Gelo we qet ev pirs ji xwe kiriye: perwerde tê çi wateyê? Em çima diçin dibistanê, çima em waneyên cûda dibînin, dikevin ezmûnan, ji bo pileyên baştir bigrin bi kesên din re dikevin reqabetê? Wateya perwerdê çiye û bi çi ve girêdayî ye? Ez vê pirsê ji xwendevan, mamosta, dayîk, bab û rêveberan teva dikim. Çima ji bo perwerdê em evqas tekoşîn dikin? Ji bo em hinek ezmûnan derbaz bikin û bibin xwedî kar? Yan jî hêj em zarok û ciwanin divê hertiştê diqewîme em bizanibin, ji bo wê tên perwerde kirin? Yan jî ji bo fikir û xeyalên kesê din pêk bînin, wêdemê ka fikir û xeyalên ku em dixwazin bidin avakirin? Bûna xwedî karek û jiyana xwe dewamkirine ma perwerde? Tenê em ji bo vê tên perwerde kirin? Jiyan ne ewe tenê kareke, pîşeyeke, ew veşartîbûyîneke. Me xwe tenê ji bo ku em bikarin jiyana xwe qezenç bikin xwe pêşxistiye, hemû wateya jiyanê me ji dest daye, lê wateya jiyanê fam kirin ji ezmûnekî birkarî, fizîk, biyolojî hîn girîngtire. Em xwendevan dibin yan jî mamosta dibin, ma ne gîrînge ku em pirsa çima perwerde didin û çima tên perwerde kirin ji xwe bikin? Gelo jiyan tê çi wateyê? xweza, dar, çûk, kulîlk, lawir, asîman; evane hemû jiyane. Jiyan zengînbûn û feqîrtiye. Jiyan tekoşîna cêwaziya di navebera dîn, cins, nîjad, netew deye… Jiyan tirs, hêrs, bawerî, heskirin, evîndarî û hesudiye. Ev û hêj ji vana zêdetir jiyane.
Em xwe bi qismek yê jiyanê ve didin girêdan; diçin dibistanê, ezmûnan dikin, karekê bi dest dixin, dizewicin, çend zarokan çêdikin û dişibin makîneyekê. Li beramberî jiyanê tirsonekin. Wêdemê karê perwerdê ewe ku em van hemû mijaran fam bikin, yan jî tenê me fêrî pîşeyekê bike û ji bo karek dîtînê me amade dikin? Ger perwerde hemû aliyê jiyanê, êşê, keyfxweşiyê, xemê, heskirinê, xweşiktiyê fêrî me neke, wêdemê tu wateya perwerdê nîne. Dibe hûn ji dibistanê mezun bibin, li ber navê we tejî pile were rêzkirin û bibin xwedî kar, piştî vê? Di vê navberê de zêhna we ger diweste, kor dibe û ehmek dikeve, wêdemê çi wateya perwerdê heye? Zeka bûn çiye? Zeka bûn ewe ku bê tirs, azad û xwe bi tu formolan ve nedana girêdan û fikirîna raste û bi vê re tu dizanî ya rast û şaş kîjane, lê ger tu ditirsî, tuyê tu caran nekarî jîr bimînî. Divê mirov di ciheke bê tirs de were mezin kirin. Dema ku em mezin dibin em ji tirsa karê xwe windakirinê, malabata xwe, hevalên xwe, kevneşopiyên xwe, heskirina xwe winda kirinê ditirsin. Gelek ji me ji van tiştan ditirsin û cihê ku tirs lê hebe jîrtî tune dibe. Heqîqet bi xwe dîtin ewe ku tu li dijî kevneşopiyên ne rast, mirovên dîndar yên ne rast, civaka rewşa wê ya niha ku ber bi têkçûnê ve diçe serî rakir wêdemê tuyê zengîntî, xweşiktî, heybetiya wê bibînî. Ne teqlît kirin, keşif kirine perwerde. Gelek hêsane tişta ku mamoste û malbat ji me re dibêje em pêkbînin, ev rê û rêbazeke hêsane ku mirov bêje ez heme, lê ne jiyan kirine; ji ber ku di hindirê wê de tirs, rizîn û mirin heye. Jiyan kirin tê wateya heqîqet bi xwe dîtînê û ev bi rêya azadbûnê ku şoreşeke hindirîn pêkane. Tu kes ji te re nabêje, tu bi xwe bizanibe xweda çiye, kiye, tu kiyî, ne çiyî, fêr bibe. Cîhana niha di destê sîyasetmedarên ku hertim pey hêzê dikevin û şeran didin avakirin deye, ev cîhana ebûqat, polîs, leşker û şirketane. Li kêleka van mirovên dîndar jî hene, daxwaza wan jî hêz bi dest xistine, di vê cîhanê yan cîhana din de. Ev cîhan wisane ku her hêzek li beramberî hêza dijber di nava şerdene, herkes li dijî heve, dixwazin ji bo bigihijin hêzeke hîn serdestir bi hevre pevçûn dikin. Ev cîhana he li ser bingehê, netewperestî, pevçûna dînan, cudabûna sinifan, cudabûna gelan, nîjadan ji aliyê her gêjekê ve hatiye tar û mar kirin û ji bo bi vê cîhanê re li hevhatîbin, qebûl bikin em jî tên perwerde kirin. Emê çawa bikarin hewayek ya azadiyê bidin avakirin, ya cîhaneke nû, civakeke nû, komîneke nû, zêhneke nû? Ya tê kirin eve bibe xwedî pere û hertiştê tu dixwazî bi dest bixe. Di demê berê de mirovên ku weke wehşî dihatin pênasekirin jî ji bo pirtikê çûkan, mirîşkan, teyran şer dikirin yan jî ji bo kevirên di binê avê de yan jî ji bo hestiyên lawiran. Dema em temaşe dikin dibe ji me re weke ken lê were, çawa dibe mirovên wê demê ji bo van tiştan şer dikirin? Ya niha tê kirin jî eve li şûna wê em ji bo pereyên ji kaxezê hatîn çêkirin şer dikin. Wusa xuya dike ku ew kevir yan pirtikê lawiran ji pereyê me yê kaxez bi qîmettir xuya dike.
Fêrbûyîn çiye tu dizanî? Bi rastî jî dema te dest bi fêrbûyînê kir di tevahiya jiyana xwe de tu fêr dibî û ji bûna vê pêwîstî bi mamosteyekê jî nake. Bi vê re pelê darekê, çukek, avek, darek, bêhnek, rondikek, kenê jinekê, zilamekê, zarokekê, zengîntî, feqîrtî, heryek ji vana te fêrî tiştekê dike, bi vê re êdî pêwîstî bi rênîşanekê, mamostayekê, fîlozofekê namîne, jiyan bi xwe mamostayê weye û hertim di rewşa fêrkirinê deye. Dest ji jiyana xwe bernedin, hertiştê sexte yê li kêleka we danin aliyekê û cewherê xwe yê rastî bibînin. Bi vê re hûnê bigihijin zanabûnekî bê dawî û bê beramber.