Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dema yekitiya çalakiyan e

Bi sedan sal in hemû welatên cîhanê kurdan li pêş proje û berjewendiyên xwe wekî asteng dibîne. Ji ber nikarin kurdan bikin koleyên xwe ewil hewl didin kurdan parçe bikin. Piştî parçe kirin jî diwazin wan tune bikin. Bi taybetî ewil êrîşî kurdên azad dikin. Ji ber kurdên azad, tenê azadiya xwe naxwazin, di heman demê de azadiya hemû gelan dixwazin. Tenê ji bo xwe şer nakin. Di heman demê de ji bo hemû gelên cîhanê şer dikin. Ji bo azadiya hemû bawerî, çand, nasname û bindestan şer dikin.

Hêzên ku 100 sal berê axa kurdan parçe kirin, ji ber ku di 100 salê borî de encama dixwestin bi dest nexistin vê carê dixwazin kurdan parçe bikin. Her çendî 100 sal berê axa kurdan parçe kirin û xwestin her parçeyekî bi dewletekê ve girê bidin û kurdan wekî koleyan bi rêve bibin jî, ji ber 50 salên dawî tevgera azadiyê xwe bi rêxistin kir û dest bi têkoşîna azadiyê kir; ev projeya wan a Lozanê têk çû. Di 100 salên dawî de xwestin, çand, ziman û vîna kurdan tune bikin. Lê piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala cîhanê baş analîz kir û dît ku navenda hemû êrîşan gelê kurd û Kurdistan e; got Kurdistan mêtîngeh e û ket nava tevgerê. Ji hebûna însan de dest bi lekolînê kir. Dîroka dewletbûyîn û civakbûyînê lêkolîn kir. Ji bo pirsgirêka mirovahiyê çareser bike xwest ewil kurdan şiyar bike û wan bi rêxistin bike. Ji ber ku dibêje heta kurd azad nebin gelên din jî azad nabe. Belê em dibînin ku kurdên bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan mezin bûn û tev geriyan, berî her tiştî koletî red kirin û ketin lêgerîna azadiyê. Bi taybetî di 50 salên dawî de êdî kurd bêtir polîtîk bûn û li azadiya nasnameyê û statuya xwe geriyan. Her ku kurdan xwe nas kir, têkoşîna xwe jî xurt kir. Lê her ku kurd zane bûn û dest avêtin siyasetê, êrîşên hêzên navdewletî jî bê navber berdewam kir.

Piştî PKK’ê xwe bi rêxistin kir û ji aliyê gel ve hat hezkirin û qebûlkirin, pêkhateyên NATO ji bo li dijî PKK’ê bi ser bikeve, xwest parçeyekî ji qurtan qut bike û li dijî kurdan bide şer kirin. Ewil bi azadiya derewîn xapandin. Statu dan başûrê Kurdistanê. Ala wê û Statuya wê nas kirin. Hewler wekî paytextê wê îlan kirin. Hikûmeta wê ava kirin. Mesût Barzanî jî kirin serokê hikûmetê. Niha her çend Herêma Federe a Kurdistanê hatibe avakirin jî cewher û DNA’ya hikûmetê aydî DYA û Îngîlîstanê ye.

Eger cewher û DNA ya hikûmeta Başûr ne aydî DYA û Îngîlîstanê be, çima PDK îro li dijî PKK’ê şer dike. Çima Îro Hewler û Iraq bi hevre peymana Şengalê Îmze dikin. Çima hikûmeta Barzanî Şengalê bi destê DAIŞ’ê ve berdide. Çima Mexmûrê dorpêç dike û ambargo datîne ser.

Ji ber ku li Şengal, Mexmûr, Zap, Avaşîn û Metîna kurdên azad hene. Kurdên xwedî vîn û ji bo azadiyê têkoşîn hene. Îro NATO ketiye krasê PDK’ê. An jî cewherê PDK bûye parçeyê NATO’yê. Çawa ku Tirkiye di fermana NATO’yê de ye û li gorî berjewendî û pîvanên NATO tev digere, îro PDK jî bi vê yekê tev digere.

Di serî de jî me got. Hemû hêzên navdewletî li pey planên parçekirin û tunekirina kurdan in. Ji bo di vê sedsalê de bigêjin armanca xwe kurdên sexte ava dikin û li dijî kurdên azad didin şer kirin. Ji ber vê yekê;

Eger îro hemû dewletên cîhanê li dijî kurdên azad bûbin yek û şerekî topyekun dane destpêkirin, wê demê divê hemû kurdên azad û xwedî vîn jî bilez bibin yek.

Eger îro hemû dewlet ji bo kurdan tune bikin, êrîşî war û wargehên azad û serbixwe dikin, wê demê divê hemû kurd jî bi hevre li wan navendan xwedî derkevin.

Eger îro hemû dewletên cîhanê dixwazin mejî, hêza rêxistinê û hêza parastinê ya kurdan tune bikin, wê demê divê hemû kurd jî rêxistin, hiş û çalakiyên xwe bikin yek. Bi hevre dakevin kolanan, bi hevre heman çalakiyan li dar bixin û bi hevre biqîrin. Di rewşek wisa de êdî dem dema yekîtiya çalakiyan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar