Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Xakurkê 28 dagirker hatin cezakirin, 4 gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Xakurkê eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayin:

“Hêzên me li herêma Xakurkê li dijî dagirkeran bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê çalakiyên xurt lidar xistin. Di çalakiyanê de ku bi giştî 28 dagirker hatin cezakirin, hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne;

14’ê gulanê saet di 00:30’î de li dijî dagirkerên li qada navbera gundên Lêlikan û Dayla yên Xakurkê, bi rêbaza sabotajê çalakî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita bi tîpa Reo ya dagirkeran bi temamî îmha bû û 14 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di şeva 15-16’ê gulanê de saet 00:00 li qada Girê Lêlikan ê herêma Xakurkê, li hemberî girekî ku dagirker lê bûn, çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hat lidarxistin. Hêzên me bi du baskan xwe berdan nava hêzên dijmin. Di demeke kurt de mîna birûskê hemû çeperên dagirkeran ên li ser gir hatin îmhakirin û hêzên me bêyî ku windahiyan bide gir bi temamî fetih kirin. Li vê derê çûn ser 12 cenazeyên dagirkeran û aşkere bû ku hemû hatine cezakirin. Di dema vekişînê de li derdora gundê Herkarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û heta serê sibehê dewam kir. Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar ên ku bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve çûn, bi afirîneriya taktîkê di demeke kurt de hedefên dijmin fetih kirin û di vê çalakiyê de bi giştî 14 dagirker ceza kirin, bi lehengî şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rustem Qendîl

Nav paşnav: Daniş Perwîzî

Cihê jidayikbûnê: Kamyaran

Dayik-Bav: Jîla-Eset

Dem û cihê şehadetê: 16’ê gulana 2022 / Xakurkê

Nasnav: Lezgîn Bawer

Nav paşnav: Bawer Nas

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Sedef-Omer

Dem û cihê şehadetê: 16’ê gulana 2022 / Xakurkê

Nasnav: Agît Rojhilat

Nav paşnav: Kawa Îsmaîlî

Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye

Dayik-Bav: Hatîce-Şemsettîn

Dem û cihê şehadetê: 16’ê gulana 2022 / Xakurkê

Nasnav: Dijwar Ertûşî

Nav paşnav: Nûrûllah Gul

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hemra-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 16’ê gulana 2022 / Xakurkê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar