Statûya ku li Başûrê Kurdistanê hatibû bidestxistin, piştî Komara Kurdistanê ji bo yekîtî û yekrêziya nava kurdan bûbû hêviyeke mezin. Hêviya kurdan ew bû ku ev statu bibe sedemek ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê.
Dewleta tirk a dagirker ji sala 1983’yan ve êrişî herêmên başûrê Kurdistanê dike û hewl dide bi îdîaya ‘şerê dijî PKK’ herêmê dagir bike, xeyala sînorên Mîsakî Millî pêk bîne. Êrişa di 14’ê Gulana 1997’an de bi tevlîbûna zêdeyî 200 hezar leşker, cerdevan pêk hat. Dewleta tirk navê ‘Operasyona çakûç’ lê kir û îdîa kir ku armanca êrişên wan tasfiyekirina biryargeha navendî ya PKK’ê ya li Zapê ye.
Gerîlayên Tevgera Azadiyê bi berxwedanek mezin derbên mirinê li artêşa tirk dan. Di vê operasyonê de gelek leşker û cerdevan hatin kuştin. Li gorî gelek nûçeyên ku xwe dispêrin agahiyên artêşa tirk a dagirker a wê demê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Tirkiye kir ku li dijî hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê êrişekê bide destpêkirin. Dema êrişê destpê kir, pêşmergeyan jî di nav de cih girtin.
Piştî destpêkirina operasyona dagirkirinê 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê di nexweşxaneyekê de ku birîndarên PKK’ê lê diman, komkujiyek pêk hat. Di êrişê de ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve pêk hatin, 83 birîndarên PKK’ê û welatparêz şehîd bûn.
Hêzên PDK bi awayeke hemwext hem êrişî nexweşxaneyê kirin hem jî êrişî Navenda Giştî ya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrişî rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran sazî gulebaran kirin. Di êrişan de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Operasyona destgîrkirin û girtinê ya piştî êrişê dan destpêkirin, bi mehan dewam kir.
Di encamê de nêzî 83 gerîlayên PKK’ê yên birîndar ku di nexweşxaneya Hewlêrê de dirazan û xebatkarên nexweşxaneyê, rojnamevan û welatparêz hatin qetil kirin.
Têkildarî êrişa li ser Rojnameya Welat yek ji damezrênerê rojnameyê û şahidê komkujiyê Niyaz Hamid e. Hamid di serî de hemû rojnamevanên, gerîla, welatparêz û xebatkarên saziyan kar dikir di komkujiyê de şehîd bûbû, bibîr anî.
Hamid diyar kir ku li ser komkujiyê gelek agahî ji kesên wê demê cîranê Rojnameya Welat bûn girtiye û wiha got: “Rojnameya Welat xwedî xwênerên zêde bû, PDK’ê û MÎT’a tirk xwe li vê ranegirt û di dema komkujiyê de êrişî navenda Rojnameya Welat kir û li vir komek rojnamevan qetil kir, heta niha jî ti agahî li ser cenazeyê wan nîne li kûderê hatine veşartin.”
Hamid têkildarî êrişa li ser nexweşxaneya ku gerîlayên birîndar jî lê bû ev agahî da: “Bi awayekî hovane êriş bire ser nexweşxaneya ku birîndar lê bûn, bi awayekî ne mirovî birîndar hatin qetilkirin. Dîsa êriş birin ser navenda çand û hunerê, dîsa saziyên din ên xizmetê ji bo civaka Başûr dihate kirin ku rêveberiya wê PKK’ê dikir.”
Niyaz Hamid diyar kir ku berê jî gelek caran êriş li ser navend, xebatkar û ofîsên Rojnameya Welat hatiye kirin û wiha got: “Berî komkujiya Hewlêrê jî hem li Silêmanî û hem jî li Hewlêr êriş bi rengên cuda birin ser Rojnameya Welat. Di 13’ê Adara 1995’an de Doxtor Sileh Hewramî ku yek ji hevkarên rojnameya Welat bû, ji aliyê MÎT’a tirk bi hevkariya PDK’ê hate qetilkirin. Gelek caran bi rengê êrişê xwestin pêşiya wê bigirin û bidin girtin. Tevî her tiştî rojnameyê kar û xebata xwe domand.”
Hamîd agahiyên xwe spart şahidên bûyerê ku mijar ji bo wî vegotiye û ev wiha pêde çû: “Welatiyên cîranê Rojnameya Welat ku agahî dan, gotin; ‘MÎT’a tirk û çeteyên PDK’ê bi hev re êriş birine ser navenda Rojnameya Welat a li Enkawa. Saet 16.30’ê êvarî êriş bi roketa bi 106 milîm, li pêşberî Qeleya Hewlêrê li hember naveda rojnameyê hate bikaranîn, ji derveyî çekên navîn û ferdî.’ Çend rojnamevanên ku tenê pênûsa wan li dest bûn, hatin hedefkirin. Heta saet 19.30’î êrişa li ser navenda Rojnameyê dom kir. Piştî ku şer qediya hemû rojnamevan hatin kuştin û piştre çeteyên PDK’ê li nava avahiyê dest bi talanê kirin.” Hamîd bi berdewamî bal kişand ser agahiyên şahidan û got: “Yek ji şahidan jî ev agahî da: ‘Li salona navendê dema diçe wir dibîne, li salonê hevalek jin a bi navê Roza şehîd bûye, dîsa li şibakeyê re jî li hundir dinêre hevalê bi navê Ronî şehîd bûye. Ji ber hilweşîna avahî nekaribû bi temanî rewşa hevalên wir bizane. Cenazeyê gelek rojnamevanan li bin xirbeyan mabû. Heta xwe li vê ranegirt û çû malê û vê yekê ji malbata xwe re parve kir, ji ber ku hemû rojnamevanên li wir dinasî’.”
Niyaz Hamid herî dawî diyar kir ku çeteyên PDK’ê bi hevkariya MÎT’a tirk bi hovane êriş bire ser navenda Rojnameyê û wiha got: “Avahiyek tenê bû bi çekên giran êriş bire ser û mal hilweşandin, hemû hevalên li wir şehîd kirin. Rojek berî rojekê divê hesab ji hevkar û berpirsên vê komkujiyê bê xwestin. Bên dadgehkirin û cezayê pêwîst bê dayîn; tola wan şehîdan bê hilanîn.”
Hêzên PDK’ê bi leşkerên tirk ên di bin navê Hêzên Aşitiyê de ku li herêmê li ser kar bûn, êriş kirin li ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû, bi dehan kesên bêparastin qetilkirin. Tevî ku 25 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbas bûye, hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûyîn radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heta cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê anîn.
Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyê gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatin qetilkirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin. Li gorî nûçeyek a hejmara 56’an a rojnameya Çetir ya sala 2011’an hatî weşandin, cenazeyê beşek ji şehîdên komkujiyê li cihek li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê hatine veşatin ku bi Mehmel Qîr tê naskirin.
Tê gotin, beşek ji cenazeyên van gerîlayan, li qiraxa rêya bejahî ya Hewlêr-Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.
Li ser mijarê demê xwe pêşmergeyek ku nexwest navê xwe aşkere bike ev gotibû: “Ez li wê herêmê wezîfedar bûm. Bi kemyonan cenaze anîn û em jî weke komek ji pêşmergeyan ji bo ewlekariyê şandin wê derê. Bi kemyonên ser wan girtîbûn, cenaze anîn. Em ne li ser cihê ku ji bo gorê hatin kolandin bûn, lê belê me cenaze didîtin. Cenaze li betaniyeyan, li çarşefan, li tejikan pêçandibûn. Min rûyê wan nedît. Tevî kinc, çarşef û betaniyeyên ew lê pêçandibûn, yek bi yek li çalên li wê derê binax kirin. Di dema veşartina cenazeyan de ji me re gotin ku divê em ji herêmê biçin. Em jî ji herêmê çûn. Gorên nû dihatin kolandin. Min nizanîbû ku cenaze yên kê ne. Piştre ez pêşmergeyên din hîn bûm. Gotin ku ew PKK’yî ne.”
Pêşmergeyê navborî anî ziman, wê rojê heta ku ew li herêmê bû zêdeyî 20 cenaze hatin binaxkirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin, qada li goşeya dawî ya li ser rêya Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê ye. Pêşmerge wiha dewam kir: “Ew der wê çaxê ne goristan bû. Çend gor lê hebûn. Piştî ku hate bihîstin ên li vir hatine veşartin PKK’yî ne, ew der kirin goristan. Çend kes li wir hatine veşartin, navê wan çi ye? Nizanim. Lê belê qeyda wan heye. Dûre balafirgeh lê hate çêkirin û goristan niha li kêleka kûleya kontrolê ya balafirgehê ye ku li ser rêya Duhokê ye.”
Xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê de hatine windakirin û şehîdkirin û komeleya Hêvî ya ji bo piştgiriya qûrbaniyên şer, ji bo dîtina cenazeyê şehîdan ev çend sale daxwaznameyek radestî lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Komeleyên Mafê mirov û Parlamentoya Iraqê kirine. Lê hîn tiştek nehatiye kirin.
Piştî sala 2 hezarî ji bo eşkerekirina aqûbata qurbaniyan hewldan zêde bûn. Xizmên şehîdan ji bo ronîkirina cenazeyê zarokên xwe ketin nava hewldanan. Di sala 2010’an de jî Komeleya Piştevaniya Şer hate avakirin û bi kûrî kar li ser kir.
Di sala 2011’an de Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi karkirina li ser vê dosyayê kir. Daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Navxweyî kir. Tê de daxwaza ronîkirina aqûbata kesên winda bûne kir.
Di sala 2012’an de Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê îtiraf kir ku ji komkujiyê tu kes nehatine rizgarkirin û hemû hatine qetilkirin. Lê, cihê gorên wan eşkere nekir û çawa hatine kuştin û kê komkujî pêk aniye nehate diyarkirin.
Wezareta Hundirîn dabû diyarkirin ku amadeye kesên di komkujiya Hewlêrê de şehîd bûne, weke şehîd nas bikin, lê heta niha ev soza xwe ji pêk neaniye.