pêşîn a protestokirina dagirkeriyê li televizyona RAI TV ya organa weşanê ya fermî ya Îtalyayê bû.

Di çalakiya bi pêşengiya ciwanên komunîst ên Îtalyayê û Komîteya Kurd hat lidarxistin de behsa êrîşên dagirkirinê hat kirin û hat diyarkirin ku dewleta tirk di êrîşên li ser başûrê Kurdistanê de gaza bi jehrî bi kar tîne. Her wiha êrîşa hêzên Kazimî yên li ser Şengalê jî hatin teşhîrkirin.

Di çalakiyê hevdîtin bi RAI TV’yê re hat kirin û ji televizyonê hat xwestin ku rastiya li Kurdistanê nîşan bidin. Bi gotina nûneran ku wê mijarê bixin nav rojevê, çalaki hat bidawîkirin.

Basel

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Baselê yê Swîsreyê dijîn, li hemberî êrîşên hêzên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê ku ev 2 roj in didomin, bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê rê nedin komkujiya 75’an a Şengalê.

Li ser banga lezgîn a çalakiyan ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK) û pêkhateyên Hêzên Tekoşîna Yekbûyî (BMG) di saet 18.00’an li Claraplatzê li hev civiya û li vir mîtîngek li dar xist.

Li ser navê BMG’ê Huseyîn Yeter axivî û got: “Dewleta Iraqê li gorî berjewendiyên dewletên emperyalîst van êrîşan pêk tîne. Çawan ku duh gelê kurd û şoreşgeran li dijî zilma DAIŞ’ê ya hovane li ber xwe da, em ê îro jî li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin.”

Yeter bal kişand  ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ya li ser Herêmên Parastina Medyayê jî û wiha got: “Li 4 parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û li gelek deverên cîhanê, bi taybetî gelê kurd û şoreşger li dijî dagirkeriya faşîst a dagirker rûmet û têkoşîna azadiyê ya gerîla diparêzin. Em ê li dijî van êrîşan li cem gerîla bin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê sibê li hemberî êrîşên li ser Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li dehan navendê Swîsreyê çalakî werin lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar