Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ku bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re kir, rewşa li Şengalê, hewldanên girtina HDP’ê nirxand û bang li Kurdistaniyan kir.
Tê dîtin ku Tirkiye gelekî sûdê ji şerê li Ûkraynayê werdigire. Di rewşeke wiha de gelo operasyoneke bi vî rengî bêyî DYE’yê dikare bê kirin?
Di şerê Rûsya-Ûkraynayê de Tirkiyeyê xwe li aliyê NATO’yê danî. Erdogan ji bo di polîtîkaya qirkirina kurdan de piştgiriyê ji DYA û Ewropayê werbigire û li ser desthilatdariyê bimîne, ji ya xwe vegeriya. Giranî da ser başkirin û pêşvebirina têkiliyên bi Îsraîl, welatên Kendavê, Misir, Yewnanistan û Ermenistanê. Bêguman têkiliyên xwe yên bi Ûkraynayê re jî ti carî xera nekir. Di serî de balafirên bê mirov ên biçek û yên bêçek piştgiriyeke mezin a çekan da Ûkraynayê. Ji xwe beriya şer balafirên bêmirov ên biçek bi hev re çêdikirin. Dîktator Erdogan ji bo hevsengiyê bi Rûsyayê re bike dem bi dem peyamên nerm dide, lê bi esasî li ser bingeha berjewendiyên DYA û NATO’yê tevdigere. Dema dawî girtina qada hewayî li Rûsyayê pêwîstiya tevgera bi NATO’yê re bû. Li hemberî vê yekê jî xwest ku di polîtîkaya qirkirina kurdan de hîn bêhtir piştgiriyê ji DYA û NATO’yê werbigire. Fikirî ku Rûsya di bin zext û êrişên giran de wê ji bo parastina têkiliyên bi Tirkiyeyê re hesas tevbigere, hewl da ji Rûsyayê jî sûdê werbigire. Bi bikaranîna rewşa jeo-polîtîk û jeo-stratejîk a Tirkiyeyê re ji helwesta DYA û Rûsyayê ya ku girîngiyê didin pozîsyona Tirkiyeyê sûd wergirt û êrişên dagirkeriyê û qirkirina Kurdan zêde kir. Eşkere ye ku bi bikaranîna konjonktur-şert û mercên siyasî êrişa dagirkeriyê ya li ser Zapê da destpêkirin. Bi qasî ku tê dîtin DYA û Ewropayê heta niha li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan nedane. Yên ku Rûsya bi dagirkeriyê sûcdar kirin û qiyame rakirin, li hemberî dagikerî û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk gotinekê jî nabêjin. Yên ku dagirkeriya Rûsyayê mehkûm dikin, li hemberî êrişên qirkirinê yên topyekûn û dagirkeriya Tirkiyeyê xwe ker, kor û lal dikin. Em vê siyaseta qirêj û durû ya DYA û Ewropayê rexne dikin, red dikin. DYA û Ewropa bi vê helwestê dibin hevparê qirkirina Kurdan. Sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Artêşa tirk li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e, Bîden ê ku dibêje divê Pûtîn li Laheyê bê darizandin, li hemberî Tirkiyeyê ku çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne dengê xwe nake. Tu çima li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve bêdeng dimîne? Tu çima rê dide dîktator Erdogan ê faşîst qirker? Yên ku dibin hevparê qirikrinê wê li pêşberî wijdan û dîroka mirovahiyê bi lanet bêne bîranîn.
Çawa ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi destûra DYA’yê hatin kirin, êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr jî bi destûra DYA’yê têne kirin. DYA bi vê yekê du armanc daniye pêşiya xwe. Ya yekemîn; bi rêya Tirkiyeyê ku welatekî NATO’yê ye hebûn û berjewendiyên xwe yên li herêmê ewle bike, hêza xwe xurt bike û bi vî rengî polîtîkaya xwe ya li ser Îranê, Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi hêsanî bimeşîne. Sedema duyemîn û ya sereke ew e ku Tevgera Azadiya Kurd bêbandor bike. Dixwaze komploya navneteweyî dewam bike, rêveberiya Tevgera Azadiyê tasfiye bike û nirxên ku bi têkoşînê hatine afirandin bixe bin xizmeta xwe. DYA dibêje, ‘Ji Rêber Apo û PKK’ê re na, ji têkoşînê û nirxên ku afirandiye bi qasî ku xizmetê jê re dike erê’. Bêdengiya li pêşberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk jî encama piştgiriya wê ye. DYA eger bixwaze dikare qada hewayî ya Iraqê li Tirkiyeyê bigire. Qada hewayî ya Iraqê bi însiyatîfa DYA’yê tê bikaranîn. Iraq ji DYA’yê cuda tevnagere. Lê belê DYA qada hewayî ya Iraqê li balafirên şer ên Tirk vekirî dihêle.
Hikumeta Iraqê li herêmên di bin kontrola xwe de dîwar datîne ser sînorê Rojava. Herî dawî hêzeke ji çekên giran li Şengalê bi cih kir. Li gel lêkirina dîwar li Şengalê her wiha hewl dide ku hêzên YBŞ/YJŞ’ê bêçek bike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Ti pirsgireka xelkê Iraqê bi Êzidiyan-Şengalê re nîne. Yê ku pirsgirêka xwe bi Şengalê re heye hikumeta Kazimî ye. Hikumeta Kazimî jî ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiye, DYA û PDK’ê helwesteke êrişkar nîşan dide. Mirov dikare bêje ku bi navê Tirkiyeyê û PDK’ê êrişî Şengalê dike. Kazimî sozên ku dane Tirkiye û PDK’ê bi cih tîne. Eger Tirkiye û PDK nexwaze Kazimî nikarîbû li ser sînorê Şengal-Rojava dîwar lê bikira, nikarîbû têl bi cih bikira. Bêguman armanc ji vê yekê ew e ku têkiliya navbera Şengal û Rojava qut bike, Şengalê û Rojava dorpêç bike. Projeya dorpêçkirina Şengalê li ser bingeha daxwaza Tirkiey û PDK’ê bi rengê daxwaza Tirkiye û PDK’ê hate meşandin. Her wiah tê gotin ku blokên beton û malzemeyên pêwîst ên ji bo dîwar jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dayin û PDK piştgiriyê dike. Ev dîwar dewama dîwarê ku Tirkiye li ser sînorê Rojava lê kiriye. Êrişa Kazimî ya li ser Şengalê di demekê de hate kirin ku dewleta tirk êrişî Zapê dike, ku ev yek jî dibe sedema gumanan ku li ser bingeha plansaziyeke bi Tirkiye û PDK’ê re tevdigere. Kazimî bi vî rengî hem êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr rewa dike, hem jî hewl dide ku bi zexta li ser rêveberiya Şengalê re îradeya wan bişikîne, xelkê Şengalê, Asayîşa wê û hêzên YBŞ’ê teslîm bigire.
Tirkiye û PDK dixwaze dijminatiyê bixe navbera Iraqê û Êzidiyan. Ev polîtîka bi kêrî Iraqê û Kazimî nayê. Dijminatiya li Êzidiyan bi kêrî Iraqê nayê, lê zerarên gelekî mezin dide Iraqê. Yek ji civakên herî mezlûm ên dîrokê Êzidî ne. Heta niha 74 ferman li wan rabûne. Fermana dawî jî ji ber ku artêşa Iraqê û pêşmerge Şengal radestî DAIŞ’ê kirin, li wan rabû. Iraq û PDK li pêşberî Êzidiyan sûcdar in, divê rexnedayina xwe bidin. Divê rêveberiya Iraqê û PDK beriya her tiştî hesabê fermana dawî bidin Êzidiyan. Daxwazên Êzidiyan jî divê di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê û teamulên demokratîk de bêne nirxandin. Rexnedayina herî rasteqîn a ku Iraq bide Êzidiyan ew e ku Rêveberiya Xweeser a Şengalê nas bike.
Rêvebirina Şengalê ji aliyê Meclîsa Gel a Şengalê, hebûna Asayîşa ser bi meclîsê ve gelo çima zerarê bide berjewendiyên Iraqê? Iraq bi vî rengî dikare hîn bêhtir bi pêş bikeve, bi qîmet bibe, demokrasiya Iraqê dikare xurtir bibe û yekîtiya wê bi hêz bibe. Naskirina rêveberiya heyî ya li Şengalê li gorî destûra bingehîn a Iraqê ye. Di destûra bingehîn a Iraqê de ji hindikahiyan, baweriyên qedîm û komên etnîkî re mafê xwerêveberiyê tê dayin. Ev maf di destûra bingehîn a Iraqê de jî tê naskirin. Eger dewleta Iraqê û hikumeta Kazimî şertên destûra bingehîn a Iraqê bi cih bînin, rêveberiya xweser a li Şengalê nas bikin wê li nava Êzidiyan hîn bêhtir bibin cihê hurmetê û hîn xurtir bibin.
Civaka Şengalê bi helwest û sekneke xurt li ber êrişan rabû. Ji bo parastina azadî û hebûna xwe li dora hêzên xwe yên leşkerî bûn xelek. Ev cihê hurmetê ye, helwesteke bi rûmet e. Jinên Şengalê li refên herî pêş cih girtin û peyamên herî bi wate dan. Heta ku jinên Êzidî xwedî vê daxwaza azadiyê û sekna bi rûmet bin, wê maf û azadiya xwe bi dest bixin, wê rêveberiya xwe ya xweser û hebûna xwe biparêzin. Hesabên PDK’ê wê bêne pûçkirin ku bi şerê taybet dixwaze Şengalê ji mirovan xalî bike, li ser kampan polîtîkayê bimeşîne.
PDK rageşiya li Şengalê ji xwe re kir hincet û şerê taybet-psîkolojîk zêde kir. Ji bo xelkê ji Şengalê koçber bike seferber bûye. PDK bi salan e li ser kampên Êzidiyan polîtîkayê dimeşîne. Êzidiyan li van kampan dîl digire û bi vî rengî hem ji saziyên navneteweyî pereyan distîne, hem di hilbijartinê de weke depoyeke dengan bi kar tîne hem jî li dijî Şengalê weke çekekê bi kar tîne. Ji ciwanên Êzidî hêza çekdar bi rêxistin dike. Heman siyasetê AKP jî bi salan e li Tirkiyeyê dimeşîne. AKP’ê bi girankirina şerê li Sûriyeyê re penaber kişand Tirkiyeyê û bis alan e li ser van penaberan siyasetê dike. Bi çeka penaberiyê Ewropa dîl girtiye. Herduyan jî bi Ewropayê dide kirin û di ser re pere ji Ewropayê distîne. Bi hezaran çete li van kampan bi rêxistin kir û li dijî kurdan da şerkirin. Ji xwe ji ber ku PDK hevkariyê bi AKP’ê re dike ev polîtîka ji AKP’ê hîn bûye. Kampên Ezidiyan bi salan li dijî Iraqê û cîhanê weke malzemeyeke polîtîk bi kar tîne.
PDK’ê dema dawî nasnameya êzidî ya Viyan Daxîl bi kar anî û bi vî rengî kir parçeyek ji şerê taybet. Divê Viyan Daxîl jî nehêle ku bi vî rengî bê bikaranîn. Ji bo ber dilê PDK a hevkar xweş bike divê heqaretê li civakê, li nirxan neke. Ji kesên herî qirêj ên PDK’ê Hoşyar Zebarî jî xiyanet ji bîra xwe bir û êrişî êzidiyan dike. Divê mirov baweriya xwe bi wijdan û edaleta dîrokê bîne; bêguman wê rojek bê û Hoşyar Zebarî jî yên din jî hesabê bidin Êzidiyan û gelê Kurd.
