Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Divê gelê kurd li her qadê bertekê nîşanî dewleta tirk bide’

Dr. Tîjda Amed diyar kir dewleta tirk ji ber ku encam ji êrişên dagirker nestendiye çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Divê gelê me yê li her çar parçeyan nerazîbûnê nîşan bide”

Êrişên ku dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin didome. Dewleta tirk nikare berxwedana gerîlayan bişkîne û çekên kîmyewî jî di nav de gelek metodên qirêj bi kar tîne.

Gerîla Dr. Tîjda Amed êrişên dagirker ên dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ji ANF’ê re nirxand. Amed diyar kir dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrişî axa Kurdistanê dike û wiha got: “Dewleta tirk heta niha gelek çek û teknolojî bi kar anî û nekarî berxwedana gerîlayan bişkîne. Ji ber vê jî çekên  kîmyewî bi kar tîne. Bi vî awayî dixwaze dora Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire û gerîlayan dorpêç bike. Îro PKK’ê dike hinceta vî tiştî lê sibê wê ev xetere li ser axa başûrê Kurdistanê, PDK û hikumeta başûrê Kurdistanê jî hebe. Divê ev xetere were dîtin û em gerîla em ê jî bersivê bidin dewleta tirk. Îro li wan qadan hevalên me li çeperan li ber xwe didin û şer dikin. Dewleta tirk li hemberî berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe û ji ber vê çekên kîmyewî bi kar tîne, ev sûcekî mezin e. Dewleta tirk gelek caran li hemberî gerîlayan ev sûc kiriye. Dewleta tirk ji hewayî û ji bejahî êrişî gerîlayan kiriye lê tu encam bi dest nexistiye. A niha bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze encamekê bistîne. Divê saziyên navneteweyî nerazîbûnê nîşanî vî sûcê dewleta tirk bidin. Divê gelê me yê başûrê Kurdistanê di serî de, gelê me yê li her çar parçeyan bi awayekî xurt berteka xwe nîşanî dewleta tirk bidin. Dewleta tirk bi saya hêz û baweriya ku ji dewletên biyanî distîne, çekên kîmyewî bi kar tîne. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku Kurdan bîne ser xeta xwe, her rêyê diceribîne.”

Divê hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşan bêdeng nemîne

Dr. Amed li ser encamên çekên kîmyewî axivî û da zanîn ku çekên kimyewî ne tenê jiyana mirovan tine dike di heman demê de zirarekî mezin dide xwezayê. Tîjda Amed da xuyakirin ku PDK ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de cîh girtiyê, li dijî kurdên azad e û wiha got: “Divê PDK hevkariya xwe bi dewleta tirk  ya li ser xaka Kurdistanê bi dawî bike. Di heman demê de ji bo sivîlan jî xeteriyek mezin e. Xeta îxanetê ji bo civakê xeteriyek e, divê bê zanîn. Li aliyê din pêwist e hikûmeta Iraqê ji wê rewşê re bêdeng nemîne. Dewleta tirk a dagirker êrîşê xwe ya li ser ser xaka başûrê Kurdistanê didomîne û hikûmeta Iraqê tenê devkî bertek nîşan da, lê divê seknek cîdî nîşan bide. Dikarin bertekên xwe bi awayên cuda bînin ziman. Ne tenê hikûmeta Iraqê divê hemû kesên ku li herêmê dijîn bertekên xwe xurttir bikin. Destpêkê em vê  ji bo gelê me yê kurd yên li başûrê Kurdistanê dijîn û gelê me yê ku li her çar aliyên cîhanê belav bûne dibêjin. Dîsa hemû kesên ku ji xwe re dibêje rewşenbîr, demokrat, parezvanê mafê mirovan divê li dijî vê sûcî bertekê nîşan bide.”

Berxwedan wê bibe nîşaneya serkeftinê

Tîjda Amed anî ziman ku weke gerîlayên Kurdistanê wê heta dawî li ber xwe bidin û ev bang da: “Şerekî mezin e lê ne tenê qaîdeyên çekên kimyewî yên li ser bingehê peymanan, di heman demê de di pratîkê de bikaranîn, hilberandin, firotin û depokirina wê ya wekî amûrekî şer  divê bê qedexe kirin. Divê ev yek di ragihandin û di raya giştî de bibe rojeveke girîng. Îro li Zap û Avaşîne berxwedaniyeke mezin heye. Îrade û berxwedaniya ku gerîla nîşan dide xwe dispêre îdeolojiya Rêber Apo. Bi îrade û xeta berxwedaniya Rêber Apo re em ê Rêbertiya xwe, gelê xwe û welatê xwe azad bikin. Di vê bingehê de têkoşîn û berxwedaniya ku îro tê dayîn wê bibe nîşaneya serkeftinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar