Dewleta tirk a dagirker serê sibehê bi balafira bêmirov a biçek êrîş başûrê Kobanê û navenda wê. Di êrişê de Ekrem Îstek (50) ê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû.
Ekrem Îstek sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş bir ser Kobanê di çarçoveya banga seferberiyê de derbasî Rojava bûbû. Ekrem Îstek ku zewicî û bavê du zarokan bû, xizmet ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re kir. Ekrem Îstek salên 1990’î ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin û 10 salan di zindanê de ma. Kurekî Ekrem Îstek jî di zindanên dewleta tirk de ye. Cenazeyê Ekrem Îstek wê roja Pêncşemê saet di 14:00 de li Şehîdgeha Şehîd Dîcle bi merasîmekê bê veşartin.