AKP plan dikir ku eger di operasyona li Garê de bi ser bikeve hilbijartinê pêk bîne. Niha jî dest bi dagirkerî û şerekî nû kir. Di heman demê de hilbijartineke pêşwext jî di rojevê de ye. Bi dîtina we dibe ku hilbijartinek bi vî rengî pêk were?
Tirkiye ji zûdeyî ketiye pêvajoya hilbijartinê. Lê belê her tişt ne tenê ji bo hilbijartinê têne kirin. Hilbijartin parçeyek ji planeke berfireh e. Plana berfireh jî qirkirina Kurdan e, mayindekirina faşîzma AKP-MHP’ê ye û bicihkirina vê faşîzmê li nava çarçoveya destûra bingehîn e. Ji ber vê yekê hilbijartinên 2023’yan zû jî be di dema xwe de jî be bi rengekî stratejîk dinirxîne. Li gorî encama desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya di şer de ev hilbijartin wê çend mehan zû yan jî dereng pêk were. Eşkere ye ku dema fikirîn encama xwestine di êrişan de bi dest xistine, wê hewl bidin hilbijartinê pêk bînin.
Ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê sala 2023’an xwedî wateyeke dîrokî ye. Sala 2023’an salvegera sedemîn a peymana Lozanê ye. Dema parçekriina Kurdistanê, qebûlkirina polîtîkaya înkar û tunekirina kurdan e. Di heman demê de salvegera sedemîn a damezrandina sîstema netewe dewlet a tirk a faşîst mêtinger qirker e. Bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê re dixwazin qirkirina kurdan temam bikin. Dixswaze ku bi vê armanca xwe re di hilbijartinê de bi ser bikeve û sîstema netewe dewleta tirk a mêtinger qirker bi dîktatoriyeke faşîst di destûra bingehîn a nû de mayinde bike. Lewma karakter û amancên hilbijartinê li gorî hilbijartinên berê gelekî cuda ye. Êrişa artêşa dagirker a 14’ê Nîsanê ji hewayî û 17’ê Nîsanê ji hewayî û bejahî li ser Zapê da destpêkirin parçeyek ji vê plana berfireh û xeleka bingehîn a vê planê nirxandiye. Bi vê êrişê xwestiye ku Tevgera Azadiyê bi temamî tasfiye bike, Başûrê Kurdistanê û Rojava dagir bike û desteser bike.
Ligel êrişên dagirkeriyê yên di bin pêşengiya AKP-MHP’ê de li Tirkiyeyê tên kirin, nêrîna siberoja bê kurd ji hemû pêkhateyên desthilatdariyê heta mûxalefetê weke planeke negotî di dewrê de ye. Di vê xala siyaseta Tirkiyê de girtina HDP’ê jî di rojevê de ye. Siyasetek çawa tê pêşbînîkirin?
Siyaseta qirkirina kurdan polîtîkayeke dewletê ye. Dewlet bi hatina AKP’ê re bi senteza Tirk-Îslamê ev polîtîka derxist asteke pir pêşketî. Olperestî û neteweperestiya nijadperest ji bo qirkirina Kurdan pêk bînin îttîfaqek pêş xistin û desthilatdarî parvekirin. Di vê wateyê de ev tifaqa ku li ser neteweperestiya olperestî-nîjadperestî hatiye avakirin, di dîroka Komara Tirkiyeyê de desthilata herî xedar û xeternak e. Faşîzmeke jenosîdkar, serbir û reş e. Faşîzm bi temamkirina qirkirina kurdan re armanc dike ku hemû dînamîkên şoreşgerî û demokratîk ên li Tirkiyeyê ji holê rake.
