Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

PKK: Di Gulana 46’emîn de jî em li ser xeta Hakî Karer şer dikin

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya Meha Şehîdan daxuyaniyek da û ev tişt ragihand: “Jiyana rastîn şehîd bi xwe ne. Em bang dikin ku em rastiya şehîdan baş fêm bikin, rast têbigihêjin û li ser vî esasî têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê li her qadê geştir bikin.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya ku di 18’ê Gulanê de yek ji pêşengê Tevgera Azadiyê ya Kurdan Hakî Karer û yek ji pêşengê Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya hatine qetilkirin, di salvegera qetilkirina wan de peyamek weşand.

Di peyama komîteyê de ev tişt hate diyarkirin: “Şoreşgerê mezin ê ku Rêber Apo ji wî re digot ‘Ew ruhê min ê veşartî ye’ heval Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de hatibû qetilkirin. Em îsal dikevin salvegera 46’emîn a qetilkirina wî. Em Gulana 46’an a ku şehadeta Hakî Karer hatiye destpêkirin, Roja Şehîdan û Meha Şehîdan dijîn. Em Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd dikevin sala 46’emîn a şehîdan. Di Gulan 46’an de jî em li ser xeta Hakî Karer û li ser xeta şehîdan dijîn û şer dikin. Di têkoşîna azadiyê ya dîrokî de ya ku em bi pêşengiya Berxwedana Zap û Avaşînê de dimeşînin, şehîdên nû didin.

Li ser vî esasî di salvegera 45’emîn a şehadetê de, em hemû şehîdên xwe yên qehreman ên ku bi şoreşgerê mezin Hakîk Karer re dest pê kir û îro heta Mizgîn Ronahî û Aysel Dogan domiyaye, hemûyan bi rêz û hurmet silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca şehîdên xwe yên qehreman bi ser bixînin û bîranîna wan bidin jiyîn. Di sala 46’an de jî em li ser xeta şehîdan ku Hakî Karer pêşengiya wê dike, em ê bi xurtî şer bikin û bi xurtî bi ser bikevin. Li ser vî esasî hevalên me yên partiyê di serî de em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku xeta Rêbertî û şehîdan baş fêm bikin û bi serkeftî pêk bînin.

Rêber Apo gotibû ‘PKK partiya şehîdan e’ û diyar kir ku şehîdên me bi awayê PKK’ê dijîn. Nîşanî me da ku heqîqet rastiya şehîdan e. Got ku şehîd nirxên me yên herî sereke ne û her dem dibin hêza me ya xurt. Diyar kiribû ku divê em tu carî ji xeta şehîdan veneqetin û ji rastiya şehîdan dûr nekevin. Dema ku em şehîdan rast fêm bikin û bi xurtî xwedî li wan derkevin, em li ser xeta şehîdan rast bimeşin, em ê her dem serfiraziyên mezin bi dest bixin.

45 sal in em li ser xeta hakî karer jiyan û em têkoşiyan

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd 45 sal in li ser xeta Hakî Karer û xeta şehîdan jiyan û em têkoşiyan. Me her tişt bi saya têkoşîna mezin a li ser xeta Rêbertî û Xeta Şehîdan bi dest xist. Li ser vî esasî em hînî heqîqetê bûn û me xwe gihand bîra rastîn a dîrokê, me rastiya xwe ya welat, netewe, gel û zayendê li ser vî esaasî bi dest xist, pêşengtiya partiyê, rastiya gerîla û xweparastinê, pergala neteweya demokratîk û jiyana azad li ser vî esasî geştir kir, di serî de şoreşa vejîna neteweyî û şoreşa azadiya jinan me her cure geşedana şoreşgerî li ser vî bingehî afirand. Li her derê me xwe li ser vê çarçoveyê rêxistin kir, em bûn yek û me şer kir. Li hemberî pergala global a kapîtalîst ku Kurdan tune dihesibîne û dixwaze hebûna Kurdan tune bike, li hemberî feraset û siyaseta qirker û mêtinger, li hemberî her cure qelsî, nokerî û îxanetê me li ser vî esasî têkoşîn meşand. Di her demê de û li her derê Artêşa Şehîdan ferman da me, rêya rast nîşanî me dan û hêz dan me. Me her tişt bi saya şehîdên xwe yên qehreman bi dest xist, parast û geş kir.

