Gava ku gerîlayek diaxivî ev nivîs hat nivîsandin. Li pêşberî heybeta qada Kurojahro gotin ji ber xwe ve herikîn û ev nivîs hat nivîsandin. Wê demê yekane daxwaze ku di dilê min de derbas dibû wiha bû; “Bila mij û dûman belav bibe, gerîla li ser Kurojahro xuya bike, ku roj hilê.”
Gerîlayekî qal dikir bê hevrêyên wan şerekî çawa mezin dikin, çawa li ber xwe didin. Gerîla Devrîm dema qala Kurojahro dikir, sala 1997’an kete bîra min. Ew êrîşa dewleta tirk a bi navê ‘Operasyona Çekîç’ hate bîra min ku 2 helîkopter lê hatin xistin, nêzî 200 leşker hatin kuştin, 338 leşker birîndar bûn. Hingî 4 salî bûm. Ne bi gerîla zanim ne jî bi şer. Ne min faşîzm nas dikir ne jî mirov. Çar salî bûm, li devereke dûrî her tiştî. Çar gerîla, di sala 1997’an de ji bo li leşkerên li Kurojahro bixin, ku bi xiyaneta PDK’ê lê bi cih bûbûn, ketibûn nava liv û tevgerê. Dibe ku di çar salî de ji we re qalê bikê hûn ê jê bawer nekin, lê belê dema ku mirov li çiyê afirînerî û berxwedana gerîla dibîne, hingî teqez jê bawer dikin. Vaye dîsa Kurojahro, dîsa artêşeke dagirker, dîsa PDK a ji bayê namûsê bêpar û dîsa gerîla. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe bi temamî nû kirine, afirînerî li xwe zêde kirine. Û berxwedana Kurojahro.
Kurojahro girê herî bilind ê Zapê ye, ku niha her kes li ser tiştekî dinivîsîne, vedibêje, qalê dike. Li vê qada berfireh gerîla bi cih bûye. Şervanên azadiyê jê re ‘Kurojahro’ dibêjin, lê weke ‘Kurê Jaro’ tê naskirin. Gerîla bi şert û mercên jiyanê û hestên xwe nav li her çiyayekî kirine. Navekî xwe yê din jî ‘Çiyayê Lînk’ e. Li başûrê wê bajarokên Dêrelok, Şêladizê û Sûrî, li bakurê wê Girê Şoreş, li hemberî wê Şikefta Birîndara, li rojhilatê wê qada Barzan, li rojavayê wê jî Girê Bahar û Çemê Zê hene. Çiyayekî ji aliyê stratejîk ve gelekî girîng e. Çiyayekî rût, teht e ku li hin deverên xwe av gelekî kêm e. Bi gotinên gerîla, li vê derê gerîlatî hem zehmet e hem jî pêwîstî bi berxwedêriyeke xurt heye. Li Kurojahro tenê ‘mekap û sebra gerîla’ dikare îdare bike. Gerîlayên li wir dimînin xwedî îradeyeke ji pola ne, xwedî dilekî ne ku cîhanê hembêz dike. Li serê vî girî dar hema bêje qet nîne. Berf tê helandin û bi vî rengî av tê peydakirin. Lewma tenê gerîlayên li wir bi tehma çaya li wir zane. Mizgîn Ronahî ku tevî Rûmet Kobanê li Kurojahro şehîd bû, bi vê gotinê qala Kurojahro dikir, “Gerîla mîna xezalê ye, leşker ji ku zanibe li vir bimeşe.”
Kurojahro ku cihekî şer bû, veguherî qada berxwedanê. Mizgîn Ronahî, Mizgîn Botan, Navdar Mazî, Rêdûr Kobanê, Rûmet Kobanê hembêz kir. Kurojahro li ber xwe dide. Li dijî dagirkerên ku bombeyan li kevir û axa wê dibarînin, li ber xwe dide. Her tilîlî dibe qîrîn, her stran dibe raperîn, her çalakî jî dibe serketin.