Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Rewş nebaş e divê pêşî lê were girtin

Êrîşên dagirkeriyê bê rawestan didomin. Dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve zor daye ku ev car dawî li têkoşîna kurda bîne. Ji bo pêkanîna armanca wê, divê têkoşîna kurda jî bi dawî bibe, kurd jî xwe bispêrin dewleta tirk û bikevin bin baskên wê.

Li hember vê plana qirêj bêgûman berxwedanek bêhempa heye. Lê divê em rastiyê jî bibînin, ev berxwedan bi piranî li qadên gerîlla û di zîndanan de ye. Bi gotineke din yên di rewşa herî zor de ne, berxwedana herî bi rûmet didin. Li aliyê din ya civatê, ne bêdengiyek be jî rehetiyek heye. Aliyeke mezin ya civatê weha bawer dikin ku ew ê berxwedan bi serkeve an jî ew ê lihevhatinek çêbe û mesele çareser bibe. Hinek ji wan ên weha difikirin, her weha xwe wekî aliyek meseleyê jî nabînin. Bi gotineke din yên temaşeker gelek in.

Min vê rewşê di dema şerên bajaran ya li Sûr, Cizîr û Nisebînê diqewimî jî dît. Wê demê jî aliyeke civatê rehet bû. Dengê teqîna bombeyên nav bajaran jî wan nerehet nedikir. Hema bêje sedî 85-90’ê civakê temaşekar bûn. Yên ber xwe didan û yên piştgirên wan li paş û pêşên sengeran herî zêde sedî 10-15 bûn.

Bila çewt neye famkirin. Dema şerên bajaran jî û niha jî piraniyên temaşeker bi dewletê re nînin. Ji kiryarên dewletê eciz in. Dilê piraniyên wan bi berxwedêran re diavêje. Lê dîsa jî bi erkên xwe re ranabin.

Ev pirsgirêk e. Pirsgirêkek mezin e. Çimkî em jî dizanin, dinya jî dizane ku tenêhiştina berxwedêran, an jî temaşekirina berxwedanê bi tena serê xwe encam nayne. Divê têkoşîn li hemû qadan hevûdû temam bike.

Ev naye wê wateyê ku hemû kes çek bigre destê xwe li hember dewletê şer bike. Ji xwe yên çek girtine destê xwe biryara xwe dane û li hember êrîşên dagirkeriyê şerê xwe dikin. Her weha yên li zîndanan jî heta ji wan tên bi tundî piştgiriya vê berxwedanê dikin û ji hemû berdêlan re amade ne. Ji bilî vana kêmek civakê jî di qadên xwe de erkên xwe bi cîh tînin. Lê yên di encamgirtinê de dibin asteng, temaşekerên welatparêz û dilsoz in.

Bi qasî ezmonê xwe dikarim bêjim ku hinek ji van temaşekaran tenê bawerî bi berxwedana gerîla tînin û serkeftin di wê derê de dibînin. Hinek ji wan jî weha bawer dikin ku ew ê di encamê de lihevhatinek çêbe û mesele çareser bibe. Her du alî jî van nêrînên xwe, an jî helwestên xwe ji temaşekirina xwe re dikin sedem.

Di vê pirsgirêkê de berpirsiyariya herî mezin di stuyê çapemeniyê de ye. Mixabin, çapemeniya berxwedêr di vî warî de bi pisporî tevnagere. Kêmasiyên medyaya berxwedêr ya Kurdistanî her weha dibe sedema rehetiya civakê. Çîrokên qehremaniyan, ji dêvla teşhîra neyarên kurda bi mijûlbûna hûrgiliyên navxweyî, hedef şaş dike û hesta piraniyê civakê digûherîne. Civaka ku vê medyayê temaşe dike her çi qas bawermend be jî xwe reht dike. Ji dêvla ku bikeve liv û tevgerê li bendê dimîne, temaşe dike.

Em qet bîrnekin. Yên rûhê Kobanê derxist holê, rewşa zor ya berxwedêrên Kobanê bû. Şer hatibû wê radeyê ku şervanên Kobanê û kêm kesên sîvîl li ber deriyê Murşîtpinarê ketibûn halê tûnebûnê. DAÎŞ bi hawanan li wan dida û bi her hawanê re çendîn kurd şehît diketin. Erdogan jî kêfa xwe bi vê yekê dianiya.

Ev rewşa zor gel rakir ser piya. Li çar aliyên cîhanê û li hemû beşên Kurdistanê mîlyonan daqetin qadan. Ev bû sedema gûherîna polîtîkayên hêzên navnetewî. Dewleta tirk jî tê de hemû dewlet mecbûr man, helwestên xwe gûhertin.

Niha jî heman rewş e. Dewleta tirk bi teknîkek nûjen û xurt şereke qirêj didomîne. Hemû cûre çekan bikartîne. Rast e, şervan berxwe didin. Lê ev berxwedana bi berdêlek giran didome, ango bi tena serê xwe şerê şervanan, encam nagûherîne. Fermandarên şer ji bo vê yekê çendîn car in bang li civatê dikin û dibêjin, “Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye.” Ji bo tûnebûn pêkneye berpirsiyariya herî mezin li civakê ye. Ji bo vê civakê bixwe liv û tevgerê jî divê çapemeniya berxwêder bi pisporî tevbigere.

Rewş ne baş e. Kurd û dostên wan divê pêşî li rewşa nebaş bigrin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar