Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, droneya PDK’ê hate xistin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyeke PDK'ê jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî dagikeriya dewleta tirk aşkera kir.  Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger, berxwedana hêzên me ya bi ruhê milîtaniya Apoyî bênavber dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakariyeke mezin di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe didin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a dagirker jî li dijî Qadên Berxwedanê ku çeperên şer lê ne çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî sûcê şer dike. Di çalakiyên hêzên me de ku bi biryardarî têne lidarxistin 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Agahiyên berfireh ên çalakiyên hêzên me wiha ne:

Li Herêma Zapê;

Di 5’ê Gulanê saet di 15.15’an de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn, hêzên me ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Di 5’ê Gulanê saet di 12.00 û 13.30’î de li dijî hêzên li Girê Şehîd Armanc ê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me du caran çalakiyên sûîqestê lidar xistin û di encamê de 2 dagirker ceza kirin.

Di 5’ê Gulanê saet di 12.30’î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan. Bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Di 4’ê gulanê saet di 01.30’î de 2 helîkopterên ji ser qadên di bin kontrola PDK’ê de derbas bûn û hatin xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bibarînin bûn hedefa hêzên me. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin.

Di 5’ê gulanê saet di navbera 13.30-12.30’î de li hemberî çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn û Kurojahro bombardûmaneke giran bi çekên kîmyewî hate kirin. Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Karker bi teqemeniyan û çekên kîmyewî bombe li çeperên şer ên il Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê hatin barandin.

Droneya PDK’ê hate xistin

Di 4’ê gulanê saet di 17.30’î de ji baregeha PDK’ê ya li nehiya Bakirman a navçeya Akrê droneyek hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Garê ve hate şandin. Ev droneya ku ji bo keşfa leşkerî hate şandin ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Cihê ku ev drone hate xistin 5’ê gulanê sate di 04.00 de ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk ve du caran bi rengekî giran hate bombekirin û hate xwestin ku drone bi temamî bê îmhakirin.

Êrişên artêşa tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin. Bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi obusan bombardûman hate kirin. Agahiyên berfireh bi vî rengî ne:

Di 5’ê gulanê saet di 19.35 û 6’ê Gulanê saet di 01.00 de li herêma Garê quntarên Deriyê Hirçê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 5’ê gulanê nîvê şevê li herêma Zapê qada Girê Cûdî bi helîkopterên êrişê û 2 caran jî bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 5’ê gulanê saet di 17.00 de li herêma Xakurkê quntarên Girê Şekîf bi obusan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombekirin.

Di 5’ê gulanê saet di 12.30’î de li herêma Avaşînê qada Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

Di 5’ê gulanê saet di navbera 20.30-22.00 de li herêma Zapê qadên Şehîd Şahîn, Kurojahro, Şehîd Harûn, Şehîd Cûdî, Şikefta Birîndara, Karker, Girê Cehennem, Çiyareş û Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û bi helîkopterên êrişê û 9 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar