Di sala 1992’yan de li gundê Xerabê Ripin ê navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi tevdana hizbûllahiyan şerekî navxweyî diqewime. Di vî şerî de 2 kes tên kuştin. Ji ber vî şerê navxweyî di 3’ê adara 1992’yan de leşker bi ser gund de digirin û 47 kesan binçav dikin. Ekrem Akman û Şukru Akman ên birayên hev; Hûseyîn Bozkurt û Omer Çeken jî di nav de 12 kes li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) Amedê tên darizandin û rexmî ku ji bûyereke edlî tên girtin jî bi sûcdariyên siyasî cezayê muebetê li wan tê birîn. Ekrem Akman û Şukru Akman têkildarî serborî û pêvajoya girtîgehê ji Ajansa Mezopotamyayê Kadrî Esen û Amet Kanbal re axivîn.
Li gorî vegotinên wan, dema ku tên girtin bi hewldanên rayedarên leşkerî yên demê ji doza PKK’ê tên darizandina û bi awayekî siyasî cezayê muebbetê li wan tê birîn. Dema ku tên girtin, Ekrem Akman 5, Şukru Akman 7, Omer Çeken 7 û Huseyîn Bozkûrt jî 5 zarokên wan hebûne. Piştî 30 salan hemû zarokên her çaran jî zewicîne û bi giştî di seriya 50’yî de nebiyên wan çêbûne.
Ekrem Akman û Şukru Akman; Hûseyîn Bozkurt û Omer Çeken, piştî 30 salan di 24’ê sibatê de çawa ku di rojekê de bi hev re hatibûn binçavkirin û girtin, bi hev re jî di heman rojê de hatin berdan. Ekrem Akman (59) ji Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê, Şukru Akman (65) ji Girtîgeha Curnê Reş a Rihayê, Omer Çeken (60) ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê û Huseyîn Bozkûrt (65) ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê hatin berdan. Kesên din ku bi wan re hatine girtin jî hê nehatine berdan.
Ew tên girtin malbatên wan jî ji gund tên derxistin
Piştî girtina wan malbatên wan ji gund tên derxistin û 5 caran koçber dibin. Herî dawî jî tên li navenda navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi cih dibin. Piştî berdana xwe her çar jî ji ber bûyere ku beriya 30 salan qewimiye nikarin biçin gundê xwe yê lê mezin bûne û ew bi tevî malbatên xwe li Nisêbînê dijîn.
Em jî li Nisêbînê bi wan re hatin gel hev û derbarê sedema girtina wan, rojên wan ên girtîgehê û guhertinên ku li derve bi wan re rû bi rû mane de pirs ji wan kirin. Li ser daxwaza wan me hevpeyvînên xwe ne li malên wan li Ava Spî kirin. Me heman pirsan ji her çaran kir û weke du beşan em ê vê hevpeyvîna xwe bidin.
Ji ber ku her çar jî di heman demê de û ji heman dozê hatine girtin me pirsa xwe ya yekemîn tenê ji Ekrem Akman kir. Di beşa xwe ya yekemîn de em ê beşa hevpeyvîna xwe ya bi Ekrem Akman û Şukru Akman re bidin.
Pirsên me û bersivên her du birayan ên 30 sal girtî man wiha ne;
Destpêkê em ji girtina we dest pê bikin. Hûn li ku derê, ji ber çi û çawa hatin girtin?
Ekrem Akman: Em di 3’yê adara 1992’yan de li gundê Xerabê Ripin ê navçeya Hezexê hatin girtin. Me 47 kesan bi hev re binçav kirin. Pişt re tevan berdan. Em 12 kes hatin girtin. Di gundê me de hizbûllahî hebûn. Ji Êlihê şax berdabûn gund. Ji ber ku em welatparêz bûn ev hizbûllahî rabûn pismamên me li dijî me rakirin. Di navbera me de şer derket. Pismam û xwarziyekî min di şer de jiyana xwe ji dest dan.
Em ji wan re rehmetê dixwazin. Me nedixwest tiştek wiha bibe, lê yên nexêrxwaz ku ji me aciz bûn, xizmên me li dijî me rakirin û ev tişt qewimî. Em ji ber vê hatin girtin. Em 12 kes hatin girtin û 36 sal ceza li me birîn. Me cezayê xwe xelas kir û îro li derve ne. Doza me dozeke navxweyî ango edlî bû. Lê Ergenokana demê bi DGM’ê doza me kir dozeke siyasî. Rexmî ku me di parastinê xwe de destnîşan kir ku şerê me şerekî edlî ye jî lê cezayê siyasî li me birîn. Pismamên me yên ku me û wan şer kir hê jî li gund in. Em dixwazin destê aştiyê dirêjî wan bikin. Em dixwazin bi xweşî ser vê bûyera xwe bigirin. Bila kenê neyaran bi me neyê. Em xwîn û goştê hev in. Belayek bû hat serê me. Bila bên em serê bigirin û dilê me li hemberî hev xweş bibe. Em hemû kurd in û ji vê civakê ne. Li şûna ku em şerê hev bikin divê em li cem hev bin.
Dema ku hûn hatin girtin hiqûqekek çawa li Tirkiyeyê hebû û we texmîn dikir ku 30 sal girtî bimînin?
Ekrem Akman: Me texmîn nedikir ku em ewqas di girtîgehê de bimînin. Piştî ku me ji polîtîkaya dewletê fêm kir, em têgihiştin ku em bi pergaleke çawa re rû bir û ne. Li gorî DGM’ê tu kurd bûna ji wan re bes bû. Di şexsê kesekê de dixwestin gundekê, herêmekê, bajarekê çavtirsandî bikin. Piştî ku me vê fêm kir şûn ve texmîn dikir ku em ê zêde di zindanê de bimînin. Lê bi rastî me texmîn nedikir ku em ê 30 sal bimînin.
Şukru Akman: Weke ku Ekrem jî diyar kir; wê demê heke tu ne cerdevan an jî hizbûllahî bûna, Ergenekon û JÎTEM’ê rast e rast te ji rêxistinên dijî xwe dihesibandin. Heke me cerdevanî û hizbûllahê qebûl bikira, ji me 10 mêr jî bihatina kuştin kes ji me nedihat girtin. Ji ber ku me daxwaza wan qebûl nekir ev cezayê giran li me hat birîn. Bi rastî jî şerekî navxweyî bû. Şerê biratiyê bû. Belayek bû di serê me de hat. Kesên xera dikirin gelek bûn. Nehiştin ku em li hev rûnin. Armanca dewletê jixwe diyar e; dixwaze me bi hev bide kuştin û me ji hev parçe bike. Li her derê jî gelek tiştên wiha pêk anîn. Lê Şirnexê bi taybetî hedef girtibûn. Wê demê exlebê kesên hatin girtin ceza kirin. Dixwestin miletê Botanê çavtirsandî bikin. Dema dadgeha me, bi awayekî ku em bibihîzin, dadger ji parêzer re digot sûcê wan edlî ye. Lê me bi sûcê siyasî ceza kirin.
Pişt re ku pergala odê ket dewrê. Her tiştî qut kirin. Ji hîngê ve nîv tecrîdê dest pê kir. Em ketin odeyan, ode li me ecêb hatin. Bi demê re mirov hîn dibe.
Li girtîgehê rojên we çawa derbas dibûn, hûn dikarin hinek qala serpêhatiye xwe ya li girtîhê bikin?
Ekrem Akman: Ez û birayê xwe heta sala 2014’an jî 24 salan em li gel hev bûn. Destpêkê em li Zindana Amedê man. Pişt re me sewqî Zindana Ceyhanê kirin. Ji vir jî me anîn a Dîlokê. Piştî ku 10 salan em li vir man em bi xwesteka xwe hatin Midyadê. Ji vir jî me şandin Rîzeyê. Di 2014’an de me daxwaz kir ku me bişînin girtîgeheke nêzî bajarê me. Birayê min şandin a Siwêrekê, lê ez li wir mam. Birayê min ji vir jî çû ya Hîlwanê. Birayê min ji Hîlwanê, ez jî li Rîzeyê tehliye bûm.
Bêguman gelek bîranînê me hene. Li zindanê tişta herî xweş ruhê hevaltiyê bû. Ev mirov li ser lingan digire û vîna mirov xurt dike. Li zindanê tu kurê gavan bi jî kurê trilyonder be jî ferqa tu kesî tune ye. Lê tiştên nexweş jî hene. Neyar bi mirov dilîze. Dixwaze mirov bikişîne cem xwe. Ji bo vê qanûna ‘vegera malê’ yanî qanûna îxanetê derxistin. Mixabin hin hevalên me bi vê xapiyan. Niha derketine lê fedî dikin ku serê xwe bilind bikin.
Di 2003’an de piştî ku pergala tîpa F kirin dewrê me got gere tiştekî ku em xwe pê mijûl bikin hebe. Jixwe me pirtûk rojane dixwendin. Jiyanê li girtîgehê jixwe xwendina pirtûkan, perwerde û aktîvîteyên çandî û civakî ne. Kesekî afrîqî ku jê re digotin Bob Ross hebû. (Bob Ross ne afrîqayî, amerîkî ye) Di TRT 2’yê de derdiket. Min çend caran wî temaşe kir û baweriya min bi min hat û min jî dest pê kir. Heta demekê min xebatên wî qopî dikir. Lê dinêrt û ji yên wî çêdikir. Lê piştî demekê êdî min bi xwe xêz kir. 13 salan bê navber min wêne xêz dikirin. Bi hezaran wêne xêz kiriye. Tevî jî min dida hevalan û wan jî dida malbatên xwe. Ez bi vê kêfxweş dibûm.
Şukru Akman: Heta ji min dihat min dixwend. Tiştekî min ê hobî tunebû. Piranî min dema xwe bi danûstandina bi hevlan re û meşê derbas dikir. Min dikaribû jiyana girtîgehê bi gelek beşan bîne ziman. Destpêkê me anîn Girtîgeha Amedê. Piştî 2 salan êrişên leşkeran çêbûn. Leşkerên dihatin lêgerînê li me didan. Pişt re me birin Ceyhanê. Wê demê dema qawişan bû. A rast her tişt ne xerab bû. Pişt re ku pergala odê ket dewrê. Her tiştî qut kirin. Ji hîngê ve nîv tecrîdê dest pê kir. Em ketin odeyan, ode li me ecêb hatin. Bi demê re mirov hîn dibe. Dikarim vê bibêjim; li girtîgehê mirov ji hev hez dike û dixwaze hev bi pêş bixe. Pirsgirêk ji kesê ku baweriya wî hebe re çênabe.
Li girtîgehan parastina tenduristiyê jî muhîm e. Di rewşên wisa giran de we çawa tenduristiya xwe diparast? Mesela kesek bi nexweşiya şekir, yan bi nexweşiyeke din biketa, we çi dikir? (Ji bilî meseleya serîlêdana doktorê girtîgehê)
Ekrem Akman: Girtîgeh bi serê xwe cihê nexweşiyê ye. Lewre tu bi awayekî baş oksijen nabînî, pêl axê nakî, hewayeke paqij nastînî. Ji ber vê tim nexweşî hene. Hevalê ku nexweş nekeve tune ye. Belê ecêb jî bê lê hevalên kevn ên li girtîhê di hêla nexweşî û tenduristiyê de bûne mîna doktoran hene. Me bi derfetên xwe tedawiya hev dikir. Lê ji vê tedawiyê encam nedihat girtin. Ya li pêş menewiyat bû. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê dereng li mirov vedigere kesekê ku krîza dil derbas bike û xwîn biçe ser mêjiyê wî xelasiya wî tune ye.
Şukru Akman: Ji bijîşkan bêtir em ji hev re dibûn alîkar. Lê ya herî girîng moral bû. Dema ku te moral bidana hevalê xwe di hêla derûnî de rehet dibû. Ji bilî vê jî derfeteke me tunebû.
Girtî siyasetê baş dişopînin. Lê gelo çiqas dikarin tiştên din ên li derve bişopînin. Mesela we qet dizanibû ku facebook vebûye? Dûre twitter hat, tenê mirov bi çend rêzikan tiştan dibêjin. Yên li hundir dikarin heta kîjan astê vê pêvajoya derve bişopînin?
Ekrem Akman: Me derve dişopand, em ji derve ne qut bûn. Ji ber ku me di gelek waran de pirtûk dixwend ji gelek tiştan haydar bûn. Dema ku bûyerek çêbûna, geşedan û guhertinên ku çêdibûn em jê re nexerîb bûn. Di televîzyonê de me li geşedanan temaşe dikir û dişopand. Me telefon di televîzyonê dîtin. Didît ku pê dilîzin. Dema ku em hatin berdan ji me re pir ecêb hat. Zarok û nebiyên me em fêr kirin. Hevalên ku nû dihatin girtin jî me derbarê guhertinên derve de agahdar dikirin. Bi awayê teorîk em dizanibûn lê me nikaribû pêk bînin. Me dizanibû facebok û paltformên din hene. Nebiyên me niha me hîn dikin.
Şukru Akman: Heta ji me dihat me derbarê geşedan û guhertinên li derve de ji havalen ku nû dihatin girtin agahî digirt. Lê tiştê ku mirov nebîne bê gotin û pratîk neke ew tişt di teoriyê de dimîne. Ji ber vê dema ku em hatin berdan mehinek zehmetî kişand. Weke mirov ji dinyayek bê dinyayek din. Bajar, xak û mirov ne weke xwe ne, hatine guhertin. Ehlaq, rabûn û rûniştin, cil û danûstandinê ne weke hinga em hatin girtinin. Her tişt guhertinek têde çêbûye. Tu mecbûrî xwe fêrî van bikî û weke civakê tevbigerî. Em zehmetî dikîşînin. Ez hê nizanim li bajar bigerim.
Ji bo me azadî berdana hemû hevalên me yên girtî û azadiya roja me ye. Wê demê em û civaka xwe tev azad bibin.
Pistî 30 salan li derve cudahiya herî berbiçav çi ye û di çarcoveya ferqa hundir û derve de li gorî we wateya azadiyê çi ye?
Ekrem Akman: Ji girtîgehê derketin ji bo me ne azadî ye. Di civaka me de kesekî azad tune ye. Di dawiyê de roja me ne azad e. Bi hezaran hevalên me hê di girtîgehan de ne. Ez vê ji xwe re weke azadî napejirînim. Berî ku em bên girtin, li derve serhildan hebûn, civak bi hev re yek bû. Baweriya civakê bi hev dihat. Lê îro dema mirov bala xwe didê dibîne ku berjewendî derketine pêş. Baweriya ji hev kêm maye. Ji bo me azadî berdana hemû hevalên me yên girtî û azadiya roja me ye. Wê demê em û civaka xwe tev azad bibin.
Şukru Akman: Mirov dema ku tê berdan gelek kêfxweş dibe. Lê ji ber ku ewqas hevalên me li şûn me ve man mirov ewqas jî xemgîn dibe. Roja ku hatim berdan keleke wisa ket qirêka min nikaribûm bi hevalan re biaxivim. Hê jî dilê min li ser wan diêşê. Lewre bi hezaran hevalên me girtî ne û roja me di destê dijmin de ye. Ji ber vê em çiqas li derve bin jî em vê weke azadî nabînin. Em ne azad in û bindest in. Di fikra xwe de em jixwe azad in. Lê heke bi giştî em ne azad bin li kuderê bin jî em ne azad in.
Çaxê hûn hatin girtin bira/xwişkên we yên ezeb hebûn. Zarokên we biçûk bûn. Lê îro zewicîne, zarokên wan çêbûne. Yanî neviyên we hene. Dema ku hûn hatin berdan û ev zarok ber bi we hatin we çi hîs kir?
Ekrem Akman: Ev pirseke gelek balkêş e. Zehmetiya herî mezin me di vir de kişand. Wexta hatim girtin 5 zarokên min hebûn û biçûk bûn. Em bira tev hatibûn girtin. Di malbatê de dayik û hevalên me hebûn. 5 caran koç kirin. Her cihê kû çûnê jî ew der hatin xerakirin. Herî dawî li Nisêbînê bi cih bûn. Zarokên xelqê diçûn parqan dileyîstên ên me diçûn berhevkirin û çapakirina pembû. Reyên sûsê difirotin û pê debara xwe dikirin. Heta hin rojan li ser çopan xwarin kom dikirin.
Lê niha hemû jî zewicîne. Bi giştî 17 nebiyên min hene. Min li girtîgehê tenê 3 ji wan naz kirin. Dema em hatin berdan hatibûn pêşiya me, lê me kesek nas nedikir. Min ne nebiyên xwe ne xwarziyên xwe ne jî biraziyên xwe nas dikirin. Yeko yeko bi me dan naskirin. Ev gelek zora mirov diçe. Dema em hatin berdan dîtina wan me gelek kêfxweş dikir û nenaskirina wan jî ewqas me xemgîn dikir.
Vê jî bibêjim, belj^ş ecêb bê. Dema em hatin girtin zarokên me biçûk bûn. Niha bûne xwedî zarok jî dema ku bi wan re diaxivim hê jî wan biçûk dizanim. Dema ku ji min re dibêjin yabo ez wisa ecêb ecêb li wan mêze dikim. Ji min re bibêjin heval wê ji min re xweştir bê. Dema ez hê li Amedê bûm, rojek kurê min hat cem min û hê biçûk bû ji min re digot yabo. Min jî jê re got ji min re nebêje yabo. Got ez bibêjim çi. Min got bibêje heval. Hinek ponîjî got ez bibêjim yabo heval nabe. Mi jî got welê çêdibe û nêrîna te gelek jî baş e.
Gelek xizmên me mirin, em ne li ber serê wan bûn ku gotina wan a dawîn seh bikin. Dîsa me ne deweteke keç û korekî xwe dît ne jî kir. Daxwazeke bavekî ew e ku deweta zarokên xwe bike û xweşiyê hîs bike. Lê me tiştek wiha nedît. Ma tiştek ji vê zehmettir heye?
Şukru Akman: 7 zarokên min hene. Dema em hatin girtin xwişkeke me nezewicandî mabû. Wê demê zarok hûrik bûn. Em ketin zindanê, ew bi tena serê xwe man. Ne dayikan ne jî zarokan terka hev nekirin. Çiqas eziyet kişandin jî bi hev re jiyan û xera nebûn. Ev me kêfxweş dike. Mezin bûn û bixwe zewicîn. Lê weke ku Ekrem jî da diyarkirin windabûna gelek hezkiriyên me ji me re gelek zehmet tê. Piştî berdana xwe em hê tev li şahiyan nebûne. Şahiya mezin ew e ku em niha li nav zarok û neviyên xwe ne. Bi dehan neviyên min çêbûne. Min gelekan ji wan nedîtibûn. Ez hê wan nû nû nas dikim. Ev hinek me xemgîn dike lê tiştekî ku em bikin tune ye, jiyan ev e.
Em dizanin li girtîgehê perwerdehî her heye. Lê li derve tiştek wiha bi rêk û pêk tune ye. Gelo ev rewş we aciz nake, hûn niha dema xwe bi çi derbas dikin û bi çi re mijûl dibin?
Ekrem Akman: Dema me hinek zehmet derbas dibe. Di nav civakê de şêwaz, libas, rabûn û runiştandin û rêzdarî hatiye guhertin. Di vê de em pir zehmetî dikişînin. Mînak 30 sal in me kufrî nekirine û ji me re pir ecêb tên. Lê niha di civakê de li hemberî te rûdinê û bi rehetî dikare ji hinekan re kufriyan bike. Em matmayî dimînin.
Ji ber ku berjewendî derketiye pêş, em hê nizanin ku em ê çawa nêzî kê bibin. Em hê jî werzîşa xwe ya li zindanê didomînin. Min hê dest bi xwendina pirtûkan û çêkirina resman nekiriye. Hê mêvanên me diçin û tên. Piştî ku hatim berdan ji min re wesayîtek kirîn. Niha lê siwar dibim û li nav bajar digerim. Zarokên min carna rê nîşanî min didin. Bajarê Nisêbînê ku min berê weke kefa destê xwe nas dikir, niha nas nakim.
Şukru Akman: Niha bi malbata xwe re dema xwe derbas dikim. Li mal bi neviyên xwe re hinek mijûl dibim. Min name nivîsandin û ji hevalên xwe re şandin. Ez wêneyan dikişînim û berhev dikim, ez ê wan jî ji hevalên xwe re bişînim. Ez sporê jî dikim. Me 30 sal li zindanê berneda em ê li mal jî dest jê bernedin.
Min digot hema xwe bigihînim Kurdistanê têr ava wê vexwim û wê hewaya wê paqij bikişînim nav hinavê xwe.
Tişta ku we li hundir herî zêde xweziya xwe pê di anî çibû?
Ekrem Akman: Li gundê me Newala Hespistê heye. Jê re tirkî dibêjin Cehenem Deresî. Lê ew der Cenet Deresî ye. Li dora gundê me û dora Hezexê li ber her kevirek, cihek bîranînek min heye. Min digot bila hema ez têr li wê derê bigeriyama û biçûma Newala Hespistê û têra xwe li binê wê newalê temaşa bikira û ji xwe re hinek masî bigirta. Lê niha ev derfeta me nîne. Ez li Rîzeyê bûm. Min digot hema xwe bigihînim Kurdistanê têr ava wê vexwim û wê hewaya wê paqij bikişînim nav hinavê xwe. Lê rastî min nizanibû Nisêbîn ewqas bi toz e.
Şukru Akman: Ez li Nisêbînê nemabûm. Min Nisêbîn nas jî nedikir. Xewnên min her tim li dora gund û dora Hezexê bûn. Xweziya min ew bû ku dema derkevim li her dera Kurdistanê bigerim. Lê ji ber şert û mercên ku em niha têde ne em nikarin li her derê bigerin. Herhal wê ev ji me re bibe xeyalek. Lê heke rojek derfetên me çi bibin ez li pey vê xeyala xwe me û ez ê bigerim. 35 salan li gund mam. Li ber her kevirê gund bîranîneke min heye. Xwesteka min ew e ku em wan deran bibînin. Ji ber ku zarok elimine vir hinek zehmete em vegerin gund. Tena hema carekê em lê bigeriyana wê baş bûna. Niha ev derfet jî nîne.
Hûn ê ji niha û şûn ve çi bikin û bi çi awayî jiyana xwe bidomînin, planên we yên ji bo siberojê çi ne?
Ekrem Akman: Ji bo pêşerojê heke derfetên min çêbibin planeke min heye ku ji bo zarokên xizanan atolyeyek vebikim. A din jî pirtûkeke min heye. Min li zindanê anîbû ber qedandinê. Niha bi wê re mijûl dibim.
Şukru Akman: Li ser jiyana xwe min pirtûkeke nivîsandibû. Ji ber fikara desteserkirinê min şandibû. Niha li Almanya li cem biraziya min e. Wê ji min re bişînin ez ê li ser wê hinek bixebitim û çap bikim.