Doza girtina HDP’ê bi tevahî parçeyek ji hewldana ku tê xwestin plana qirkirina Kurdan bi encam bikin û dîktatoriya faşîst ava bikin. Ji ber ku plana qirkirina Kurdan bi hemû aliyên xwe di meriyetê de ye, tê xwestin HDP bê girtin. Ji xeynî muxalefeta demokratîk, bêdengiya CHP, Iyî Partî, Deva, Gelecek û hemû partiyên din ên dewletparêz li hemberî êrişên siyasî û leşkerî ji ber piştgiriya wan e. Ev partiyên dewletparêz jî dixwazin ku Tevgera Azadiyê tesfiye bibe û plana qirkirina Kurdan serbikeve. Eger helwestek berevajî wê hebûya, wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd polîtîkayên cidî û şênber ên wan jî hebûya. Vê çaxê wê bi tundî li dijî girtina HDP’ê derketiban û bi awayekî herî xurt xwedî li HDP’ê derketibana. Wê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bi awayekî vekirî helwest nîşan bidaban û li dijî wan têkoşînê bikiriban. Wê tecrîda Îmraliyê neparastiban. Wê çepik ji êrişên dagirkeriyê re lênexistiban.
Eşkere ye ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi girtina HDP’ê re polîtîkayeke çawa pêşbînî dike. Dixwaze bi rakirina astengiya HDP’ê hemû dînamîkên demokratîk ji holê rabike û dîktatoriyeke faşîst a makezagonî ava bike. Ger hêza sereke ya muxalefeta demokratîk HDP bê bêbandorkirin, wê rê li ber dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi temamî were vekirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê pêwîste mûxalefeta demokratîk hêza xwe bike yek û têkoşîna xwe bilind bike. Her sazî, rêxistin, derdor û kesê ku xwe weke çep, sosyalîst, şoreşger û demokrat pênase dike, divê HDP’ê biparêze û di eniya têkoşîna demokratîk de bi HDP’ê re cih bigire. Ev yek ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê pêwîstiyeke jiyanî ye. Di vê wateyê de divê Partiya Çep (Sol Partî) û TKP helwesta xwe ji nû ve binirxînin û di tifaqa demokrasiyê de cih bigirin. Sekna parçeyî ya hêzên demokratîk sînerjiyeke xurt dernaxîne holê. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji vê sekna hêzên demokrasiyê ya parçebûyî û belavbûyî sûdê werdigire.
Sekna CHP’ê jî weke her carê ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê palpişte. CHP gav bi gav ber bi xeta Iyî Partiyê ve diçe. Çawa ku AKP bi temamî bû MHP, CHP jî gav bi gav dibe Iyî Partî. Tifaqa Netewî bi zîhniyet û siyaseta Iyî Partiyê teşe digire. Ev tifaq bi zîhniyet, polîtîka, şêwaz û rêbaza Tifaqa Komarê ve li dijî Tifaqa Komarê têdikoşe. Her ku diçe dibin îtifaqên bi du ruhên cêwî yên dişibin hevûdu. Ev her du îtîfaqên bi ruhên cêwî ji xeynî zirar û xerabiyê pêve tu tiştekê wan ku bidin gelên Tirkiyeyê tune. Cihê Tifaqa Milet ya ku ji xwedîderketina HDP’ê ditirse û vê ji bo berjewendiya xwe nabîne, ne li kêleka gelan, li dûviktiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Çareserî Tifaqa Demokrasiyê ye. Hêza ku wê Tirkiyeyê demokratîk bike û ber bi pêşerojeke azad, wekhev û adil ve bibe, Tifaqa Demokratîk a bi pêşengiya HDP’ê ye. Her ku Îtîfaqa ji bo Demokrasiyê bi hêz bibe, faşîzma ku di pêvajoya hilweşînê de ye, wê bi lez û bez bikeve. Ne girtina HDP’ê û ne jî êrişa dagirkeriyê ya Zapê wê vê desthilatdariya faşîst rizgar neke.
Krîza aborî û hilbijartin di rojeva sereke ya Tirkiyê de ne. Gelên li Rojava dijîn anîn rewşekê ku li hemberî şerê li Kurdistanê bê eleqe bimînin. Em dikarin hem qeyrana siyasî û aborî û hem jî sekna gelê Tirk a di şer de ya ji bo berjewendiya dewletê ye û yan sekna wê ya apolîtîk çawa binirxînin?
Beşek girîng a civaka Tirkiyeyê di bin bandora siyaset û propagandaya neteweperestiya nijadperest de ye. Ev beşa civakî bi gotinên neteweperest jehrî bûye. Tenduristiya xwe ya derûnî û aqil winda kiriye. Siyaseta antî-Kurd û êrişên qirkirinê vê beşê kêfxweş dike. Dijminatiya li Kurdan û her cure kiryarên xerab weke tevgereke rewa û mafdar ya ku divê bê kirin dibîne. Avahiyeke civakî ya li gorî îdeolojiya dewleta mêtinger a qirker hatiye avakirin heye û hikûmetên faşîst û muxalefeta hundirîn jî her tim vê xwedî dikin. Di rastiya xwe de, argumanên ku di civaka Tirkiyeyê de netewperestiyê çêdike, dijminatiya li dijî Kurdan, dijminatiya li hemberî Ermenî, Yewnan û dijminatiya li dijî Elewiyan e. Bi van argumanên îdeolojîk ên qirkirinê, beşeke civakê timî zindî tê ragirtin û wê dikin hêzeke bingehîn ê palpişt ji bo domdarkirina dewlet û desthilatdariya faşîst. Ev beşa ku bûye faşîzan û taybetmendiyên xwe yên civaka xwezayî winda kiriye, şerê li Kurdistanê û wêranî û êşên mezin ên şer bi xwe re aniye hîs nake. Ji dûr ve dibêje ‘hêj zêdetir, hêj zêdetir’ û li çepikan dixe. Yên herî baş li dijî Kurdan şer dikin, yan li ser desthilatdariyê dihêlin an jî bi anîna wan li ser desthilatdariyê wana xelat dikin.
Bê guman beşeke girîng a civaka Tirkiyeyê jî demokrasî, azadî û edaletê dixwaze. Lê belê di demekê de ku divê têkoşîneke xurt bide, pirsgirêka pêşengiyê dijî û di bin zextan de bêdeng dimîne. Civak bi birçîbûn û xizaniyê re têdikoşe. Bi têrkerî nabîne ku krîza aborî û polîtîkayên şer encama nebûna demokrasî, azadî û edaletê ye. Muxalefeta demokratîk nikare vê yekê bi têra xwe bi civakê bide fêmkirin. Dema wisa be di civakê de li dijî polîtîkayên şer têkoşîneke xurt nayê meşandin.
Hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo şerê li dijî Kurdan tê xerckirin. Sedema sereke ya krîza aborî şerê qirkirina Kurdan e. Bi mîlyaran, bi trîlyonan pere ji bo butçeya şer diçe. Di demekê de ku gelên Tirkiyeyê ji birçîbûn û xizaniyê dişkên, hikûmetên ku xwe bi şer li ser piyan digirin, bi zêdekirina zext û zordariyê hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Desthilatdariya faşîst ji şer, wêrankirin, civaka xizan û bêçare hêz digire. Di bin bandora şerê taybet a li Tirkiyeyê de, qelebalixên hişk ên bi rengê keriyên korbûyî, elimî û ehmeqbûyî hatiye afirandin. Navê wê civak e, lê girseyeke qelebalixe ku bi tevahî ji taybetmendiyên xwe yên civakî hatiye dûrxistin. Ev qelebalixên ku her cure heqaret, zilm, birçîbûn û xizaniyê weke çarenûs û ceribandinekê li cîhanê dibînin, bi sekna xwe ya kole vediguherin çavkaniya ku desthilatdariya faşîst xwe bi vê li ser piyan digire. Civatekî ku hatiye rewşeke wiha, ne mimkûn e ku şerê qirkirina gelê Kurd hîs bike û li hemberî wê li berxwe bide.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî hilweşîneke ekolojîk a tirsnak pêk tê. Di çarçoveya êrişên qirkirinê de li Kurdistanê qirkirina ekolojîk tê kirin. Civaka Tirkiyeyê tenê li çi diqewime temaşe dike. Her çendî ne di heman astê de be jî, lê li Tirkiyeyê jî rûxandina ekolojîk giha asta herî metirsîdar. Desthilatdariya faşîst hemû erdnîgarî ji rantê re vekiriye. Bi bendav û HES’an çem zuha kirin. Bi hêceta kanan (maden) daristan qetil kirin. Ev jî li hemberî civak û xwezayê şerekî mezin e, lê hişiyarî û têkoşîna civakî ya li hemberî vê hilweşandinê jî gelekî lewaze. Şerê taybet di vî warî de jî civak jehrî kiriye.
Bê guman rastiyeke civakî ya girîng ya ku li derveyî bandora şerê taybet a dewlet û desthilatdariya faşîst heye. Her wiha têkoşîneke mezin a civakî tê meşandin. Ger şerê taybet-psîkolojîk ê li ser civaka Tirkiyeyê tê meşandin bêbandor bibe û pêşengiyeke xurt ji civakê re bê kirin, wê hêzeke berxwedanê ya civakî ya bi heybet derkeve holê. Di vî warî de, di vê qonaxê de gelekî girîng û pêwîst e ku muxalefeta demokratîk xwe bigihîne hemû civakê, bi xebatên herêmî civakê bi rêxistin bike û li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bike. Di civaka Tirkiyeyê de potansiyela demokrasiyê xurt e. Pirsgirêk di birêxistinkirina vê potansiyelê û veguherandina wê ji bo çalakiyê de ye. Ger ev pêk bê wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilweşe, rêya demokratîkbûnê vebe, di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, wê pirsgirêka azadî, demokrasî, edalet û aborî ya Tirkiyeyê çareser bibe.
Tevgera Azadiya Kurd li ser şerê dawî daxuyaniyek da û gerîlayên Kurdistanê jî bi şerê li eniyê bersiveke pratîkî dide. Gel û ciwanên Kurd bi taybetî yên li Ewropayê dijîn dikarin çi bikin? Banga we çi ye?
Di navbera dewleta tirk a faşîst û qirker û Kurdan de pêvajoya şerekî çarenûssaz heye. Ev şer şerekî ku wê teşe bide pêşeroja Kurdan e. Ji bo dewleta tirk jî xwedî heman rol e. Ger gelê kurd bi serketî ji vî şerî derkeve, wê pergala netewe-dewleta tirk a faşîst hilweşe.
Gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke bi lehengî nîşan dide. Gerîla bi ruhê fedayî yê Apoyî derbên mezin li artêşa dagirker dide. Me di berxwedana Zap û Avaşînê de hevrêyên xwe yên bi nirx şehîd dan. Ez di şexsê van rêhevalên hêja de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez hemû hevrêyên ku di eniya şer de bi îradeyeke jor mirovî li berxwe didin bi rêzdarî û hezkirin silav dikim û wan pîroz dikim. Gerîlayên YJA Starê hem di berxwedana Zap û Avaşînê ya 2022’an de û hem jî di berxwedana Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê ya 2020-2021’an de bi awayekî aktîf tevlêbûn û sekneke pir serkeftî nîşan didin. Gerîlayên jin mohra xwe li gelek çalakiyên serkeftî didin. Kabîliyet, disîplîn û performansa leşkerî ya gerîlayên jin, çawanî û asta serkeftina berxwedanê bilind dikin. Ev astek pêşketinê ya mirov gelekî serbilind dike ye. Ez hemû fermandar û gerîlayên YJA Starê ji dil silav dikim û pîroz dikim. Bi pêşengiya jinên azad em ê vî dijminê gelan û dijminê jinê têk bibin, em ê Kurdistanê azad bikin, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin.