Me her gava dîroka partî û têkoşînê bi hêza şehîdên qehreman avêt. Me hemû dijwarî bi hêza şehîdan têk bir û hemû astengî bi hêza şehîdan ji ber xwe rakir. Rastfêmkirina rastiya şehidan û xwedîderketina wê her dem berê me da pratîka çalak û ev tişt wekî xeleqên zincîrê, geşedanên heyî afirand. Li ser bîranîna heva Hakî Karer me partîbûn û berxwedana çekdarî da destpêkirin. Hê di salvegera yekemîn a şehadeta wî de, heval Halîl Çavgun şehîd ket. Têkoşîna ji bo bîranîna heval Halîl Çavgun hate meşandin, Berxwedana Hîlwanê ya serkeftî derxist holê. Bi Berxwedana Mezin a Zindanan a di sala 1982’an de, bi saya têkoşîna Mazlûm Dogan, bi têkoşîna Çar hevalên ku Ferhat Kûrtay pêşengî ji wan re kir û bi saya şehadeta Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê di warê îdeolojîk de têk çû. Xebatên derveyî welat ên salên 1980 û 1982’an de jî bi Abdulkadîr Çûbûkçû dest pê kir û piştî wî bi dayîna gelek şehîdan bi ser hate xistin. Pêngava Gerîlayan a Şoreşger a 15’ê Tebaxê li ser xeta şehîdan, li ser xeta Mehmet Karasûngûr, Agît, Bêrîtan û Zîlanê hate bi ser xistin. Li hemberî komploya navneteweyî jî têkoşîna 24 salan li ser xeta şehîdan, bi berxwedêriya fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a ku heval Halît Oral û Aynûr Artan dabû destpêkirin, hate meşandin û ev têkoşîn hate bi ser xistin.

Li hemberî îxaneta nokerî ya ku birîna dîrokî ya Kurdan e, helwesta rast û têkoşîna serkeftî jî bi me hêza şehîdên xwe yên qehreman derxist holê. Di vir de bi taybetî Qetlîama Hewlêrê ya di 16’ê Gulana 1997’an de cihekî girîng û diyar digire. Îro em dikevin salvegera 25’emîn a qetlîamê. Wekî vê bi sedan komplo, provokasyon û qetlîam hene. Îro jî mînaka vî tiştî ya xerab tê jiyîn û bi nêrîna van tiştan mirov dikare bibîne rastiya PDK’ê çi ye. Bi vê wesîleyê em bi dehan şehîdên qetlîama Hewlêrê di şexsê heval Salih, Hêlîn û Ozan de bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Gerîlayê nû di fedayîbûnê de gihişte asta bilind

Weke Tevger û gel îro jî wek 45 salan em di xeta şehîdan de dijîn û têdikoşin. Em di vê Gulanê de bi pêşengiya Berxwedana Zap û Avaşînê li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiye û derveyî welat, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Em pêngava xwe ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re kiriye hedef, di sala pêncî de bigihînin serkeftinê. Gerîlayê me yê qehreman her roj derbeyên îmhayê li çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê dixe û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Zap û Avaşînê defin dike. Gerîlatiya nû ya ku li ser xeta Modernîteya Demokratîk pêş ket, bi fedekarî û her roj destanên lehengiyê dinivîsîne. Bi vê wesîleyê em berxwedana gerîla û gelê xwe ya di pêşengiya Berxwedana Zap û Avaşînê de silav dikin, serkeftinên wan pîroz dikin û serketinên hîn mezintir ji wan re dixwazin. Em şehîdên leheng ên vê berxwedana pîroz di şexsê rêhevalên Aysel Dogan û Mizgîn Ronahî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Ji bo tevgera şoreşgerî ya tirk jî meha şehîdan e

Her wiha 18’ê Gulanê 49’emîn salvegera qetilkirina yek ji pêşengên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya ye ku di sala 1973’an de li Amedê pêk hat. Darvekirina pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an a 6’ê Gulana 1972’an li ber xwe dan, sala xwe ya 50’î temam kir. Dîsa qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî yên di 30’ê Adara 1972’an de û qetilkirina Sînan Cemgîl û hevalên wî yên li Nurhakê di 31’ê Gulana 1972’an de hat qetilkirin, sala xwe ya pêncî salî diqedîne. Eşkere ye ku meha Gulanê ji bo Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê jî meha şehîdan e. Ev 50 sal in gelên Tirkiye û Kurdistanê li ser şopa van pêşengên şoreşger têkoşîna azadî û demokrasiyê didin. Ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi qehremanî şer dike û şehîdên nû dide. Îro ev têkoşîna dîrokî ji aliyê HBDH’ê ve tê meşandin, hewl dide serketinê bi dest bixe. Bi vê minasebetê em şehîdên leheng ên vê têkoşîna mezin a 50 salî, hemû şehîdên xwe yên leheng ên ku di pêşengiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de dest pê kirin û heta Ulaş Bayraktaroglu û Zap-Avaşînê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li ciwan û gelên kedkar ên Tirkiyeyê dikin ku bi xurtî piştgiriyê bidin van şehîdên pêşeng û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad bimeşînin.

Şoreşa ku li dijî faşîzmê li ber xwe nede ew şoreşek sexte ye

Eşkere ye ku kesayeta Hakî Karer mînaka herî rast û berbiçav a şoreşgerî, sosyalîst û demokratbûna Tirkiyeyê ye. Eşkere derdixe holê ku hebûna van sernavên li Tirkiyeyê pêwîstî bi têkoşîna li dijî zîhniyet û pergala faşîst heye. Dîsa bi zelalî nîşan dide ku li Tirkiyeyê xwedîkirina van sernavan biratiya bi gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê re dixwaze. Hêzên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tênekoşin, antî-faşîstbûn û şoreşger-demokratîkbûna wan jî sexte ye. Di vê rewşê de divê hemû hêzên antî-faşîst, şoreşger-demokratîk, kedkar, jin û ciwanên Tirkiyeyê vê rastiyê bigirin dest û li gorî wê tevbigerin.

Dîsa heqîqeta Hakî Karer pîvanên mirovatiya azad û welatparêz û şoreşgerekî rasteqîn ê Kurdistanê bi zelalî radixe ber çavan. Ji bilî vê ti pîvana şoreşgerî û welatparêziyê nîne. Li Kurdistanê li dijî zîhniyet û siyaseta serdest a mêr, faşîst, mêtînger û qirker têkoşîneke aktîf nebe, mirov li Kurdistanê ne mimkûn e bibe şoreşger û welatparêz. Heta ku têkoşîneke bi vî rengî bi têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê re neyê yekkirin, wê bi ser nekeve. Ji ber vê yekê di roja nû ya 18’ê Gulanê de divê em vê rastiyê baş fêm bikin û bi cih bînin.

Em banga rast fêmkirina rastiya şehîdan dikin

Eşkere ye ku jiyana rast şehîd bi xwe ne. Ji ber vê yekê divê her roj di meha şehîdan de em bi vê rastiyê re bibin yek. Divê em di xeta Rêbertî û şehîdan de rexne û rexnedayîn nû bikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke rast û serkeftîtir bimeşînin. Divê em serdana goristanan bikin, ji bo şehîdan civînên bîranînê û nîqaşê li dar bixin, ji pratîka şehîdan dersên dewlemend derxin, têkoşîneke mezin a ku bigihêje armancên şehîdan pêş bixin. Divê em tecrîda Îmraliyê bişkînin, bi belavkirina şerê gel ê şoreşgerî yê li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, bi pêşxistina dewlemendiyên rêbaz û afrîneriya têkoşîna nû, Kurdistanê azad bikin, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin.

Li ser van esasan, di salvegera şehadeta Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de, em hemû şehîdên leheng ên têkoşîna mezin a 50’î sal in ku bi berxwedana li Kizildereyê dest pê kir û heta Zap-Avaşîn berdewam kir, careke din em bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe, hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyê dikin ku rastiya şehîdan fêm bikin, bipejrînin û li ser vê bingehê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê bi têkoşînê xurtir bikin.!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar