Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cerdevanê ji herêma êrîşê vegeriya behs kir: Gelek leşker tên kuştin

Cerdevanên ku ber bi xeta sînor ve tên ajotin, anîn ziman ku bi leşkerên xwestine wan bidin pêş re ketina nava nîqaşan. Cerdevan, diyar kir ku leşkerên tên kuştin hejmara wan tê veşartin û ev tişt got: “Gelek leşker tên kuştin û leşkerên ku hevalên wan tên kuştin bi ser me de diqîrin”

Tevî hevkariya PDK’ê  di êrîşên dewleta tirk ên di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê ku pêk tên de tu  pêşketin bi dest nayê xistin. Cerdevanê ku ji ser sînor vegeriya û navê xwe neda diyar kir ku leşker zêde tên kuştin cerdevanan didin pêş.

Cerdevanên ku ji Şirnex û navçeyên wê tînin, li gundê Xabûr-2’yê Qilabanê ku di noqteya sifir a sînor de ye, dicivin. Cerdevanên ku ji vir vediguhezin qada êrîşê, bûyerên ku li ser xeta sînor qewimîn vegotin. Cerdevanekî diyar kir ku wan bi komên ji 20 kesan pêk tên dibin qada êrîşê û di van rojên dawî de li herêma Belole hêz tên taqwiyekirin.

Hejmara kuştiyan vedişêrin

Cerdevan anî ziman ku pirsgirêkên derûnî ên leşkerên li ser xeta sînor kûr bûne û wiha got: “Herî dawî li herêma Şêranê di navbera komek cerdevan û leşkeran de nîqaş derket. Dixwastin me bidin pêş.  Lê  em neçûn û me ret kir. Li ser vê yekê em leşkeran re ketin nava nîqaşan. Ji me re gotin ‘ger ku hûn naçin vegerin malên xwe.’ Piştre ew pêşve çûn. Leşker 50 metre pêş de çûn û piştre bombe teqiya. Di teqinî de 5 leşker hatin kuştin. Piştre roketek hat avêtin û di encama vê roketê de jî 11 keşker birîndar bûn.”

Ji ‘tîma al’ re cudahî

Cerdevan got ku “Tîma Al” ya ku cerdevanên hilbijartî di nav de ne, bi leşkeran re tevdigerin û wiha domand: “Wan ji me cuda digirin. Dixwazin me ber bi pêş ve bişînin. Her cara ku leşker tên kuştin bi ser me de diqîrin. Gelek leşker tên kuştin. Ji ber vê herî zêde cerdevanan didin pêş.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar