Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tev li bernameya taybet a Medya Haber TV bû û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê nirxand.
Hêlîn Umît destpêkê gerîlayên ku li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê di nava şer de ne bi rêzdarî û hezkirin silav kir û got, “Heval dîrokê dinivîsînin. Rêbertî di parêznameyekê de dibêje, ‘Dîrok çekeke ku timî bi kar tê, lê belê ya girîng çek bi xwe nîne, ya girîng ew tiliya li ser tetîkê ye’. Yanî ew niha ew dest û tilî ne ku dîrokê dinivîsînin.”
Hêlîn Umît destnîşan kir ku encamên vê rastiyê wê piştre aşkere bibin û wiha dewam kir, “Encamên vî şerî wê bandoreke yekser li civaka kurd, mirovahiyê û gelan bike, ji xwe bandorê lê dike. Lewma dikarim vê bêjim; hevalên me şerekî tolhildanê yê bi heybet dimeşînin. Dagirkeran, qirkeran, mêtingeran ceza dikin. Di çapemeniyê, medyayê de jî bi vî rengî tê nîşandan, ji xwe ev yek rastiyeke. Bi rastî jî mirov dikarin bêjin ku ji niha ve poşman bûne. Ji xwe eger hûn bala xwe bidinê, zêde deng ji wan denakeve. Çapemeniya tirk kêm caran qalê dike, cihekî berfireh nade. Eger bi rastî jî encam girtibûna gelo wê bi vî rengî nêzîk bibûna? Navekî bi vî rengî lê kirin; gotin ‘Operasyona Pençe-Kîlît’. Bi vê operasyonê re li gorî xwe xwestin şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, şerê li dijî PKK’ê û gelê kurd bigihînin asteke bilind. Armanceke xwe ya bi vî rengî hebû. Lê belê wê li wir asê bimînin. Artêşa tirk li wir asê maye. Nikare bi pêş ve biçe, nikare gavê biavêje, wê nikaribe biavêje jî.”
‘Nikarin bi pereyan bi ser bikevin’
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku şer ji niha ve ji hin aliyan ve veguheriye sendromê û got, “Artêşa tirk ji xwe di vî şerî de motîvasyona xwe ya berê ji dest daye. Motîvasyona salên 1990’î tune ye. Hûn zanin, avaniya artêşê jî xera kirin. Veguherandin leşkertiya ji bo pereyan. Bi pereyan şebekeyeke kuştinê ava kirin. Ev hêz ji pîvanên exlaqî bêpar e. Kesên ku xwedî armancên bilind nebe nikare di vî şerî de îdare bike. PKK xwedî armancên mezin e, gerîla jî di asta eşqê de bi azadiyê û van armancan ve dilsoz e, lewma îdare dike. Naxwe kes nikare îdare bike. Bi pereyan nikarin vî karî bibin serî. Bi pereyan nikarin vî şerî bi ser bixînin. Ev rastî di dîrokê de hatiye ispatkirin. Kapîtalîzm sîstemeke welê ye ku her tiştî, her kesî dixwaze bi pereyan bikire. Tirkiye bi temamî teslîmî kapîtalîzmê bû. Ya rast, faşîzma AKP-MHP’ê navê şerê hêzên sermayeyê yê li dijî gelan e. Rêbertî ji bo vê got, ‘Serdema Pere-Fermandariyê’. Dixwazin her tiştî bi fermandariya pereyan bimeşînin.”
Hêlîn Umît bal kişand ser şehadeta gerîla û got, “Ev yek di xwezaya şer de heye. Lê belê em hêzeke fedaî ne. PKK hêzeke fedaî ye. Gerîla hêzeke fedaî ye. Di nava PKK’ê de felsefeya ‘jiyan ya wê azad be, yan jî qet nebe’ derbasdar e. Rêber Apo ev yek bi vî rengî destnîşan kir. Jiyan ya wê azad be, yan jî qet nebe. Bi pênasekirina qirkirinê re jiyana bi qirkirinê tê wateya ketina ji mirovbûnê. Weke gelekî eger hûn rewşa xwe di asta qirkirinê de pênase dikin û li hemberî vê yekê tiştekî nakin, hingî hûn ji mirovahiyê dikevin. Ji aliyê exlaqî ve dikeve. Civaka kurd, ciwan û jinên kurd ketineke bi vî rengî qebûl nake. Nîşaneya şênber a vê yekê îro li Avaşîn û Zapê di şer de tê dîtin. Lewma ev şer wê hîn demdirêj be û heta encam jê bê wergirtin wê dewam bike. Encamên wê jî wê berfireh bin. Mîna ku hevalên me jî gotin, faşîzma AKP-MHP’ê wê li Zapê têk biçe. Yanî wê li wê derê bişikê. Her kes niha encamên vî şerî dişopîne. Hêzên navneteweyî jî dişopînin. Blokên desthilatdariyê yên li nava Tirkiyeyê jî dişopînin. Gel jî dişopînin. Ji ber vê yekê encamên wê dê berfireh bin.”
