Dewleta tirk di sala 1997’an de ji bo dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke berfireh kir. Dewleta tirk dît ku nikare encamekê bi dest bixe, vê carê xiyanetkar xistin dewrê. Ew jî PDK bû. Li Zap û gelek deverên din qadên gerîla dorpêç kirin û dest bi êrişan kirin. Lê kirin û nekirin, nekarîn berxwedana gerîlayan bişkînin. Ji ber vê yekê serî li rêbazeke hê qirêjtir dan. Di 16’ê Gulana 1997’an de çekdarên PDK’ê û hêzên kontra yên MÎT’a Tirk li Hewlêrê komkujî kirin. Çi sazî û rêxistinbûyînek PKK’ê hebe berê xwe dan wê derê. Li nexweşxaneya ku gerîlayên birîndar lê dihatin dermankirin komkujî kirin. Dewleta Tirk û PDK’ê bi vî rengî hewl dan encamekê bi dest bixin.
Tişta ku PDK’ê li Hewlêrê pêk anî ji aliyê gelek kesan ve nayê zanîn. Îro gelek kes nizanin PDK’ê çawa ew gerîla qetil kirine. Gerîlayên li Hewlêrê bûn nedixwestin dev ji wir berdin. Wan dixwest heta dawî li berxwe bidin. Barzanî jî ferman dabû ku tevahiya gerîlayên li wir qetil bikin. Gelek gerîla jî ji bo ku dîl nekevin bombe bi xwe de teqandin. Mesela Gerîla Hêvîdar 3-4 saetan şer dike û giranî birîndar dibe. Li qata sisiyan dema ku hewl da bombeyê bi xwe de biteqîne, pêşmergeyan ew ji qata sisiyan avêtin xwarê. Gerîla Berbang, Serhat û Egîd jî dema ku di erebeyê de bûn, li pêşiya Qela Hewlêrê hatin qetilkirin. Çend mînakên din bi vî rengî hene ku bê ew gerîla çawa bi awayekî hovane hatine qetilkirin. PDK’ê digot wê bi vê komkujiyê re dawî li PKK’ê were. Lê bi komkujiyê jî nekarîn pêşî berfirehbûna PKK’ê ya li Başûr bigrin. Her ku çû têkiliya başûriyan bi PKK’ê re zêdetir bû. Tam di wan salan de bi hezaran ciwanên Başûrî tevlî nav refên PKK’ê bûn.
Di 16’ê Gulana 1997’an de em rûyê xiyanetê yê PDK’ê dibînin. Ma barbariyek wiha çêdibe gelo ? Mirov rabe kesekî li ber mirinê qetil bike, an jî kesekî birîna wî giran be gulebaran bike. Ev yek bi destê PDK’ê li Hewlêrê pêk hat. Bi dewleta Tirk re hevkarî kirin û ji bo tinekirina PKK’ê her cûre xerabî kirin. Wê demê tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk li Zapê hebû. Hema wekî niha bû û dîsa PDK’ê hevkarî bi wan re dikir. PDK’ya ku li Hewlêrê mirovên birîndar û li ber mirinê qetil kiribin dikare her cûre xerabiyan pêk bîne. Îca hesab li cem we. Hozan Serhat ji bo vê komkujiyê digot;
Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Helîn û Salihan
Geş dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr, Hewlêr
Agirê serhildan e, qelayê berxwedan e
Helîna şehîdan e Hewlêr
Helîna Egîdan e Hewlêr…
Ji ber vê yekê ye ku Hewlêr her tim birîndar maye û wê birîndar jî bimîne. Li wî bajarî birîndar hatin qetilkirin.
Welê lê hatiye ku şer bûye parçeyek ji jiyana mirovan. Li her derê û li her qadê şer heye. Lê qanûnên şer û hiqûqa şer heye. Ma we li çend deveran dîtiye ku birîndarên şer hatine qetilkirin. Me ev yek li Hewlêrê dît. Pêşmergeyên PDK’ê, tevî kontrayên dewleta Tirk gerîlayên birîndar qetil kirin. Îca dîsa jê xerabtir, piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyên gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Cenazeyê hinek ji kesên hatin qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatin veşartin. Hukûmeta herêmê ya Kurdistanê li ser vê komkujiyê ne lêpirsînek da destpêkirin, ne jî hesab pirsî. Komkujiyek li Hewlêrê pêk hatibû û nêzî 100 gerîla û welatparêz hatin qetilkirin. PDK’ê ti carî li ser vê bûyerê daxuyaniyek jî neda. Wekî ku tiştek nebûye tevgeriya. Lê dîrok dizane ku PDK’ê li Hewlêrê komkujî kir. Ev yek wê ti carî di dîrokê de wenda nebe.