Li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên TC’yê û hevkarê wê PDK’ê gelê me û dostên wan li her derê di nava berxwedaneke mezin de ne. Di vê berxwedanê de jin bi awayekî aktîf û pêşeng cih digirin. Ji destpêka êrişa dagirkeriya Zapê heta niha li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê pêvajoyeke girîng a çalakiyan pêk hat. Lê belê rastiya dijminê ku şerê topyekun birêve dibe, di vî şerî de hemû derfetên dewletê bi kar tîne û dixwaze encamên teqez bi dest bixe heye. Li hemberî dijminekî wiha jî divê berxwedan topyekun be. Berovajî wê wê mirov nekaribe serkeftî be.
Gelê me yê li Ewropayê hêzeke mezin dide berxwedanê. Ez berxwedana gelê me ji dil silav dikim û pîroz dikim. Lê belê têkoşîn û potansiyela berxwedanê ya gelê me yê li Ewropayê dijîn gelekî xurtir e. Ew dikarin vê hêzê pir bi bandortir û serketîtir bikar bînin. Çalakiya li Îngilitereyê gelekî bi bandor bû. Li wir dayika Başûrî ku li pêşberî Mesrûr Barzanî mekaba gerîla hilda, bû kurte rastiyek a dîroka berxwedan û xiyaneta Kurdistanê ya di kêliyekê de hatî bicihkirin. Ew ne kêliyeke kurt ku fêrker, lêpirsker û tije ders bû, lê demek bêdawî ku dirêjî destpêka dîrokê û pêşerojê dibe bû.
Bi heman awayî, çalakiyên afirîner û bi bandor bê guman pêk tên. Lê derfetên lidarxistina çalakiyên pir zêdetir û bi hêztir heye. Di van çalakiyan de ciwan û jin roleke pir bi bandor dilîzin û divê rola xwe baştir bidomînin.
Ewropa bi durûtî, bêdengî û piştgiriya leşkerî ji Tirkiyeyê re di van êrişan de cih digire. Têkoşîna gel û dostên me yên li Ewropayê, dibe ku dewletên Ewropayê neçar bike ku piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk ji nû ve binirxînin. Gelê me dikare bi piştevanî û yekîtiya bi civaka Ewropayê re eniya têkoşînê mezin bike. Tevlîbûna bi hezaran, bi deh hezaran Ewropî ya li xwepêşandanan wê bandoreke siyasî ya mezin bike. Ev yek wê bandorê li polîtîkayên hikûmetê bike. Weke em her tim dibêjin, gelê me yê li Ewropayê xwedî rastiyeke ku di qada navneteweyî de bi awayekî serketî parêzvaniya Kurdan dike. Zêdekirina dostên xwe, pêşxistina tifaqên stratejîk, avakirina eniyeke têkoşînê ya hevpar wê hêzeke mezin bide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me.
Gelê me yê li Ewropayê ji bo pêkanîna serketî ya vê yekê xwedî hişmendî, îrade, kêrhatî û enerjiyê ye. Taybetmendiyên Kurdan ên civakî, pîvanên wan ên xurt ên exlaqî-polîtîk li ser civaka Ewropayê bandoreke kûr dike, bi Kurdan re tîne cem hev û dikişîne qada têkoşînê. Gelê me rûmeta bûyîna yekemîn gelê ku di dîrokê de nirxên civakî afirandine, bi hembêzkirina têkoşîna mirovahiyê ya gerdûnî û weguhastina wê nava meydanan re nîşan dide; dikare vê yekê bi hêztir nîşan bide.