‘Qada şer a esasî Bakur û Tirkiye ye’
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku aliyê herî girîng ê vî şerî li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û wiha dewam kir, “Şer ne tenê li Avaşînê û Zapê ye. Di vir de divê şaşitî neyê kirin, nêzîkatiyên bi vî rengî divê werin sererastkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê hewl didin atmosfereke bi vî rengî biafirîne; mîna ku li Tirkiyeyê bi temamî kontrol misoger kirine, li hundir bêdengî heye, her tişt aram e, her tişt hatiye rûniştandin, bi tenê krîza aborî maye, ji ber ku timî vê dixe rojevê. Lê belê rewş ne bi vî rengî ye. Qada esasî ya şer Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye. Şer bi esasî li wir tê meşandin. Mîna ku niha li Başûr tê meşandin, bi vî rengî xuya dike. Belê li Başûr jî şer dimeşe. Lê belê bala xwe bidinê, di nava meha derbasbûyî de qadek nemaye ku operasyona leşkerî lê nîne. Hîn jî dewam dike. Mînak berî çend rojan gotin li Licê wê operasyonê destpê bike. Vaye li Serhedê pêk hat. Li Botanê pêk hat. Li herêmên cuda yên Botanê pêk hat. Lewma şer li nava bakurê Kurdistanê, li nava Tirkiyeyê ye.”
Hêlîn Umît ragihand ku di vê mijarê de divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, “Belê em di pêvajoyeke welê ya şer de ne ku çarenûsê diyar dike. Di nava vê pêvajoyê de em nû nînin, lê belê em di qonaxeke girîng û xweser de ne. Di asta heyî de Şerê Gel ê Şoreşgerî divê civakî bibe. Ev yek berpirsyariya her kurdekî xwedî wijdan e, her mirovekî demokrat û li pey azadiyê ye. Yên dibêjin ‘Ez azadiyê dixwazim, nasnameyê dixwazim, demokrasiyê dixwazim’ nabe ku li şûna xwe bisekine. Yên dibêjin ‘Ez qirkirinê qebûl nakim, ez ê bi rûmet û nasnameyê bijîm’ nabe ku li şûna xwe bisekine.”
Hêlîn Umît anî ziman ku li bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê divê her kes erkên xwe yên têkoşînê bi cih bînin û got, “Divê her kes li gorî şerê gelê şoreşgerî bixebite, li gorî vê yekê şer bigihîne civakê. Yanî dem ne dema rawestînê ye.”
‘Divê her kes li dijî vî şerê helwesta xwe nîşan bide’
Hêlîn Umît ragihand ku sala 2022’yan saleke dîrokî ye, wê rêveçûna sala 2023’an diyar bike û wiha got: “2023 ji bo dewleta tirk dîrokeke gelekî girîng e. Dixwazin ku komara li ser qirkirina kurdan ji nû ve ava bikin. Li ser bingeha qirkirinê dixwazin ji nû ve ava bikin, vê yekê jî aşkere dibêjin. Ber bi sala 2023’an de me sekna xwe ya şer û têkoşînê ya ku di sala 2022’yan de nîşan dan, dixwazin ku Tirkiyeyê demokratîk bikin, Kurdistanê jî azad bikin. Lewma nêzîkatiyên ku şer li derveyî xwe dibîne, divê teqez ji holê bêne rakirin. Divê her kes wezîfeyên xwe bi cih bîne û bi rengekî serketî li dijmin bixe. Tenê bi çekê li dijmin nayê xistin. Gelek rêbazên cuda yên lêdana li dijmin heye. Mînak, çima niha li bakurê Kurdistanê serhildan nebe. Çima liv û tevgera civakî nebe. Bi rastî jî çi yê me heye ku em winda bikin? Piştî ku me hebûn, nasname û rûmeta xwe ya neteweyî ji dest da, çi yê me wê bimîne? Çi aboriya me wê bimîne. Pêwendiya aboriyê bi nasnameya civakî re ji nêz ve heye. Yanî pêwendiya xwe bi şêweyê jiyanê û demokrasiyê heye.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku her kesên li bakurê Kurdistanê, jin, ciwan, her kesên dixwazin li pêşerojeke bedew û bi rûmet bi rengekî aram bijîn, divê li dijî vî şerî helwestê nîşan bidin.