Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kartal: Divê kurd hemû xwedî li gerîla derkevin

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di kongreya CDK-S de axivî û diyar kir ku divê kurd hemû xwedî li gerîlayan derkevin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) ku ji 11 meclis, 2 komun û 4 însiyatîfan pêk tê, Kongreya xwe ya asayî ya 8’an li bajarê Gerlafîngen ê Swîsreyê pêk anî. Li salona ku kongre lê tê lidarxistin alên KCK, wêneyên şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di kongreyê de hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî amade bû, ji gelek kantonên Swîsreyê delege tev li bûn. Piştî ku dîwana kongreyê hate hilbijartin, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Mûrat Ceylan li ser navê dîwana kongreyê axivî û diyar kir ku ew kongreyê diyarî gerîlayên kurd ên leheng dikin ku li çiyayên Kurdistanê bi taybetî jî li Zapê li ber xwe didin. Li ser vê yekê kurdistaniyên li salonê dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” qîriya.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştre li kongreyê axivî û diyar kir ku gerîla bi rengekî bêhempa li ber xwe dide û divê gelê kurd jî ji vê berxwedanê re bibe bersiv. Kartal anî ziman ku dewleta tirk bi teknîkê êrîş dike û got, “Jê heye ku wê bi vî rengî li hemberî gerîla bi ser bikeve. Dixwaze ji vê bawer bike. Her wiha hêzên navneteweyî û hevalbendên xwe jî bi vê dan bawerkirin. Ew jî ketine nava bendewariyê. Lê belê gerîla jî li hemberî vê konseptê rêbazeke nû ya şer xiste dewrê. Ev rêbaza şer encamên gelekî erênî diafirîne. Dewleta tirk û hevalbendên wê winda dikin. Berxwedana gerîla hêviyê dide hemû kurdan. Divê em jî weke girseya gel moralê bidin gerîla.”

Kartal ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve li hemberî tevgera kurd şerekî mezin tê kirin û got, “Lê belê dewleta tirk nekarî serketinekê bi dest bixe. Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê xwest vê yekê careke din biceribîne. Hêza xwe ya teknîkê bi kar tîne. Bi hêzên navneteweyî re dixwaze korîdorên gazê ava bikin. Hewl didin Iraqê bikin navendeke nû. Ji ber vê yekê bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tên.”

Piştî axaftinan rapor hatin xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar